Celal Talebanî koça dawî kir

Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî tê YNKê Celal Talebanî li Almanya koça dawî kir.

Peyamnêrê Rûdawê li Almanya ragihand, ku Celal Talebanî demek berî niha piştî têkçûna rewşa tendirutiya wî li Almanyayê koça dawî kir.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, îro rewşa tendirustiya Celal Talebanî xirab bibû û di rewşa komayê de bû û ji ber wê di bin çavdêriya hûr a pizîşkan de bû.

Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî ji bo çareseriya pizîşkî roja 11-09-2017ê çûbû Almanyayê.

Her îro piştî nîvro hin zanyarî û nûçe derbarê koça dawî ya Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî hatibûn belavkirin, lê paşê ev agahî ji aliyê çavkaniyekê ji mala Talebanî ve hatibû redkirin.

Çavkaniyê ji mala Celal Talebanî pêştir agahiya koça dawî ta Talebanî derewand û ji Rûdawê re gotibû, ku tendurustiya Mam Celal xirab bûye. lê canê xwe ji dest nedaye.

Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, roja 17ê Kanûna 2012ê li Bexdayê krîza mejî derbas kir û rewşa wî ya tendurustiyê têk çû, paşê ji bo çareseriyê bo nexweşxaneyeke Almanyayê hat şandin.

Piştî çareseriyê Talebanî roja 19-07-2014 vegeriya Silêmaniyê. Piştre careke din bi mebesta çavdêriya pizîşkî Celal Talebanî bo Almanyayê û paşê jî bo Nemsayê hat şandin û di Îlona 2016ê de jî vegeriya Silêmaniyê.

Ji wê demê ve rewşa tendirustiya Talebanî baştir bû û car bi car serkirde û kesatiyên siyasî yên Kurdistanî, Iraqî, herêmî û cîhanî li Silêmaniyê serdana wî dikirin.

Herwiha di meha Tebaxa îsal de li ser vexwandina fermî ya Komara Îslamiya Îranê serdana Tehranê kir.

Celal Hisamedîn Nûrellah Talebanî, kurê Xedîce û naskirî bi Mam Celal, di sala 1933 de li gundê Kelkan li bintarê Çiyayê Kosret ji dayik bûye.

Sala 1959 fakulteya Yasayê li Zanîngeha Bexdayê timam kiriye û li ser karê siyasî jî berdewam bûye.

Di destpêka Şoreşa Kurdistanê de, di sala 1961 de ku paşê weke Şoreşa Îlonê hat naskirin, roleke sereke dîtiye.

Di salên paşê de rojnamevan û siyasetmedar û pêşmerge bûye, herwiha kesekî nêzîkî Mela Mistefa Barzanî bûye.

Di nîveya duyem a salên 60î ya sedsala bihorî de nakokî li gel serkirdatiya Şoreşa Îlonê de hebûye û ewên ku li gel wî hevnêrîn bûn, di dîroka hevçerx a Kurdistanê de bi baskê Celalî tên naskirin.

Piştî rêkevtinnameya 11ê Adara 1971, Mam Celal bo nûneratîkirina Şoreşa Kurdistanê bo heyamekê çûye Beyrûtê.

Sala 1975 li gel çend hevalên xwe yên li bajarê Şam a paytexta Sûriyê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê damezrand û bû sekreterê giştî yê vê partiyê.

Bi dirêjiya salên dawiyê yên dehsalên 70 û 80 yên sedsala bihorî roleke serke di şoreşa Kurdistanê de dîtiye.

Di nîveya yekem a salên 80î de di çarçoveya danûstandina li gel hikûmeta wê demê ya Iraqê de, hevdîtin bi serokomarê wê demê yê Iraqê Sedam Hisên re kiriye, lê belê danûstandin bê encam bûn.

Sala 1986 li gel Idrîs Barzanî roleke sereke di damezrandina Eniya Kurdistanî de hebûye û li bajarê Tehranê rêkevtinek bo vê mebestê îmza kiriye.

Piştî Raperîna sala 1991 a Başûrê Kurdistanê, careke din di çarçoveya şanda Eniya Kurdistanî de diçe Bexdayê û hevdîtinê bi Sedam Hisên re dike û wê carê jî danûstandinên Kurd li gel hikûmeta wê demê ya Iraqê bê encam dibin.

YNKê bi dirêjahiya damezrandina xwe 3 caran kongreya xwe encam daye û di her sê kongreyan de jî weke Sekreterê Giştî yê YNKê hatiye hilbijartin.

Di yekemîn hilbijartina Herêma Kurdistanê de ku sala 1992 birêve çû, bo rêberîtiya Tevgera Rizgarîxwaziya Kurdistanê bû kandîd.

Di nîveya duyem a salên 90î yên sedsala bihorî de li rêveberiya Silêmaniyê bû Serokê Herêma Kurdistanê.

Sala 1998 li gel serokê niha yê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi nevbeynkariya Amerîkayê rêkevtinnameya Waşingtonê îmza kir û bi wê rêkevtinê dawî bi şerê birakujî hat, ku 4 sal bû di navbera YNKê û PDKê şerekî dijwar hebû.

Piştî rûxana rejîma Sedam di sala 2003 de, Endamê Civata Desthilatdariya Iraqê bû û bo gerekê jî bû serokê wê civatê. Herwiha di dariştin û nivîsandina Desûta Iraqê de roleke sereke dît.

Roja 6ê Nîsana 2006ê bo yekemîn car di dîroka Iraqê de kurdek bû Serokomarê Iraqê, ku ew jî Mam Celal Talebanî bû.
Roja 22ê Nîsana 2006ê careke din bp gereke din bû Serokomarê Iraqê.

Ji ber ku posta Serokomarê Iraqê li ser bingeha lihevkirinê bo Kurdistanê bû, sala 2010ê jî cardin Mam Celal bû Serokomarê Iraqê.

Roja 18-12-2012 Mam Celal li bexdayê tûşî celteya (krîza) mejî bû û piştî 2 roj mana li nexweşxaneyeke Bexdayê bo Almanyayê hat şandin.

Talebanî li gel Hêro Îbrahîm Ehmed keça Îbrahîm Ehmed jiyana hevbeş pêk aniye û du kurê wan bi anvê Qubad û Pavil hene.

rudaw

Piştî referandumê yekemîn daxuyanî ji Yekîtiya Ewropayê

Yekîtiya Ewropayê li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê ku duh birêve çû, daxuyaniyek da û bang li herdû aliyan kir, ku li ser çareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî bi rêya diyaloga aştiyane û avaker, peymana xwe nû bikin.

Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hatiye bibîranîn ku YE piştgirî dide yektiya axa Iraqê û bang li herdû aliyan kiriye, ku li ser çareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî bi rêya diyaloga aştiyane û avaker, peymana xwe nû bikin.

Di daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê de ku derdikeve pêş YE di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de nêrîna xwe aşkere dike, wiha hatiye gotin:

“Di damezrandina Iraqeke murefeh û giştgîr de ku bibe berjewendiya hemû gelê Iraqê, yekîtiya Iraqê, berevaniya li dijî DAIŞê û xebatên avakirina deverên ku hatine azadkirin di rêza yekem a giringiyê de ne.”

rudaw

Grûpa Brîtanyayê: Referanduma Kurdistanê gelek baş birêve çû

Grûpa endamên Parlementoya Brîtanyayê ragihand, ku birêveçûna pêvajoya dengdanê ya giştpirsiya Başûrê Kurdistanê baş û êrînî bû û diyar kir: “Em piştgirî didin nêrîna gel û mafê diyarkirina çarenûsê. Em piştrast dikin ku Brîtanya hevpeyman û dostê Kurdan e.”

Grûpa endamên Parlementoya Brîtanyayê ku ji bo çavdêriya birêveçûna pêvajoya dengdanê ya giştpirsiyê li Başûrê Kurdistanê bûn, li bajarê Silêmaniyê konferanseke rojnamevaniyê pêk anî û endamekî grûpê diyar kir: “Em weke grûpa endamên Parlementoya Brîtanyayê demeke giring bû ku em li vir bûn. Ev şanda me ya çardehemîn e ku beriya niha serdana Herêma Kurdistanê kiribûn. Vê carê jî em kêfxweş û geşbîn bûn ku di demeke wisa de em li vir bûn ku giştpirsî birêve çû.”

Endamekî grûpê destnîşan kir, ku duh ji Hewlêrê dest pê kirine û got: “Li Hewlêrê me serdana çend binkeyan kir, piştre me serdana Kerkûkê kir û dûvre jî em hatin Silêmaniyê û li vir jî em çûn çend binkeyan. Bi mebesta çavdêrîkirinê, binke me bi xwe hildibijartin. Pêvajo gelek baş birêve diçû. Em jî aşînayî vê cûre pêvajoyê ne, çimku li welatê me jî hilbijartin bi vî şêweyî û bi vê sîstemê birêve diçe.”

Di konferansa rojnamevaniyê de endamekî din a grûpê got: “Divê em li benda encama dawîn a referandumê bin. Em ji ber daxuyaniya Birêz Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson kêfxweş bûn ku daxwaza gotûbêj û aramkirina rewşê kir. Dema ku em vegerin, emê hemû hewldanên xwe bikin ji bo ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de pêwendiyeke baş pêk bînin.”

rudaw

Erebistanê biryareke dîrokî da

Şahê Erebistana Siûdiye Şah Selman Bin Ebdulezîz biryareke dîrokî derxist.

Şah Selman Bin Ebdulezîz derbarê mafê jinên wî welatî biryarek derxist, ku di dîroka wî welatî de heta niha tiştek wisa nebûye.

Şah Selman biryar da ku ji niha pê ve jinên wî welatê bibin xwediyê mafê ajovaniya otomobîlan.

Li gorî biryara Şah Selman, dê komîteyek bilind ji wezaretên Navxwe, Darayî, Kar û Vejandina Civakî yên wî welatî pêk were, daku rêkarên cîbicîkirina vê biryarê binirxîne.

rudaw

Amerîka: Pêwendiya dîrokî ya me û Kurdistanê dê berdewam be

Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî birêveçûna referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihand, ku pêwendiyên dîrokî yên navberaAmerîka û Herêma Kurdistanê dê berdewam bin û zêdebarî encamdana referandumê, guhertin bi ser pêwnediyên navbera her du aliyan nayê.

Di beyannameyekê de, ku li ser navê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert hatiye weşandin, tê gotin: “Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê gelek bêhêvî ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da îro referandumeke yekalî bo serxwebûnê encam bide, di nav de li wan deverên ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistana Iraqê ne.”

Beyannemaya Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi pêwendiyên Amerîka lig el Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Pêwendiyên dîrokî yên Wîleyetên Yekgirtiyên Amerîkayê li gel xelkê Kurdistana Iraqê guheretin bi ser de nayê bi sedema referanduma nepabend a îro.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha behsa bandora referanduma serxwebûna Kurdistanê kiriye û daye xuyakirin: “Em di vê baweriyê de ne, ku ev pêngav ne îstiqrarî û nerihetiyê bo Herêma Kurdistanê û xelkê wê zêde dike.”

Herwiha amaje bi wê yekê kiriye: “Ev referanduma yekalî bi şêweyeke zêde pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta Iraqê û cîranên wê gelek aloz dike.”

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê behsa şerê DAIŞê û bandora referandumê li ser vî şerî kiriye û dibêje: “Şerê DAIŞê hêşta temam nebûye û grûpên tundrew li dû derfetekê bo ne îstiqrarî û duberekiyê ne.”

Amerîka herwiha banga diyalogeke sazîner di navbera aliyan de dike û dide xuyakirin: “Baweriya me ev e, ku divê hemû alî diyalogek sazîner bikin bo baştirkirina paşeroja hemû iraqiyan.”

Di beyannameyê de amaje bi hewlên bo guhertina sînor bi şêweyekê yekalî hatiye kirin û hatiye gotin:

“Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê dijatiya tundûtîjî û pêngava yekalî dike, ji her aliyekê ve be, ku mebest jê guhertina sînoran be.”

Di dawiya beyannameyê de, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê cardin tekezî li ser piştevaniya Amerîkayê bo iraqeke yekgirtî kiriye û dibêje: “Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê piştevanî li iraqeke yekgirtî û federal û demokrat û xoşguzeran dike û dê berdewam be li dû derfetan bo alîkarîkirina iraqiyan heta ku bigihîjin xwastekên xwe di çarçoveya destûrê de.”

rudaw

Parlamentoya Iraqê li dijî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê biryar da

Parlamentoya Iraqê li dijî encamdana giştpirsiya Başûrê Kurdistanê dend da û red kir, ku giştpirsî were kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Akam Fehmî ji Bexdayê ragihand, Parlamentoya Iraqê di rûniştinekê de li dijî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê biryar da û qebûl nekir, ku giştpirsî were kirin.
Peyamnêrê me da zanîn, ku li ser daxwaza 80 parlamenteran mijara giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ji aliyê parlamentoyê ve hate nirxandin. Parlamentoyê biryara giştpirsiyê qebûl nekir.
Parlamentera kurd Eşwaq Caf ji Rûdawê re ragihand: “Mijara giştpirsiya Başûrê Kurdistanê xistina nava bernameya kar li dijî rêziknameya navxwe ya parlamentoyê ye. Biryara parlamentoyê heta ber deriyê parlamentoyê jî naçe.”
Caf got: Dînamoya redkirina mijara giştpirsiyê parlamenterên tirkmen in. Parlamenterên kurd jî rûniştina parlamentoyê botkot kirin.”
Hevdem bi vê biryarê Parlamentoya Iraqê li hember tedbîrên li dijî encamdana giştpirsiyê destê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî vala kir.
Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî got: “Beşdarbûna navçeyên nakok bo referandûmê pirsgirêkan kûrtir dike.”

Rudaw

General Ernie Audino: Kurdistaneke serbixwe bo Amerîkayê gelek giring e

Generalê amerîkî, Ernie Audino dibêje, ew dibê baweriyê de ye ku kurdistaneke serbixwe ji bo Amerîkayê gelek giring e û tekez dike, ku divê Waşington piştevaniyeke temam li Kurdistanê bike.

Generalê xanenişînkirî yê Amerîkayê, Gen. Ernie Audino di kevana panêleke taybet a derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de li Waşingtonê gotarek pêşkêş kir.

Gen. Erni Audino di gotara xwe de, behsa pêwîstiya piştgiriya Amerîkayê bo referanduma Başûrê Kurdistanê, giringiya kurdistaneke serbixwe bo Amerîkayê, têkoşîna kurdan di şerê li dijî terorê û DAIŞê û guhertin û pêşhatên li Rojhilata Navîn kir.

Ernie Audino got: “DAIŞ ji nav nediçp, eger piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabaya. Piştî 2014ê, DAIŞê serkevtinên mezin bi dest xist û beşeke zêde ya xaka Iraqê kontrol kir, wê demê hat karîn ku rê li pêşveçûna DAIŞê were girtin ku Amerîka û Hikûmeta Herêma Kurdistanê planek danîn, bo rûbirûbûna wê rêxistinê.”

Audino da xuyakirin: “Eger em bixwazin rastgo (rastbêj) bin û gefan diyar bikin, hinek berjewendî hene ku dive Amerîka kar bike ji bo serxistina wan. Kurdistaneke serbixwe gelek gelek giring e, xala yekem ev e ku DAIŞ ber bi dawîbûnê ve diçe, lê belê eger Kurd nebana, DAIŞ rastî şikestê nedihat. Kurd bûn ku dawî bi desthilta DAIŞê anîn.”

Wî generalê amerîkî di berdewamiya axavtina xwe de diyar kir: “Amerîka piştevanê Kurd bû bo şikestdana DAIŞê û giring e ku Amerîka li ser wê piştevaniya xwe berdewam be. Ti alayeke DAIŞê li ser metreke xaka Kurdistanê pêl nade, ev gelek giring e û destkevteke mezin e.”

Gen. Ernie Audino amaje bi wê yekê jî kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê devereke demokratîk a gelek gelek giring e, destnîşan kir: “Bi rastî em dixwazin serxwebûna Kurdistanê were bidestxistin. Di heyama 70 salên bihorî de me nekariye piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin, ev yek di demekê de ye, ku di destûra me de amaje bi mafê çarenivîsê hatiye kirin. Herêma Kurdistanê tekane dever e li wê herêmê ku dive em piştgiriya wê bikin û bi vê rêyê em dikarin rûbirûyê gefên Îranê bibin.”

rudaw

Baydemir: Naxwazin dengê Kurdan di parlamentoyê de hebe

HDPê li bajarê Amedê daxuyaniyeke rojnmevanî saz kir û da xuyakirin ku ew dê berdewam bin li ser “Nobeta Vîjdan û Dadmendiyê”.

Di wê daxuyaniyê de, Berdevkê HDPê Osman Baydemir rexne li siyaseta AK Partiyê girt û da xuyakirin, ku dadgeh dixwazin dosyeya Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş berfireh bikin.

Di beşeke din a axavtina xwe de, Baydemir da xuyakirin, hikûmet naxwaze ku di nava parlamentoya Tirkiyê de dengê Kurdan hebe.

Baydemir ku di çaremîn roja çalakiya HDPê ya bi navê Nobeta Vîjdan û Dadmediyê de diaxivt, destnîşan kir, ku 18 roj berî niha Demirtaş ji zîndanê ve daxwaz ji Erdogan kir, ku terorîstbûna wî biselimîne (isbat bike), eger na derewîn e.

Berdevkê HDPê herwiha got: “Pêwîst e çawan ku bangeşe ji bo teorîstbûna Demirtaş kir, bi heman şêweyê jî daxwaza lêborînê li wî bike.”

Osman Baydemir derbarê biryara standina mafê parlamenteriyê ji du parlamenterên HDPê, Tugba Hezer Ozturk û Feysel Sariyildiz de jî tekez kir: “Her kesek ku bi dengdanê bihê, divê tenê bi dengdanê biçe. Ev mercê sereke û bingeha demokrasiyê ye. Derkirina Ozturk û Sariyildiz bi xwe kudeta ye.”

Amerîka budçeya xwe ya berevaniyê zêde dike

Komîteya Tehsîsatan a Meclîsa Nûnerên Amerîkayê budçeya darayî ya wezareta berevaniyê  ji 639 milyar dolarî derxist 658 milyar dolarî.

Komîteya Tehsîsatan a Meclîsa Nûnerên Amerîkayê budçeya darayî ya 2018an a Wezareta Berevaniyê ku bi destê hikûmetê wek 639 milyar dolar hatibû daxwazkirin derxist 658 milyar dolarî û şand ber destên Lijneya Giştî ya Meclîsa Nûneran.

Serokê Komîteyê Rodney Frelinghuysen derbarê mijarê da daxuyanî da û destnîşan kir dixwazin artêşa Amerîkayê kêmasî û daxwazên xwe yên ji bo çek û cebilxaneyan temam bike.

Rodney Frelinghuysen wiha got: “Niha divê em artêşa xwe ji nû va ava bikin û welatê xwe biparêzin.”

Pêşnûma piştî ji Lijneya Giştî ya Meclîsa Nûneran derbas bû, tevî qanûna budçeyê ya senato amade dike divê bi destê senatoyê bê qebûlkirin.

 

 

rudaw

Brett McGurk li Rojavayê Kurdistanê ye

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brett McGurk serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Encûmena Sivîl a Reqayê hevdîtinek pêk anî.

Li gor agahiyan Şanderê serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê de Brett McGurk bi seredanekê gihaye Rojavayê Kurdistanê û li gel Encûmena Sivîl a Reqayê civiya.

Brett McGurk piştî civîna li gel Encûmena Sivîl a Reqayê, li gel fermandarên leşkerî yên HSD ên ku di operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê de beşdar in, civiya.

Encûmena sivîl a Reqayê ji nûnerên pêkhateyên parêzgeha Reqayê pêk tê û biryar e piştî ku bajarê Reqayê were kontrolkirin, Rêveberiya bajêr radestî wê encûmenê bibe.

 

rudaw

Îranê bi 5 firoke û 4 keştiyan alîkarî ji Qeterê re şand

Piştî derbasbûna çend rojan bi ser dorpêçên Erebistana Siûdiyê û welatên hevpeymanên wê, Îranê bi rêya 5 firokeyan û 4 keştiyên barhilgir 550 ton alîkarî ji welatê Qeterê re sand.

Piştî ku di encama krîza navbera Qeterê û Erebistana Siûdî û welatên hevpeymanên wê de krîz derket û welatên Erebistana Siûdî, Îmarat û Behrêynê hemû rêyên bejayî, deryayî û esmanî li ser Qeterê daxistin, li wî welatî krîza kêmbûna xurakê çê bû.

Li hember wê yekê, Îranê îro ragihand, ku bi rêya 5 firokeyên barhilgir û 4 keştiyan alîkariyên pêwîst ji Qeterê re şandiye.

Li gorî berpirsên Îranê, wan 90 ton xurak û kelûpelên xwarinê bi rêya 5 firokeyan û 460 ton jî bi rêya 4 keştiyan ber bi Qeterê ve şandine.

Berdevkê Saziya Firokevaniya Netewî ya Îranê, Şahrux Nûş Abadî îro di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku Îranê 5 firoke alîkarî ji Qeterê re şandiye û tekez kiriye, ku bo gihandina alîkariyên pêwîst bi Qeterê û bi tyabet xurakê, firokeya şeşemîn jî di rê de ye.

Nûş Abadî tekez kiriye, heta wê dema ku xwastek ji bo alîkariyê ji aliyê Qeterê ve hebe, dê şandina alîkariyan bo wî welatî berdewam be.

Ji aliyekê dun ve ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê, IRNAyê di nûçeyekê de ragihand, ku Tehranê bi rêya 4 keştiyên barhilgir kelûpelên xwarinê û fêkî û sewze ber bi Qeterê ve şandiye.

Serpireştê Gumruka Bendera Deyir li parêzgeha Bûşêhr a Îranê, Elborz Kişawerzî ragihandiye, ku îro yekemîn bare alîkariyên xurakî ji Îranê ve ber bi Qeterê ve hat şandin.

Elborz Kişawerzî got: “Barê îro yê keştiyan, kedo, xiyar, petate (kirtop), badimcanê sor, kelem, kahû, zebeş û gindor li xwe girtibû û bazirgaan bi buhayê 113 hezar û 416 dolarî ew bar şandin Qeterê.”

 

 

rudaw

Barzanî bang li gel kir: Biçin ser sindoqên referandumê

Barzanî di daxuyaniyekê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir, ku ji bo referanduma serxwebûnê biçin li ser sindogan û dengê xwe bidin.

Civîna Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya bi serpireştiya Mesûd Barzanî serokê wê partiyê û bi amadebûna cîgirê serokê wê partiyê Nêçîrvan Barzanî, berî demekê li bajarokê Pîrmamê yê ser bi bajarê Hewlêrê ve bi dawî hat.

Piştî bi dawî hatina civîna serkirdatiya PDKê, Mesûd Barzanî daxwazek ji gelê Başûrê Kurdistanê kir.

Barzanî piştî civînê, ji Rûdawê re axivî û bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir, ku di referanduma serxwebûna Kurdistanê de beşdar bibin.

Barzanî got: “Ez daxwaz ji xelkê Başûrê Kurdistanê dikim ku roja 25ê Îlona 2017ê biçine ser sindoqên referandumê.”

Serkirdatiya PDKê îro yekşembî 11ê Hezîranê bi serpireştiya Mesûd Barzanî civînek li dar xisti, ku mijara sereke ya civînê gotûbêjkirina derbarê biryara partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo sazdana referandumê li Başûrê Kurdistanê de bû.

Roja çarşembiya heftiya bihorî 7ê Hezîrana 2017ê, di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de, biryar li ser lidarxistina referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê hat dan û roja 25ê Îlona îsal weke roja sazdana referandumê hat diyarkirin.

 

rudaw

Ji Îranê peyama li hember referandûma Kurdistanê

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî hewlesta welatê xwe ya derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de eşkere kir û got: “Helwesta Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya piştevaniya yekparçebûna xaka Iraqê de ye. Biryarên yekalî dê bibin sedema êşên nû.”

Behram Qasimî ragihand: “Helwesta bingehîn û ya zelal a Komara Îslamî ya Îranê, piştevniya xak û yekparçebûna Iraqê ye. Herêma Kurdistanê parçeyeke Iraqê ye. Biryarên yekalî û yên derveyî destûr û yasayên Iraqê, tenê rê ji pirsgirêk û serêşiyên nû re vedike.”

Qasimî herwiha got: “Iraqekî yekparçe, aram û demokratîk garantiya berjewendiyên hemû pêkhateyên neteweyî û mezhebî ye. Îro ji hemû deman zêdetir pêwîstiya Iraqê bi aramî, yekîtiya nîştîmanî heye.”

Behram Qasimî diyar kir, ku pêwîste pirsgirêk û nakokiyên Hewlêr û Baxdayê di çarçoveya guftûgo, destûr û lihevfêmkirina nîştîmanî de werin çareserkirin.

Roja 7ê Hezîrana 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de biryar hate wergirtin, ku roja 25ê Îlona 2017ê, ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin.

Piştî vê civînê Serok Barzanî bi nivîsîneke fermî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan raspart da ku amadekariyên yasayî yên referandûmê bike.

 

rudaw

Li Swêdê piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê (KNKS) û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS), ku mezintirîn rêxistina Kurd li Swêdê ye û zêdetirî 40 komeleyên Kurd li xwe digre piştgiriya xwe ji bo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ragihandin.

Li ser malpera FKKSê hat ragihandin ku ew bi kêfxweşî pêşewazîya biryara referandûma serxwebûnê dikin û dê çalakiyên piştgiriyê li dar bixin.

Di daxuyaniya FKKSê wiha hat gotin: “Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi kêfxweşî pêşewazîya biryara Seroktîya Herêma Kurdistanê û partî û tevgeran dike ku ewê di 25ê Îlona 2017ê de li başûrê welatê me ji bo serxwebûna Kurdistanê referandûm li dar bixin.

FKKS piştgirîya referandûma serxwebûnê dike û di vî warî de dê xebat û çalakî organîze bike û piştgirîya çalakîyên di vî warî de bike.”

Başûrê Kurdistanê dê bibe pêngava Kurdistana mezin

Ji aliyê din ve Komeleya Nivîskarên Kurd Li Swêdê jî biryara referandûma serxwebûnê li hemû kurdistaniyan pîroz kir.

KNKS diyar kirk u roja biryargirtinê û roja referandûmê dê di dîroka Kurdistanê de cihên xwe yên taybetî bigrin û Lewra herdu roj jî, berhemên tekoşîn, berxwedan û xebata kurdan bi xwe ye û xewn û xeyalên kurdîstaniyan yên bi sedsalan bi cî dikin.

Di daxuniya KNKSê de hatiye ragihandin: “Neteweya Kurd bi berxwedanek bêhempa li herçar beşên Kurdistanê, ji bo mafên xwe yên rewa, li dijî dagîrkerîyê û ji bo sererastkirina neheqîya dîrokê têdikoşe.
Îro kês û derfeteke yekta û dîrokî ji bo neteweya Kurd  derketîye holê.

Tevgera sîyasî ya Kurdistanê pêwîst e ku li gor vê kês û derfeta dîrokî bi hemahengî, hişmendî û li gor berjewendîyên neteweyî tevbigere.”

KNKSê bangî hemû Kurdistaniyan dike û radigihîne pêwîstîya gelên Kurdistanê îro ji hemû deman bêtir bi hevahengî yekîtî û aştîya navxweyî heye.
Di bedewaniya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Referandûm a serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê bibe pêngava yekem ya serxwebûna Kurdistana mezin û dê bibe derfeta sererastkirina dîrokê.Em di vê baweriyê de ne ku wê sedsala 21an bibe ‘Sedsala kurdistanîyan.’

Gelên Kurdistanê divê di tekoşîna xwe ya ji bo mafên rewa û rûmeta neteweyî de refên yekitî û berxwedana xwe xurtir bikin da ku bikaribin li dijî hemû astengan, dek û dolabên dijminên Kurdistanê rawestin û hewildanên xwe yên ji bo serxwebûn û azadîya Kurdistanê geştir bikin.”

rudaw

Li welatên erebî piştgiriya ji bo serxwebûna Kurdistanê mezin dibe

Piştî ku Herêma Kurdistanê roja referandûmê diyar kir, vê biryarê li medya cîhanî û bi taybet jî ya erebî deng veda. Herwiha li ser torên civakî jî bi armanca piştevaniya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dehan haştagên hatine çêkirin.

Welatiyên Erebîstana Siûdî, haştagek bi navê “Ez siûdî me û piştgiriyê didim serxwebûna Kurdistanê” (#SaudiWithKurdistan) çêkirine. Li ser torên civakî, di serî de li Erebîstanê, li gelek welatên erebî gelek kesan ev haştak parvekirine û piştgirî dane serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

Di haştagan de wêneyên serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Erebîstanê, ligel wêneyê nexşeya Kurdistanê û pêşmerge hatiye amadekirin. Herwiha gelek siyasetmedarên vî welatî jî di vê mijarê de twîtt nivîsîne.

Roja 7ê Hezîrana 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de biryar hate wergirtin, ku roja 25ê Îlona 2017ê, ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin.

Piştî vê civînê Serok Barzanî bi nivîsîneke fermî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan raspart da ku amadekariyên yasayî yên referandûmê bike.

 

rudaw

Wezareta Derve ya Tirkiyê: Referanduma Kurdistanê xeletiyeke mezin e!

 Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê biryara referanduma Herêma Kurdistanê de got: “Li gorî me ev dê bibe xeletiyeke mezin. Siyaseta Tirkiyê ya derbarê Iraqê de ew e, ku axa Iraqê parçe nebe û yekîtiya siyasî were parastin.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekî ragihand, ku biryara referandûma Herêma Kurdistanê xeletiyeke mezin e.

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Derve ya Tirkiyê balkişande ser biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê û diyar kir, ku ew li dijî vê biryarê bûne û ragihand:

“Em biryara referanduma 25ê Îlonê 2017ê jî di heman çarçoveyê de dinirxînin û vê yekê weke xeletiyeke mezin dibînin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Parastina yekîtiya ax û siyaseta Iraqê, yek ji prensîba sereke ya siyaseta Tirkiyê ya Iraqê ye. Ev prensîb weke şerteke sereke ya aramî, aştî û ewlekariya herêmê ye.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê da xuyakirin, ku dewsa destwerdana yekparçebûna Iraqê, ji bo bihêzkirina yekîtî û bi hevratiyê divê rê û rêbazên destûrî derbikevin pêş û pêwistî heye, di navbera pêkhateyên Iraqê de lihevkirin û diyalog were pêşxistin.

 

rudaw

Serokwezîrê Tirkiyê: Em yekîtiya Iraqê dixwazin

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî  Yildirim biryara referandûmê ya Herêma Kurdistanê weke biryareke “bê berpirsiyarî” nirxand û got, ku ew naxwazin Iraq perçe bibe.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî  Yildirim piştî nimêja Înê ya li Enqerê, bersiv da pirsên rojnamevanan û behsa referandûma Başûrê Kurdistanê kir, ku biryare roja 25ê Îlona 2017ê were encamdan.

Yildirim derbarê pirseke liser biryara referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, got: “Nêrîna me zelal e. Em yekîtiya axa Iraqê dixwazin. Em dixwazin hemû welatiyên Iraqê li ser dewletekê û bi hevre bijîn. Jixwe li herêma me bi gelek pirsgirêk hene. Nêrîna me ew e, ku pêwîst nake pirsgirêkên nû derbikevin. Ev biryar bi bê berpirsiyarî hatiye girtin.”

Hêjayê gotinê ye, ku Wezareta Derve ya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de gotibû: “Li gorî me ev dê bibe xeletiyeke mezin. Siyaseta Tirkiyê ya derbarê Iraqê de ew e, ku axa Iraqê parçe nebe û yekîtiya siyasî were parastin.”

 

rudaw

KURDISTAN – 25ê Îlonê roja referanduma serxwebûnê ye

Di civîna Barzanî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de biryar li ser roja referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat dayîn û li gorî daxuyaniya piştî civînê, roja 25ê Îlona îsal weke roja pêkanîna referandumê hatiye diyarkirin.

Îro çarşembî 7ê Hezîrana 2017ê Mesûd Barzanî bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê civiya. Mijara sereke ya civîna îro gotûbêjkirina pêkanîna referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ye.

Civîna navbera Barzanî û nûnerên aliyên siyasî di demjimêr 15:00ê piştî nîvro de dest pê kir û berî demekî civîn bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî dawî pê hat.

Li gorî daxuyaniyê ku Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, di civîna îro de derbarê lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê de biryar hat dayîn û roja 25ê Îlona 2017 (îsal) wele roja birêveçûna referandumê hat diyarkirin.

Di destpêka daxuyaniyê de tê gotin: “Roja çarşembiyê 7ê meha 6 a 2017ê li Selahedînê nûnerên pilebilindên partiyên siyasî yên nava parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr û Serok û Cîgirê Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî civiyan.”

Derbarê naveroka civînê de jî hatiye gotin: “Di civînê de bi berfirehî mijara referandum û hilbijarina Parlamentoya Kurdistanê û arîşeyên siyasî yên navxweî yên Herêma Kurdistanê û rewşa herêmî û cîhanê hatin gengeşkirin û amadebûyên civînê nêrînên xwe li ser pêwsîtiya referandumê û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên herêmê û rewşa zatî û babetî ya Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, di vê civînê de amadebûyên civînê bi koma dengan li ser van çend xalan li hev kirin:

Yekem: Roja 25ê Îlona 2017ê weke roja sazkirina referandumê li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya herêmê hat diyarkirin.

Duyem: Her ji roja dawîhatina civînê heta dema birêveçûna referandumê, hemû alî xebatê ji bo ji bo çalakkiirna parlamentoyê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikin, ew yek jî bi armanca bi dest xistina komdengiya niştimanî.

Sêyem: Tekezî li ser başkirina debar û rewşa jiyana xelkê û awirdan li arîşeyên aborî yên hevwelatiyên Kurdistanê û mûçewergir û çîn û tijwêj û xelkê kêmdahat hat kirin.

Çarem: Biryar hat dayîn ji bo pêkanîna Encumena Bilind a Referandumê bi serokatiya birêz Mesûd Barzanî. Herwiha biryar hat dayîn, ku heta roja 12ê Îlona 2017ê partiyên siyasî nûnerên xwe bo beşdarbûn di çend komîteyên taybet bi referandum û piştî referandumê de diyar bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de navê alî û partiyên siyasî yên beşdar di civînê de bi vî awayî hatiye rêzkirin:

“Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Bizava Îslamiya Kurdistanê, Partiya Komonîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Karkeran û Kedkarên Kurdistanê, Partiya Çaksaziya Pêşkevtî ya Kurdistanê, Lîsta Hewlêr a Tirkmenî, Eniya Tirkmenî ya Iraqê, Partiya Geşepêdana Tirkmenî, Lîsta Ermen di Parlamentoya Kurdistanê de, Bizava Demokrata Aşûrî, Encumena Gel a Kildanî-Aşûrî.”

Pêştir peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ku ji bo şopandina civîna Barzanî û aliyên siyasî li Pîrmamê ye, ragihandibû: “Di civînê de biryar hatiye dan, ku 25ê Îlona 2017ê referandum birêve biçe.”

Senger Ebdurehman herwiha gotibû: “Di civînê de herwiha biryar hatiye dan, ku 6ê meha 11 a îsal hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û serokatiya Herêma Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de werin sazkirin.”

Peyamnêrê me herwiha dabû xuyakirin: “Di civînê de herwiha biryar hat dayîn ku çend komîteyên bilind bi serokatiya Barzanî bo referandumê werin pêkanîn, ji bo ku serdana welatên deverê û welatên erebî bikin û herwiha ji bo ku gotûbêjê li gel Bexdayê jî bikin.

 

 

rudaw

Piştî 13 salan Îranê sansûra li ser romana nivîskarê kurd rakir

“Hesar û Segên Bavê Min” yek ji romana herî diyar a nivîskarê kurd Şêrzad Hesen e. Piştî 13 salan, Îranê sansûra liser wergera bi farisî ya vê pirtûkê rakir û destûra çapkirinê qebûl kir. Biryara ev roman di demekê nêzîk de bi zimanê farisî were çapkirin.

Nivîskar û Werger Merîwan Helebceyî ji Rûdawê re ragihand: “Piştî hewldan û pêdaçûneke zêde, sansûra liser romana Hesar û Segên Bavê Min” rabû, me karî destûra çapkirinê werbigrin. Roman bi zimanê farisî, di dawiya meha Hezîranê de dê ji aliyê Navenda Çeşme ya Îranê ve were çapkirin û belavkirin.”

Derbarê qedexe û sansûra li ser pirtûkê jî Helebceyî got: “Di sala 1998ê romana Hesar û Segên Bavê Min ji bo farisî hate wergerendin. Lê Dezgeha Sansûrê ya Îranê zêdetirî 15 rûpelên wê sansûr kirin. Ez ji vê biryarê razî nebûm. Lê niha kêfxweş im, ku bêyî sansûr destûra çapkirina pirtûkê derketiye.”

Merîwan Helebceyî derbarê nivîskarê romana Hesar û Segên Bavê Min de diyar kir: “Şêrzad Hesen yek ji nivîskarê herî serkeftî yê kurd e. Ew yek nji wan nivîskaran e, ku wêjeya kurdî ji dubarebûnê, ji şibyana hev rizgar kiriye. Herwiha wî çîroka kurdî ji bê rohbûnê rizgarkiriye.”

Nivîskarê kurd Şêrzad Hesen di sala 1952ê li Hewlêrê ji dayik bûye û di sala 1975ê li Zanîngeha Bexdayê beşa ziman û wêjeya îngilîzî xilas kiriye.

Şêrzad Hesen xwediyê 10 pirtûkan e û nêvê pirtûkên wî; Gula Reş, Hesar û Segên Bavê Min, Şeva Dawîn a Daketina Îsa, Pîrepepûleyên Êvaran, Tenêbûn, Taxa Deholan, Temî Serxerend, Jinek li Ser Mînareyê, Xewna Calcalokan, Jinekê Mingin û Pêdeştî Karmamzeyên Kuştî.

 

Rudaw