Archiv der Kategorie: Cîhan

Piştî referandumê yekemîn daxuyanî ji Yekîtiya Ewropayê

Yekîtiya Ewropayê li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê ku duh birêve çû, daxuyaniyek da û bang li herdû aliyan kir, ku li ser çareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî bi rêya diyaloga aştiyane û avaker, peymana xwe nû bikin.

Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hatiye bibîranîn ku YE piştgirî dide yektiya axa Iraqê û bang li herdû aliyan kiriye, ku li ser çareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî bi rêya diyaloga aştiyane û avaker, peymana xwe nû bikin.

Di daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê de ku derdikeve pêş YE di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de nêrîna xwe aşkere dike, wiha hatiye gotin:

“Di damezrandina Iraqeke murefeh û giştgîr de ku bibe berjewendiya hemû gelê Iraqê, yekîtiya Iraqê, berevaniya li dijî DAIŞê û xebatên avakirina deverên ku hatine azadkirin di rêza yekem a giringiyê de ne.”

rudaw

Grûpa Brîtanyayê: Referanduma Kurdistanê gelek baş birêve çû

Grûpa endamên Parlementoya Brîtanyayê ragihand, ku birêveçûna pêvajoya dengdanê ya giştpirsiya Başûrê Kurdistanê baş û êrînî bû û diyar kir: “Em piştgirî didin nêrîna gel û mafê diyarkirina çarenûsê. Em piştrast dikin ku Brîtanya hevpeyman û dostê Kurdan e.”

Grûpa endamên Parlementoya Brîtanyayê ku ji bo çavdêriya birêveçûna pêvajoya dengdanê ya giştpirsiyê li Başûrê Kurdistanê bûn, li bajarê Silêmaniyê konferanseke rojnamevaniyê pêk anî û endamekî grûpê diyar kir: “Em weke grûpa endamên Parlementoya Brîtanyayê demeke giring bû ku em li vir bûn. Ev şanda me ya çardehemîn e ku beriya niha serdana Herêma Kurdistanê kiribûn. Vê carê jî em kêfxweş û geşbîn bûn ku di demeke wisa de em li vir bûn ku giştpirsî birêve çû.”

Endamekî grûpê destnîşan kir, ku duh ji Hewlêrê dest pê kirine û got: “Li Hewlêrê me serdana çend binkeyan kir, piştre me serdana Kerkûkê kir û dûvre jî em hatin Silêmaniyê û li vir jî em çûn çend binkeyan. Bi mebesta çavdêrîkirinê, binke me bi xwe hildibijartin. Pêvajo gelek baş birêve diçû. Em jî aşînayî vê cûre pêvajoyê ne, çimku li welatê me jî hilbijartin bi vî şêweyî û bi vê sîstemê birêve diçe.”

Di konferansa rojnamevaniyê de endamekî din a grûpê got: “Divê em li benda encama dawîn a referandumê bin. Em ji ber daxuyaniya Birêz Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson kêfxweş bûn ku daxwaza gotûbêj û aramkirina rewşê kir. Dema ku em vegerin, emê hemû hewldanên xwe bikin ji bo ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de pêwendiyeke baş pêk bînin.”

rudaw

Erebistanê biryareke dîrokî da

Şahê Erebistana Siûdiye Şah Selman Bin Ebdulezîz biryareke dîrokî derxist.

Şah Selman Bin Ebdulezîz derbarê mafê jinên wî welatî biryarek derxist, ku di dîroka wî welatî de heta niha tiştek wisa nebûye.

Şah Selman biryar da ku ji niha pê ve jinên wî welatê bibin xwediyê mafê ajovaniya otomobîlan.

Li gorî biryara Şah Selman, dê komîteyek bilind ji wezaretên Navxwe, Darayî, Kar û Vejandina Civakî yên wî welatî pêk were, daku rêkarên cîbicîkirina vê biryarê binirxîne.

rudaw

Amerîka: Pêwendiya dîrokî ya me û Kurdistanê dê berdewam be

Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî birêveçûna referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihand, ku pêwendiyên dîrokî yên navberaAmerîka û Herêma Kurdistanê dê berdewam bin û zêdebarî encamdana referandumê, guhertin bi ser pêwnediyên navbera her du aliyan nayê.

Di beyannameyekê de, ku li ser navê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert hatiye weşandin, tê gotin: “Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê gelek bêhêvî ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da îro referandumeke yekalî bo serxwebûnê encam bide, di nav de li wan deverên ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistana Iraqê ne.”

Beyannemaya Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi pêwendiyên Amerîka lig el Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Pêwendiyên dîrokî yên Wîleyetên Yekgirtiyên Amerîkayê li gel xelkê Kurdistana Iraqê guheretin bi ser de nayê bi sedema referanduma nepabend a îro.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha behsa bandora referanduma serxwebûna Kurdistanê kiriye û daye xuyakirin: “Em di vê baweriyê de ne, ku ev pêngav ne îstiqrarî û nerihetiyê bo Herêma Kurdistanê û xelkê wê zêde dike.”

Herwiha amaje bi wê yekê kiriye: “Ev referanduma yekalî bi şêweyeke zêde pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta Iraqê û cîranên wê gelek aloz dike.”

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê behsa şerê DAIŞê û bandora referandumê li ser vî şerî kiriye û dibêje: “Şerê DAIŞê hêşta temam nebûye û grûpên tundrew li dû derfetekê bo ne îstiqrarî û duberekiyê ne.”

Amerîka herwiha banga diyalogeke sazîner di navbera aliyan de dike û dide xuyakirin: “Baweriya me ev e, ku divê hemû alî diyalogek sazîner bikin bo baştirkirina paşeroja hemû iraqiyan.”

Di beyannameyê de amaje bi hewlên bo guhertina sînor bi şêweyekê yekalî hatiye kirin û hatiye gotin:

“Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê dijatiya tundûtîjî û pêngava yekalî dike, ji her aliyekê ve be, ku mebest jê guhertina sînoran be.”

Di dawiya beyannameyê de, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê cardin tekezî li ser piştevaniya Amerîkayê bo iraqeke yekgirtî kiriye û dibêje: “Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê piştevanî li iraqeke yekgirtî û federal û demokrat û xoşguzeran dike û dê berdewam be li dû derfetan bo alîkarîkirina iraqiyan heta ku bigihîjin xwastekên xwe di çarçoveya destûrê de.”

rudaw

General Ernie Audino: Kurdistaneke serbixwe bo Amerîkayê gelek giring e

Generalê amerîkî, Ernie Audino dibêje, ew dibê baweriyê de ye ku kurdistaneke serbixwe ji bo Amerîkayê gelek giring e û tekez dike, ku divê Waşington piştevaniyeke temam li Kurdistanê bike.

Generalê xanenişînkirî yê Amerîkayê, Gen. Ernie Audino di kevana panêleke taybet a derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de li Waşingtonê gotarek pêşkêş kir.

Gen. Erni Audino di gotara xwe de, behsa pêwîstiya piştgiriya Amerîkayê bo referanduma Başûrê Kurdistanê, giringiya kurdistaneke serbixwe bo Amerîkayê, têkoşîna kurdan di şerê li dijî terorê û DAIŞê û guhertin û pêşhatên li Rojhilata Navîn kir.

Ernie Audino got: “DAIŞ ji nav nediçp, eger piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabaya. Piştî 2014ê, DAIŞê serkevtinên mezin bi dest xist û beşeke zêde ya xaka Iraqê kontrol kir, wê demê hat karîn ku rê li pêşveçûna DAIŞê were girtin ku Amerîka û Hikûmeta Herêma Kurdistanê planek danîn, bo rûbirûbûna wê rêxistinê.”

Audino da xuyakirin: “Eger em bixwazin rastgo (rastbêj) bin û gefan diyar bikin, hinek berjewendî hene ku dive Amerîka kar bike ji bo serxistina wan. Kurdistaneke serbixwe gelek gelek giring e, xala yekem ev e ku DAIŞ ber bi dawîbûnê ve diçe, lê belê eger Kurd nebana, DAIŞ rastî şikestê nedihat. Kurd bûn ku dawî bi desthilta DAIŞê anîn.”

Wî generalê amerîkî di berdewamiya axavtina xwe de diyar kir: “Amerîka piştevanê Kurd bû bo şikestdana DAIŞê û giring e ku Amerîka li ser wê piştevaniya xwe berdewam be. Ti alayeke DAIŞê li ser metreke xaka Kurdistanê pêl nade, ev gelek giring e û destkevteke mezin e.”

Gen. Ernie Audino amaje bi wê yekê jî kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê devereke demokratîk a gelek gelek giring e, destnîşan kir: “Bi rastî em dixwazin serxwebûna Kurdistanê were bidestxistin. Di heyama 70 salên bihorî de me nekariye piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin, ev yek di demekê de ye, ku di destûra me de amaje bi mafê çarenivîsê hatiye kirin. Herêma Kurdistanê tekane dever e li wê herêmê ku dive em piştgiriya wê bikin û bi vê rêyê em dikarin rûbirûyê gefên Îranê bibin.”

rudaw

Amerîka budçeya xwe ya berevaniyê zêde dike

Komîteya Tehsîsatan a Meclîsa Nûnerên Amerîkayê budçeya darayî ya wezareta berevaniyê  ji 639 milyar dolarî derxist 658 milyar dolarî.

Komîteya Tehsîsatan a Meclîsa Nûnerên Amerîkayê budçeya darayî ya 2018an a Wezareta Berevaniyê ku bi destê hikûmetê wek 639 milyar dolar hatibû daxwazkirin derxist 658 milyar dolarî û şand ber destên Lijneya Giştî ya Meclîsa Nûneran.

Serokê Komîteyê Rodney Frelinghuysen derbarê mijarê da daxuyanî da û destnîşan kir dixwazin artêşa Amerîkayê kêmasî û daxwazên xwe yên ji bo çek û cebilxaneyan temam bike.

Rodney Frelinghuysen wiha got: “Niha divê em artêşa xwe ji nû va ava bikin û welatê xwe biparêzin.”

Pêşnûma piştî ji Lijneya Giştî ya Meclîsa Nûneran derbas bû, tevî qanûna budçeyê ya senato amade dike divê bi destê senatoyê bê qebûlkirin.

 

 

rudaw

Li Swêdê piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê (KNKS) û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS), ku mezintirîn rêxistina Kurd li Swêdê ye û zêdetirî 40 komeleyên Kurd li xwe digre piştgiriya xwe ji bo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ragihandin.

Li ser malpera FKKSê hat ragihandin ku ew bi kêfxweşî pêşewazîya biryara referandûma serxwebûnê dikin û dê çalakiyên piştgiriyê li dar bixin.

Di daxuyaniya FKKSê wiha hat gotin: “Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi kêfxweşî pêşewazîya biryara Seroktîya Herêma Kurdistanê û partî û tevgeran dike ku ewê di 25ê Îlona 2017ê de li başûrê welatê me ji bo serxwebûna Kurdistanê referandûm li dar bixin.

FKKS piştgirîya referandûma serxwebûnê dike û di vî warî de dê xebat û çalakî organîze bike û piştgirîya çalakîyên di vî warî de bike.”

Başûrê Kurdistanê dê bibe pêngava Kurdistana mezin

Ji aliyê din ve Komeleya Nivîskarên Kurd Li Swêdê jî biryara referandûma serxwebûnê li hemû kurdistaniyan pîroz kir.

KNKS diyar kirk u roja biryargirtinê û roja referandûmê dê di dîroka Kurdistanê de cihên xwe yên taybetî bigrin û Lewra herdu roj jî, berhemên tekoşîn, berxwedan û xebata kurdan bi xwe ye û xewn û xeyalên kurdîstaniyan yên bi sedsalan bi cî dikin.

Di daxuniya KNKSê de hatiye ragihandin: “Neteweya Kurd bi berxwedanek bêhempa li herçar beşên Kurdistanê, ji bo mafên xwe yên rewa, li dijî dagîrkerîyê û ji bo sererastkirina neheqîya dîrokê têdikoşe.
Îro kês û derfeteke yekta û dîrokî ji bo neteweya Kurd  derketîye holê.

Tevgera sîyasî ya Kurdistanê pêwîst e ku li gor vê kês û derfeta dîrokî bi hemahengî, hişmendî û li gor berjewendîyên neteweyî tevbigere.”

KNKSê bangî hemû Kurdistaniyan dike û radigihîne pêwîstîya gelên Kurdistanê îro ji hemû deman bêtir bi hevahengî yekîtî û aştîya navxweyî heye.
Di bedewaniya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Referandûm a serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê bibe pêngava yekem ya serxwebûna Kurdistana mezin û dê bibe derfeta sererastkirina dîrokê.Em di vê baweriyê de ne ku wê sedsala 21an bibe ‘Sedsala kurdistanîyan.’

Gelên Kurdistanê divê di tekoşîna xwe ya ji bo mafên rewa û rûmeta neteweyî de refên yekitî û berxwedana xwe xurtir bikin da ku bikaribin li dijî hemû astengan, dek û dolabên dijminên Kurdistanê rawestin û hewildanên xwe yên ji bo serxwebûn û azadîya Kurdistanê geştir bikin.”

rudaw

Hejmara kesên ji kolerayê mirine gihişt 605 kesan

Rêxistina Tendurustiya Cîhanî ragihand, tenê di nav 5 hefteyên derbasbûyî de li Yemenê 605 kesan jiber kolerayê canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya Rêxistina Tendurustiya Cîhanê de hatiye gotin, ku nexweşiya kolerayê li 19 bajarên Yemenê belav bûye û hejmara kesên ev nexweşî girtine gihitşiye 73 hezar û 700 kesan.

Li gorî daxuyaniyê roja pênşem û îna derbasbûyî (1 û 2ê Hezîrana 2017) 73 kes mirine û bi vî awayî hejmara kesên canê xwe ji dest dane bûye 605 kes.

Piraniya qurbaniyên nexweşiyê li bajarên bin kontrola Hussiyan û serokê berî yê Yemenê ne, tenê li 3 bajaran heta niha ti nîşanekê kolerayê nehatiye dîtin.

Beriya çend rojan jî rêsitina UNICEFê ragihandibû, ku her roj nêzîkî hezar zarokan jiber zikçûnê digihînin nexweşxaneyan. UNICEF dibêje, ji sedî 40ê kesên ji kolerayê mirine zarok in, her roj herî kêm 4 zarokên yemenî ji kolerayê dimrin.

 

Rudaw

Gatîlov: Hevdîtinên Cinêv-6 bê encam man

Navenda Nûçeyan – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Gennady Gatîlov ragihand, Hevdîtinên Cinêv-6 ên di navbera hêzên dijbereyê û hikûmeta Sûriyê de bê encam man û ti encamek ji danûstandinên vê gerê derneket.

Roja Înê 19ê Gulana 2017ê, li bajarê Cinêv ê paytêxta Swîsê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got, Nûnerê Sekrêterê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Staffan de Mistura, roja destpêkirina hevdîtinên Cinêv -7 diyar nekir.

Hevdîtinên Cinêv-6 ên di navbera hêzên dijbereyê û hikûmeta Sûriyê de, 16ê meha Gulanê di bin çavdêriya Nûnerê Sekrêterê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Staffan de Mistura li bajarê Cinêvê hatibû destpêkiribûn.

Li gorî agahiyan, îro piştî 3 rojan ji birêveçûna wan danûstandin, hevdîtinên Cinêv-6 bi fermî bi dawî bibin, lê belê ti encamek li wê gera hevdîtinan derneket holê.
Di hevdîtinên Cinêvê de nûnerên Rûsyayê jî amade dibin û çavdêriya birêveçûna danûstandinên navbera dijbere û hikûmeta Sûriyê dikin.

-Rudaw

Biryara nû ya Amerîkayê ya li ser Sûriyê

Amerîka sezayên nû li ser hin kesayetî û saziyên ser bi hikûmeta Sûriyê ve sepand.

Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê ragihand, bi sedema beşdarbûna wan bi awayekî rasterast an jî nerasterast di piştevanîkirina hikûmeta Sûriyê bo binpêkirinên li dijî gelê wî Sûriyê de, wan 5 kesayetî û saziyên Sûrî xistine di nav lîsteya cezakirinê de.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê diyar kir, di nav kesên ku hatine cezakirin, Mihemed Ebas heye, ku ji malbata Ramî Mexlûf bazirganê navdarê Sûriyê ye, ku di sala 2008an li jêr sezayên abbûrî yên Amrîka de ye.

Hewiha cezayên amerîkî, Dezgeha Bustan a Xêrxwaziyê jî li xwe digire, ku di lîsteya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê de weke dezgeheke ser bi kesên tawanbar ên di hikûmeta Sûriyê de hatiye binavkirin.

 

Rudaw

Rûsyayê projeya li ser Sûriyê veto kir

Rûsyayê projebiryara derbarê êrişa kîmyayî ya li Xan Şêyxûn a Sûriyê li Encumena Asayişa Navdewletî veto kir.

Encumena Asayişa Navdewletî ji bo gotûbêjkirina projebiryara welatên Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ya derbarê êrişa kîmyayî ya du heftî berî niha ya li bajarokê Xan Şêyxûn a Sûriyê de di civînê de ye.

Piştî destpêkirina gengeşe û gotûnêjên derbarê vê projebiryarê de, Encumena Asayişa Navdewletî deng li ser wê projebiryara taybet bi bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê da.

Lê belê Rûsyayê dijatiya xwe ji bo vê projebiryarê aşkere kir û mafê xwe yê Vetoyê bi kar anî û ji ber bikaranîna Veto ji aliyê Rûsya ve ew projebiryar nehat qebûlkirin.

Amadekirina vê projebiryarê ji Aliyê Amerîka, Brîtanya û Fransayê ve, wek bersivekê li hember bikaranîna çekên Kîmyayî li dijî bajarê Xan Şêyxûnê li Idlibê hat, ku di 4ê vê mehê de rû da û ei encamê de zêdetirî 100 welatiyên sivîl ên Sûriyê jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.

Di dema dengdanê de, Rûsya veto bikar anî, û Bolîviya jî li dij derket, û Çîn, Kazaxistan û Etiyopiya jî ne li dij bûn û ne jî bi porjebiryarê re bûn.

Herwiha 10 welatan jî dengê Erê dan, lê belê di encamê de ew porj biryar ji ber vetoya Rûsyayê nehat qebûlkirin.

 

rudaw

Merkel û Trump li Koşka Sipî hevdîtinek kirin

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel li Koşka Sipî bi Serokê Amerîkayê Donald  Trump hevdîtin pêk anî.

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Serokê Amerîkayê Donald  Trump piştî hevdîtinê li Koşka Sipî konferansa rojnamevaniyê li dar xistin.

Donald Trump di konferansê de diyar kir, dixwaze hilberîna pîşesaziyê bihêztir bike û di vê mijarê de hêza jinan jî dixwaze zêde bike.

Trump destnîşan kir, divê welatên endamên NATOyê ji aliyê madî ve hinekî din jî beşdar bin û herwiha ev mijar bi Merkel re axiviye.

Donald Trump cardin biryardariya xwe ya têkoşîna li dijî terorîzmê anî ziman.

Herwiha Trump aşkere kir,  ew dê bi Merkel re mijarên bazirganiyê jî biaxivin û got, ew dikarin siberojeke ku hemû welatî bi ewlehî bijîn, bi hev re ava bikin.

 

Rudaw

Pentagonê bîlançoya şerê li dijî DAIŞê eşkere kir

Wezareta Berevaniya Amerîkayê, bîlançoya şerê li dijî DAIŞê ya ji 8ê Tabaxa 2014an heta 1ê Çileya 2017an eşkere kir.

Li gor amarên Wezareta Berevaniya Amerîkayê, di navbera vê demê de ji ber têkoşîna li dijî DAIŞê 11.4 milyar dolar çûne. Ev jî dibe ku ji bo her rojekê 12.7 milyon dolar hatiye xerckirin.

Ji ber ku hêzên Hevpeymaniya li dijî DAIŞê, bi piranî êrîşên esmanî pêk tînin, ji van hejmaran ji sedî 64ê wê, ji aliyê fermandariya esmanî ve hatiye xerckirin.

Herwiha leşkerên perwerdekar û leşkerên bejahiyê yên Amerîkayê jî li Iraqê hene û ji ber vêya jî, ji sedî 16ê van hejmaran ji bo leşkeran hatine bikaranîn.

Weke din hat diyarkirin, ku ji sedî 12ê van pereyan jî, ji bo Hêzên Deryayî çûne.

Di şerê li dijî DAIŞê de gelek hêzên taybet ên Amerîkayê, li gel Pêşmerge di operasyonên taybet de cih digirtin. Xerckirinên hêzên taybet jî, ji sedî 8 e.

Ji 8ê Tebaxa 2014an heta 22ê Sibata 2017an, hêzên Amerîka û hevpeymaniyê, li dijî DAIŞê 18 hezar û 458 operasyon pêk anîn. Ji van operasyonan 11 hezar û 160ê wê, di nav sînorên Iraqê û 7 hezar û 298ê wê jî di nav sînorên Sûriyê de hatine lidarxistin.

Ji 14 hezar û 542 operasyonên ku Amerîkayê li dar xistine, 7 hezar û 573ê wê li Iraqê û 6 hezar û 969ê wê jî li Sûriyê hatine pêkanîn.

Ji 3 hezar û 934 operasyonên ku ji aliyê welatên din ên hevpeymaniyê ve hatine kirin, 3 hezar û 587ê wê li Iraqê û 347ê wê jî li Sûriyê hatine lidarxistin.

Li Iraqê welatên Awusturya, Belcîk, Kanada, Danîmark, Fransa, Urdin, Holanda û Brîtanya beşdarî operasyonan bûn.

Li Sûriyê jî Awusturya, Behreyn, Kanada, Danîmark, Fransa, Urdin, Holanda, Erebistana Siûdî, Tirkiye, Îmarat û Brîtanya tevlî operasyonan bûne.

Li gor rapora Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, ji 8ê Tebaxa 2014an heta 6ê Sibata 2017an, hêzên hevpeymanî û Amerîka 138 hezar û 136 car firoke rakirine. Herwiha hatiye destnîşankirin ku hin firoke ji bo operasyonê û hin jî ji bo piştgiriya zanyariyê ya operasyonên bejahiyê hatine rakirin.

Komandoyên nû yên Amerîkayê gihîştin Rojava

Hevpeymaniya li dijî DAIŞê ya ku bi pêşengiya Amerîkayê hatiye pêkanîn, aşkere kir, ku ji bo operasyona Reqayê, hêzeke din a komandoyên taybet ên Amerîkayê, li bakurê Sûriyê hatine bicihkirin.

Berdevkê Hevpeymaniyê John Dorrian bi daxuyaniyekê diyar kir, hêza ku hatiye Sûriyê, li gel şirêkên Amerîkayê yên weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hevpeymana Ereb a Sûriyê dê tevbigerin.

Dorrian destnîşan kir, leşkerên Amerîkayê yên ku li Sûriyê hatine bicihkirin, dê li bereyên pêş şer nekin.

Herwiha John Dorrian got: “Em qala 400 leşkerên nû dikin. Ew dê bi awayekî demkî li wir bimînin.”

Pêştir jî li Sûriyê 500 leşkerên Amerîkayê hebûn û di şerê li dijî DAIŞê alîkarî didan hêzên kurdî yên li Bakurê Sûriyê.

Îro hin zanyarî ketibûn destê medyaya Amerîkayê ku îdia dikirin, komandoyên Amerîkayê li kampeke bi dûriya 25 kîlometreyan ji bakurê Reqayê bi cih bûne.

 

Rudaw

Mîtînga Taner Yildiz hat betalkirin

Almanya civîna Wezîrê Berê yê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz betal kir.

 

Biryar bû îro duşemî, Wezîrê Berê yê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz li navçeya Kelsterbach a eyaleta Hessen a Almanyayê kombûneke cemawerî li dar bixitibiba, lê belê hikûmeta Almanyayê rê bi lidarxistina wê kombûnê neda.

 

Li gorî agahiyan, biryar bû ew civîna Taner Yildiz a bi tirkên li Almanyayê re li salona Conference & Event Centerê û di saet 19:30î de bihatiba lidarxistin.

 

Ji ber betalkirina girêbesta kirêya salonê, civîna Yildiz birêve neçû.

 

Navenda Hemahengiya Hilbijartinan a AK Partiyê ya li Derveyî Welat aşkera kir, ew ji bo dîtina saloneke din dixebitin.

 

Hefteya borî  Almanyayê civînên Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag û Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê Nihat Zeybekci jî betal kiribû

Derbarê ‘Navçeya Aram’ de 15 pirs

Di dawiya meha derbasbûyî de Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman da WEzareta Berevaniyê (Pentagon) da ku ji bo avakirina “navçeyekî aram” anku dijî firînê li Sûriyê projeyekî amade bike. Rojek piştî eşkerekirina vê fermanê Trump li ser vê mijarê bi rêya telefonê ligel Şahê Erebîstana Siûdî Selman bîn Ebdûlezîz axivî.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî Trump ji Şahê Siûdî xwest ku piştgiriyê bide plana navçeya aram a li Sûriyê û Yemenê û Şah Selman jî ji bo piştgiriyê razî bûye.

Di dema kampanya hilbijartinan de Donald Trump û cigirê wî Mike Pence gelek caran behsa avakirina “navçeyeke aram” li Sûriyê kiribûn.

We diyar e, ku ew propaganda û dirûşmên wê deme niha dibin parçeyek ji siyaseta Amerîkayê. Ji lewra lêkolînerê Civata Pêwendiyên Derveyî Amerîkaytê Micah Zenko di wê baweriyê de ye, ku beriya pêkanîna vê plane divê rêveberiya Trump bersiva hinek pirsan bide.

Zenko, ku ev 15 sal in di vê mijarê de lêkolînan dike, diyar dike ji bo avakirina navçeya aram divê bersiva 15 pirsan bê dayîn.

Yek: Armanca siyasî ya avakirina navçeya aram çi ye? gelo navçeya aram ji bo koçberan penageheke aram dabîn dike yan dibe karta guvaşê li ser dema danûstandinan?

Du: Gelo ti bingeheke yasayî, destûrî û navxweyî yê avakirina navçeyeke wiha heye? Wate, gelo destûra Sûriyê rê dide li ser axa wî navçeyek wiha bê avakirin? Beriya niha hikûmeta Sûriyê çendîn caran dijitiya xwe ji bo plana avakirina navçeya aram anku ya li dijî firînan eşkere kiribû.

Sê: Madam hikumeta Sûriyê li dijî vê plane ye, çi bingeheke yasayên navdewletî ji bo vê plane heye? Gelo ma ti biryarname yan jî yasayekî Civata Ewlekariya Navdewletî heye, ku piştgiriyê bide plana rêveberiya Amerîkayê?

Çar: Li Sûriyê û Yemenê şerekî piralî yê navxweyî heye. Bi hûr û kûr, ev navçeya aram li kê dera Sûriye û Yemenê dibe? Sedemên avakirina navçeya aram li van deran çi ne?
Pênc: Gelo dê hemwelatiyên medenî û çekdarên grûbên dijbereyê dê bi heman şêweyê bên parastin? Eger çekdar neyên parastin, ji bo ji hev cudakirina kesên sivîl û çekdaran çi tê kirin, an ku çawa dikare bê zanîn ka çekdar xwe di nav sivîlan de venaşêrin?

Şeş: Gelo dê xelkê sivîl ji şer bên parastin an ne? Ji ber ku di şerê Sûriye û Yemenê de piranî sivîl zirarê dibînin.

Heft: Teybetmendiyeke din a şerê Sûriyê û Yemenê ew e ku hêzên derve û yên navxweyî beşdarê şer dibin. Gelo dê xelkê sivîl ji gefa her du aliyan bê parastin an ne? Gelo dê xelkê li navçeya aram dimîne ji êrîşên Sûriye û Rûsyayê bên parastin? Gelo li Yemenê dê sivîl ji êrîşên Erebîstanê bên parastin?

Heşt: Ji bo parasatina herêma ewle anku navçeya aram dê kîjan welat hêzên xwe yên leşkerî bişîne? Bi teybet di vê demê de beşdarbûna vê plane dê pirsgirêkên mezin di navbera wab û welatên din ên piştgirê rejîmê de derbixe.

Neh: Kîjan welat an jî grub dê alîkariya mirovî pêşkeş bike? An jî dê kîjan hêz bikare serdana xelkê van navçeyan bike?

Deh: Kîjan dewlet bi çi şêweyî garantî dide ku mafê çavdêrî û parastina navçeya aram ji bo armancên xwe yên leşkerî û siyasî bikar nayne?

Yazdeh: Kîjan welatê cîran rê yan jî alîkariyê dide da ku welatên beşdarî plana navçeya aram dibin leşkerên xwe li wir bicîh bikin an jî esmanên wan ji bo firînê bikar bînin?

Danzdeh: Fermandariya navendî û biryara dawî di destê kîjan hêzê de dibe?

Sêzdeh: Gelo beşdarbûna welatan dê tenê di warê leşkerî de be yan dê alîkariya medenî û mirovî jî hebe?

Çardeh: Dibe ku grûbên çekdar navçeya aram ji bo xwe weke stargehekî bikar bînin û xelkê ji vir bikêşin navxwe. Gelo li hember vê egerê ti planeke serbazî heye?

Panzdeh: Ji bo pêkanîna vê plane pêwîstî bi çavkaniya darayî heye. Kî û di bin çi navî de vê pereyî dabîn dike?

Amerîkayê avek sar bi ser Rojavayê Kurdistanê de kir!

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, Amerîka li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) li dijî avabûna statûyeke xweser ji bo kurdan e.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, John Kirby derheqê rewşa Sûriyê de ji rojnamevanan re axivî û ragihand, piştî agirbestê û bidawîhatina şer li Sûriyê divê rêveberiyek li wî welatî pêk were ku tevahiya Sûriyê birêve bibe.

John Kirby di bersiva vê pirsa Rûdawê de ku “kurdên Sûriyê daxwaza sîstemeke federal dikin, gelo Amerîka piştgiriya vê yekê dike?” got, eger hûn ji min dipirsin gelo Amerîka herêmeke xweser ji bo kurdan dixwaze yan na, ez dibêjim na. Me gellek caran gotiye û em cardin jî dibêjin ku em Sûriyeke hevgirtî û bêyî cudahiya mezhebî dixwazin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka anî ziman ku li Sûriyê şer kêm bûye û derheqê qedera Serokê Sûriyê Beşar Esed de jî got, helwesta me li ser vê mijarê pir zelal e. Em bawer nakin cihê Esed di paşeroja Sûriyê de hebe ji ber wê jî em dixwazin li Sûriyê hikûmetek were avakirin ku Esed tê de nebe.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî çend roj berê bang li kurdên Rojavayê Kurdistanê kiribû, bi hev re bibin yek û federasiyonê bixwazin.

Rudaw

Ermenistan: Tirkiye xwe ji qirrkirina kurdan re amade dike!

Wezîrê Derve yê Ermenistanê Edward Nalbendiyan hişyarî da û ragihand, Tirkiye xwe ji bo jenosîda (qirrkirin) kurdan amade dike!

Edwar Nalbendiyan, li zanîngeha dewletê ya paytext Êrîvanê de di merasimekê de axivî û ragihand, Tirkiye xwe ji qirrkirina kurdan re amade dike.

Nalbendiyan diyar kir ku Tirkiye dixwaze ewa ku anî serê ermeniyan, bîne serê kurdan jî, ji ber wê jî nabe dinya li hember vê yekê bêdeng bimîne.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî beriya niha di bersiva rexneyên Serokwezîrê Tirkiyê de ku li bajarê Çewligê gotibû “diçin Rûsya mîna çeteyên ermenî, nûnertiyê vedikin” gotibû, ev dibêjin “me sala 1915 çi anî serê ermeniyan emê bînin serê we jî.

Rudaw

Wezîrê Parastina Rûsya çû Îranê

Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Shoygu îro di çarçoveya serdaneke fermî de çû Îranê.

Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Shoygu îro yekşemî 21ê Sibatê di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt bajarê Tehran ê paytextê Îranê.

Li gor agahiyan, Sergey Shoygu dê di vê serdana xwe de derbarê şandina sîstema bergiriya esmanî ya S-300 bo Îranê, girêbestên leşkerî bi Îranê re û herwiha nirxandina şerê Sûriyê de bi rayedarên Hikûmeta Îranê re gotûbêjan bike.

Serdana Shoygu bo Îranê piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Îranê Hisên Dêhqan bo Rûsya di hefteya borî de tê.

Biryar bû di maweya serdana Wezîrê Parastina Îranê bo Rûsya de sîstema mûşekî ya S-300 a Rûsya bo Îranê bê şandin, lê belê ew yek pêknehat.

Berdevkê Serokê Rûsya Dmitry Peskov derbarê neşandina sîstema S-300 bo Îranê de ragihand, dema şandina wê sîstemê bo Îranê hêj nediyar e, lê belê Tehranê li ser wê mijarê ti daxuyanî nedaye.’
Îran heyama 8 salan e li benda sîstema mûşekî ya S-300 a Rûsya ye, lê belê ev cara sêyem e ku proseya şandina wê sîstemê bo Îranê tê paşxistin.

Di sala 2007an de Rûsya û Îran li ser sîstema mûşekî ya S-300 de rêkevtinek bi hev re îmza kirin ku li gor wê rêkevtinê gerek Rûsya heya sala 2010an wê sîstemê radestî Îranê bike, lê belê ji ber cezayên Encumena Asayişa Navdewletî, Rusya şandina wê sîstemê bo Îranê sekinand..

Serokê Rûsya Vladimir Putin hingê red kir, ku sîstema S-300 bide Îranê, li hember wê yekê jî Îranê daxwaza 4 milyar dolar wek qerebûyê kir.

Piştî lihevkirina atomî ya Îranê ligel welatên 5+1, Rûsya cardin ragihand, ku amade ye sîstema S-300 bide Îranê.

Herwiha Îranê ragihand, ku dixwaze girêbestên nû yên kirrîna çekan bi Rûsya re îmza bike. Rayedarên Îranê dan xuyakirin, ku jibilî sîstema S-300, Îran dixwaze balafirên pêşketî yên SU-30 û sîstema S-400 jî ji Rûsya bikirre.

Derbarê wê yekê de Wezîrê Parastina Îranê Hisên Dêhqan çedn roj berî niha ragihandibû: “Hêza Esmanî ya Îranê pêwîstî bi balafirên SU-30 heye, herwiha pêwîstî bi sîstema esmanî ya S-400 heye. Di çend rojên borî de emê çend girêbestan ligel Rûsya îmza bikin ku buhayê wan girêbestên Îranê pêşkêşî Rûsya kirine, zêdetirî 8 milyar dolarî ne.”

Ji aliyekê din ce çavkaniyekî ji Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand, Îranê daxwaz kiriye ku Rûsya balafira SU-SMA-30 bifiroşe wî welatî. Wî çavkaniyê Rûsî aşkere kir, ku Îranê daxwaz ji şîrketa Arkotsk kiriye ku 60 balafirên SU-MK jî bide wî welatî.

Pisporê leşkerî yê Amerîkayê li Washingtonê David Magomda ragihand, kirrîna sîstema S-400 û balafira SU-30 ji aliyê Îranê ve kirîzek mezin li Rojhilata Navîn çêdike û balansa hêzê ku niha têk çûye, hinek din jî di berjewendiya Îranê de tê guhertin.

Çavkaniyekî îstixbaratî yê Amerîkayê jî amaje bi wê kir, ku Îran tenê balafirên SU-30 nakirre, belku dixwaze ligel Rûsya rêkevtinekê bike ku ew curê balafira şer li Îranê bê çêkirin û ew yek jî dê bandorek mezin li ser devera Rojhilata Navîn hebe. Li gor raporta îstixbaratî ya Amerîkayê, niha pêşkevtîtirîn balafirên Îranê, F-14 û MIG-29 in.

Girêbestên leşkerî yên Tehran û Moskowê di demekê de ne, ku kirîzên Rojhilata Navîn roj bi roj zêdetir dibin.

rudaw

Merkel: Rewşa Hewlêr û Bexdayê bifikar e

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, derbarê peywendiyên Hewlêrê û Bexdayê de got, rewş nebaş e.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li Brûselê beşdarî Lûtkeya Liderên Yekîtiya Ewropayê bû û ragihand, ew rewşa Herêma Kurdistanê û krîza koçberiya li herêmê bi nêzîk ve dişopîne.

Angela Merkel diyar kir ku, ji bo avakirina herêmên Iraqê yên ji rêxistina DAIŞê hatine rizgarkirin dê 500 milyon euro bidin.

Merkel pirsa peyamnêra Rûdawê Ala Şalî ya derbarê peywendiyên Hewlêrê û Bexdayê de wiha got: “Hûn niha dibêjin Bexda pere nade Hewlêrê. Ez bitemamî ji vê mijarê ne agahdarim, lê di her halî de rewş nebaş e û bifikar e.

Serokwezîra Almanyayê berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Daketina buhayê petrolê, ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê nebaş bû. Heyder Ebadî gotibû ji sedî 90 dahatên Iraqî ji petrolê tê. Ji aliyê din ve tê gotin Herêma Kurdistanê petrolê yekser difiroşe û nirxe wê ji bo hikûmeta navendî ya Iraqê naşîne. Ev bixwe dizanin dê çawa pere xwe belav bikin.”

rudaw