Archiv der Kategorie: Tirkiye

Serokwezîrê Tirkiyê: Em yekîtiya Iraqê dixwazin

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî  Yildirim biryara referandûmê ya Herêma Kurdistanê weke biryareke “bê berpirsiyarî” nirxand û got, ku ew naxwazin Iraq perçe bibe.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî  Yildirim piştî nimêja Înê ya li Enqerê, bersiv da pirsên rojnamevanan û behsa referandûma Başûrê Kurdistanê kir, ku biryare roja 25ê Îlona 2017ê were encamdan.

Yildirim derbarê pirseke liser biryara referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, got: “Nêrîna me zelal e. Em yekîtiya axa Iraqê dixwazin. Em dixwazin hemû welatiyên Iraqê li ser dewletekê û bi hevre bijîn. Jixwe li herêma me bi gelek pirsgirêk hene. Nêrîna me ew e, ku pêwîst nake pirsgirêkên nû derbikevin. Ev biryar bi bê berpirsiyarî hatiye girtin.”

Hêjayê gotinê ye, ku Wezareta Derve ya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de gotibû: “Li gorî me ev dê bibe xeletiyeke mezin. Siyaseta Tirkiyê ya derbarê Iraqê de ew e, ku axa Iraqê parçe nebe û yekîtiya siyasî were parastin.”

 

rudaw

Mîtînga Taner Yildiz hat betalkirin

Almanya civîna Wezîrê Berê yê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz betal kir.

 

Biryar bû îro duşemî, Wezîrê Berê yê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz li navçeya Kelsterbach a eyaleta Hessen a Almanyayê kombûneke cemawerî li dar bixitibiba, lê belê hikûmeta Almanyayê rê bi lidarxistina wê kombûnê neda.

 

Li gorî agahiyan, biryar bû ew civîna Taner Yildiz a bi tirkên li Almanyayê re li salona Conference & Event Centerê û di saet 19:30î de bihatiba lidarxistin.

 

Ji ber betalkirina girêbesta kirêya salonê, civîna Yildiz birêve neçû.

 

Navenda Hemahengiya Hilbijartinan a AK Partiyê ya li Derveyî Welat aşkera kir, ew ji bo dîtina saloneke din dixebitin.

 

Hefteya borî  Almanyayê civînên Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag û Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê Nihat Zeybekci jî betal kiribû

Dadgehê Demirtaş bi cezayê zîndanê mehkûm kir

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji aliyê Dadgeha 2yemîn a Asilye ya navçeya Bazîd a ser bi parêzgeha Agiriyê, bi 5 meh cezayê zîndanê hat mehkûmkirin.

 

Li gorî agahiyan, îro sêşemî 21ê Sibata 2017ê, ji Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş re bi hinceta “Bêrêzî li neteweya Tirk, li dewleta Komara Tirkiyê û saziyên dewletê kiriye” 5 meh cezaya girtîgehê hate dayîn.

 

Dadgeha 2yemîn a Asliyeyê ya Bazîdê, di derheqê  Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de bi hinceta ““Bêrêzî li neteweya Tirk, li dewleta Komara Tirkiyê û saziyên dewletê kiriye” 5 meh cezaya girtîgehê da.

 

Rudaw

Li Stenbolê operasyon: 58 kes hatin girtin

Li navçeyên bajarê Stenbolê polîsan bi ser gelek navşînan de girtin û hat ragihandin ku herî kêm 10 rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatine desteserkirin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê li 74 navnîşanên cuda yên bajarê Stenbolê operasyonek ji bo girtina 75 kesan li dar xistin.

Li gora ragihandineke birêveberatiya ewlekariya Stenbolê, di çarçoveya lêkolînan û eşkerekirina “şaneyên nihênî yên PKKê” di nava bajar de, Serdozgeriya Giştî ya Komara Tirkiyê li Stenbolê fermana girtinê ji bo 75 gumanbaran derxist.

Hêzên ewlekariyê jî operasyoneke berfereh li 74 navnîşanên cuda yên wî bajarî lidar xist û têde 58 kes hatine girtin û hîna ew operasyon berdewam e.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê piştî encamdana pişkinînan, li gorî medya tirkî dest danîn ser 4 embarên fîşekên klaşnîkofan û herwiha 2 demançe, 100 kîlogramên kokaînê û 3 kompûteran û hejmareke zêde ya belgeyan.

Polîsan ew kesên ku desteser kirin, birin Şaxa Têkoşîna Dijterorê ya Miduriyeta Ewlehî ya Stenbolê.

Erdogan biryara ‘referandûmê’ erê kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, pêşnûmeya guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyê erê kir.

Li gore vê yekê, têpayîn 60 roj piştî ku yasa di Rojnameya Fermî de bê ragihandin dê sindoqên dengdanê bên danîn.

Tê gotin, ku dê roja 16ê Nîsanê referandûm bê kirin lê biryara dawî dê ji aliyê Saziya Bilind a hilbijartinan ve bê dayîn.

Piştî ku Serokomarê Tirkiyê ev pêşnûme erê kir, li ser navê hikûmeta Enqerê Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş axivî û got; “Em bawer dikin, ku dê gelê me jî ji bo derbasbûna sîstema hikûmeta bi serokomariyê re bêje erê.”

Kurtulmuş daxuyand, ku dê ev modela rêveberiyê bibe sedema seqamgiriyê û got; “Ev hilbijartin ne li ser rejîmê ye. Divê mirov têgehiştinên xelet ji holê rake. Roja 16ê Nîdanê jî dê gelê me bibe xwediyê sîstemeke nû.”

Wezîrê Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyê Omer Çelîk jî got, ku ew bawer dike di sindoqan de jî biryara erêkirina vê yasayê derbikeve.

Enqerê derbarê Beşar Esed de helwesta xwe guhert

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ti roleke Serokê Sûriyê Beşar Esed di pêşeroja wî welatî de nabe.

Mevlut Çavuşoglu ku bi serdanekê li Spanyayê ye, derbarê rewşa Sûriyê û rola Beşar Esed di pêşeroja wî welatî de cardin tekezî li ser helwesta berê ya Enqerê kir.

Çavuşoglu di axavtinekê de li Enstîtûya Real Elcano ragihand, helwesta Tirkiyê derbarê Sûriyê de neguheriye û tekez kir, ku ti roleke Beşar Esed di pêşeroja Sûriyê de nîne.

Çavuşoglu got: “Qebûlkirina rejîmekê ku 600 hezar kes ji gelê xwe kuştiye û li dijî wan çekên kîmyayî bi kar aniye, wê rewşê rewa dike û dibe mînakek pir metirsîdar”.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê destnîşan kir, divê gelê Sûriyê bi xwe biryarê li ser pêşeroja xwe bide û tekez kir: “Ji bo wê çendê em kar dikin, ku rejîm û aliyên dijbereyê bînin ser maseya danûstaninê”.

Mevlut Çavuşoglu herwiha diyar kir, ku ji bo pêşerojê ew bi hêvî ne.

Ev daxuyaniya Çavuşoglu, guhertinekê nû di helwesta Tirkiyê derbarê çarenivîsa Beşar Esed de tê hesibandin, ji ber ku piştî nêzîkbûna Rûsya û Tirkiyê û hemahengî û hevkariya hevbeş a navbera her du welatan ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, Enqerê çend caran ragihandibû, ku bo çareseriya krîza Sûriyê, Esed dikare di qonaxa veguhêz de xwedî rol be.

Herwiha berpirsên Enqerê piştî nêzîkbûna ji Rûsya û birêveçûna civînên Astanayê, daxuyaniyên li dijî hikûmeta Sûriyê û Beşar Esed nedidan û çavdêran ew yek bi qebûklkirina rewşa defakto ya li Sûriyê ji aliyê Tirkiyê didan zanîn.

Li Stenbolê teqîn !

Li bajarê Stenbolê di encama teqînekê de herî kêm 10 kes mirin, gellek kes jî birîndar bûn.

Îro danê sibê li Meydana Sultan Ahmet a Stenbolê, teqînek çêbû. Li gorî medyaya Tirkiyê, di teqînê de herî kêm 10 kes mirin û gellek kes jî birîndar bûn lê nayê zanîn teqîn ji ber çi çêbûye.

Lê li gorî hinek çavkaniyan, dibe ku teqîn, êrişa xwekujî be. Tîmên lêkolînê û pûçkirina bombeyan li cihê bûyerê ne.

Walîtiya Stenbolê jî derheqê teqînê de ragihand, di teqînê de 10 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne û lêkolîn derbarê çawaniya teqînê de didomin.

 

Rudaw

Erdogan gef xwar: Hedê xwe bizanin !

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihan, li Tirkiyê pirsgirkêkeke kurdan nîne û derbarê akademîsyênên banga aşstiyê kirin de jî got, hûn nezan û tarî ne.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqereyê di Konferansa Balyozan de gotarek pêşkêş kir û têde behsa akademîsyenên ji ber rewşa şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê û qedexeya derketina derve kampanyayek pêk anîn kir.

Recep Tayyip Erdogan akademîsyenên tevlî kampanyayê bûne rexne kir û wihag got: “Ey rewşenbirên muswede, hûn tarî ne. Hûn rewşenbîr nînin. Hûn bi qasî ku navnîşana herêma Rojhilata Başûr û Rojhilat nizanin, nezan û tarî ne. Lê em wan deran bi qasî navnîşana malên xwe dizanin.”

Pirsgirêkeke kurdan nîne

Erdogan anî ziman ti pirsgirêkeke Tirkiyeyê bi welatiyên kurd re nîne û wiha domand: “Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke mîna ‘pirsa kurda’ tineye. Mîna her aliyekî welatiyên me yên kurd jî dibe ku problemên wan ên bi xwe û yên ciyê ku lê dijîn hebin. Em dikarin bi wan ra rûnin û wan probleman çareser bikin.”

Serokomarê Tirkiyê herwiha bang li Balyozê Tirkiyê yê li Amerîka yê kir û got: “Em Noam Chmskyê ku beriya niha jî derbarê rêxistinda terorîst de daxuyanî dayî vexwenin. Em ji van akademîsyenan brifîngê nastînin. Pêwîste ew hedê xwe jî bizanin.”

Çi bibû?

Ji ber rewşa şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê û qedexeya derketina derve, akademisyen ango mamosteyên zanîngehan li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê dest bi kampanyayekê kirin. Bi vê mebestê akademisyen li Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xistin û mebesta çalakiya xwe ji raya giştî re aşkere kirin.
Di nava akademisyenên ku îmze dane de bi dehan kesên li zanîngehên Ewropa û Emerîkayê kar dikin jî hene ku Noam Chomsky û Slavoj Zizek du navên hejmara kesên îmze dane gihiştîye nêzîkî 1200 kesan. Akademisyen dê rojên pêş di çarçoveya heman mijarê de hevdîtinan li gel derdorên siyasî û civakî pêk bînin.

 

Rudaw

Didu xwekuj li Enqerê hatin girtin

Polîsê Tirkiyê ragihand, 2 kesên xwekuj li paytexta wî welatî bajarê Enqerê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.

Medyayên Tirkiyê ji çavkaniyekî ewkehiyê yê wî welatî ve veguhastin, ku îro 2 kesên xwekuj li bajarê Enqerê ji aliyê hêzên polîs ên Tirkiyê ve hatin girtin.

Li gor zanyariyên medayayên Tirkiyê, her du kesên xwekuj dixwastin di şeva serê sala nû de li Enqerê teqînên xwekujî pêk bînin.

Hêzên ewlehiyê ew her du xwekuj li navçeya Mamak a girêdayî Enqerê girtine.

Polîsê Tirkiyê ragihandiye, piştî lêkolînan derketiye holê ku keêsn girtî ji Sûriyê ve hatine nav axa Tirkiyê û niyeta wan ew bûye ku di şeva cejna serê sala zayînî de li enqerê teqînên xwkeujî encam bidin.

Polîs herwiha daye xuyakirin, ku her du kesan di van demên dawiyê de mijûlî peydakirina cihekî guncaw û baş bo encamdana teqînan bûne û piştî lêkolînan aşkera bûye, ku di dawiyê de wan biryar daye li Qada Kizilay ya li Enqerê teqînan pêk bînin.

Derbarê nasnameya wan kesan de ti zanyarî nehatine belavkirin, herwiha nehatiye gotin, ku ew xwekuj ser bi çi aliyekê ne.

 

Rudaw

Li Sîlopiyê 4 jê giran bi dehan birîndar bûne !

silopi

Li navçeya Sîlopiyê dawî li êrişan nayê. Hat ragihandin ku di van saetan de 4 jê giran bi dehan kes birîndar bûne.

 

Li gorî agahiyên bi dest ketî li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê di encama êrişên polês û tîmên taybet de bi dehan kes birîndar bûne.
Li gorî agahiyan tîmên taybet li taxa Cûdiyê xwestine ku bi wesayîta têkevin taxê û li derdor gule reşandine û bi dehan welatiyên sivîl bûne hedefên guleyan.
Di encama êrişan de li taxa Cûdiyê malekê hilweşiya ye û Dîhayê ragihand ku gelek kes di bin enkazê de mane.
Sputnik

Li Cizîrê zarokek din hate kuştin

Li Cizîrê êriş bê navber berdewam dikin û dê encama êrişan hêzên dewletê de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn û zarokê bi navê Îbrahîm Akan ê 15 salî jî hat kuştin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrişên hêzên dewletê yên berdewam dikin. Dîhayê ragihand ku di encama êrişan de topa ji tangê hatî avêtin li malekê ket û di encama êrîşê de zarokê bi navê Îbrahîm Akin ê 15 salî hat kuştin.
Hat ragihandin ku di topbarana li hemberî taxên Yafes, Sur, Cudî û Nurê de gelek malan zirar dît. Li taxa Surê di encama topbarana bi tangan hatî kirin de zarokê bi navê Kasim û Kadîr Çomlek birîndar bûn û zarokê bi navê Îbrahîm Akin jî jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Akan û kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Sputnik

MGK ser bûyerên Bakurê Kurdistanê civiya

MGK

Desteya Ewlehiya Millî ya Tirkiyeyê (MGK) di civîna xwe ya îro de mijara bûyerên wê dawiyê yên li Bakurê Kurdistanê û krîza di navbera Rûsya û Tirkiyê de gotûbêj kir.

Desteya Ewlehiya Millî ya Tirkiyeyê, îro bi serkêşiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Koşka Serokomariyê civiya. Civînê nêzîkî 6 saetan berdewam kir.

Di daxuyaniya piştî civînê de hatî belavkirin de wiha hat gotin: “Hat diyar kirin têkoşîna li hemberî rêxitina terorîst a ku çalakiyên provakatif dike û jiyana hemwelatiyên têk dide, berdewam be.”

Derbarê krîza krîza di navbera Rûsya û Tirkiyê de jî wiha hat gotin: “Çalakiyên Rûsyayê yên li hemberî welatê me ku nayên qebûlkirine hatine nirxandin û tedbirên li hemberî van ên Tirkiyê bistîne bi awayekê hurgilî hatine gotibûjkirin.”

 

Rudaw

Demîrtaş: Emê hefteya bê biryara xweseriyê diyar bikin

demirtas.2

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş ragihand, dê di hefteya bê de kongeraya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li dar bixin û tê de xweseriya demokratîk gotûbêj bikin. Demîrtaê daxwaza ji hems aliyan kir piştgiriyê bidin berxwedana bakurê Kurdistanê.

Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattin Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Hevserokên Giştî yên KCDê Hatip Dicle û Selma Irmak, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ertugrul Kurkçu li Amede derbarê bûyerên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de daxuyaniyek hevbeş dan çapemeniyê.

Selahattin Demîrtaş bal kişand ser şer û pevçûnên li herêman Bakurê Kurdistanê û behsa hêza leşkerî ya Tirkiyê ya li Cizîrê kir û wiha got: “Hûn li hemberî 20 PKKyiyan bi 2 general û 10 hezar leşkeran li Cizîrê operasyona leşkerî dikin. Ma ev e qehremanî? Bi vê hêzê, bombekirina bajaran, êrîşa li hemberî gel a bi leşkeran we nîşanda ku hûn çiqasî belengaz in.”
Demîrtaş da zanîn heftaya bê li Amedê KCD dê kongreya xwe pêk bîne û ew jî dê tevlî wê kongereyê bibin.
Derbarê kongreyê û biryarên nû bidin de Dermîrtaş wiha got: “KCD dê hefteya bê li Amedê KCD kongreya xwe li dar bixe û em jî dê tevlî bibin. Ji bo xwerêveberî bê nîqaşkirin em ê tevlîbûneke xurt bikin, biryarên girîng bistînin û hemûyan jî bicih bikin. Bila bizanin em bi nîşandana lûleya tankan ji mirinê natirsin. Me tirsa mirinê ji zû ve ye derbas kiriye. Li her cihên ku hûn îro operasyonê lê dikin, tirs û panîk nîne. Rewşeke mîna cejn û şahiyê heye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de siyaseta AK Partiyê rexne kir û wiha got: “Hûn kî ne hûn dibêjin emê paqij bikin. Hûn kê ji kû derê paqij dikin. Hûn dê tenê bikaribin kanalîzasyonê vî welatî paqij bikin. Em mafdar in û em dê serbikevin. Ji 7 salî heya 70 salê em dê dest bidin hev. Em hewl didin bi gelê xwe re li her derê berxwedanê xurtir bikin”

Herwiha Hevserokê Giştî yê HDPê amaje kir ku di rojeva wan de mijara vekeşandina parlamenterên HDPê ji Parlamentoyê Tirkiyê nîne.

 

Rudaw

Li Cizîr û Silopiyê şer !

image

 

 

Li Cizîr û Silopiyê şer û pevçûn didomin

Hêzên ewlekariya Tirkiyê ketin nav taxên her du navçeyên Cizîr û Silopiyê û hate gotin ku di pevçûnan de welatiyek bi navê Salih Edîm jiyana xwe jidest daye.

Piştî ragihandina “qedexeya derketina derve” hêzên ewlekariya Tirkiyê li her du navçeyên Cizîr û Silopiyê operasyon dane destpêkirin. Hate gotin ku polis û tîmên tabet êrîşên giran dibin ser gelê Cizîrê û Cizîriyan jî tevahiya şevê li ber xwe dane û nehiştin hêzên ewlekariyê bikevin nava taxên wan.

Herwiha hate ragihand ku li taxa Cûdî, sivîlekî bi navê Salih Edîm ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatiye kuştin.

Parlamenterên HDP’ê dixwazin bikevin nava navçeyê, lê hêzên ewlekraiyê rê nadin.

Ji aliyê din ve li navçeya Silopî jî heman awayî leşker û polis bi tankanketine taxan. Li gor agahiyan leşker û polîsan nexweşxaneya dewletê ya navçeyê ji xwe re kirine biryargeh.

Derbarê rûdanên li herêmê de Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu ragihandiye ku gelek tank li navenda Silopiyaye hatine bicihkirin û tax tên topbarankirin.

Hêjayê gotinê ye ku Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu daxuyandibû ku wê heta aramî serdest be, li Cizîr û Silopiyê operasyon berdewam bikin.

Basnews

image

image

image

 

Li Cizîr û Silopiyê derketina derve hate qedexekirin

cizirabotan

Li navçeyên Cizîr û Silopiyê derketine derva hat qedexekirin.

Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su daxuyand ku li navçeyên Cizîr û Silopiyê ji saet 23.00an pê ve derketine derva hat qedexekirin.

Walî Su, Midûrê Ewlehiyê Bajêr Celal Sel, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Albay Samî Ozturan li walîtiyê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar dan. Rayedaran daxuyandin ku li navçeyên Cizîr û Silopiyê, ji saet 23.00an pêve derketine derva hat qedexekirin.

 

 

HDPê biryarek awarte da!

HDP

HDPê derbarê bûyerên li Bakurê Kurdistanê de biryarek taybet da.

Piştî aloztirbûna rewşa bajar, bajarok û deverên kurdî yên li Bakurê Kurdistanê û berdewamiya şer û pevçûnan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryareke awarte da.

HDPê ragihand, jibo ku bale bikişîne ser rewşa xirab a deverên kurdî, dê civîn axwe ya dahatî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê lidar bixe.

Li gor vê biryarê, HDPê dê roja sêşemiya vê hefteyê civîna xwe li Amedê lidar bixe.

Bajarê Amedê wek navenda herêmî ya Bakurê Kurdistanê tê naskirin.

Piştî şikestina agirbesta navbera Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 22ê Tîrmeh a îsal de, şer û pevçûnên tund di navbera gerîllayên PKK, çekdarên girêdayî YDG-Hê û leşkerên Tirkiyê de çê bûne û ji ber şer Artêşa Tirkiyê li gellek herêm û bajarên Bakurê Kurdistanê derketina derve dedexe dike û yan jî herêmên qedexekirî radigihîne.

Rojnameyên Tirkiyê – Sûra Diyarbekirê wêran bû!

image

Rojnameyên Tirkiyê – Sûra Diyarbekirê wêran bû!

-Rojev bi çend sernavan wiha ye; kêşeya peydabûyî di navbera Iraq û Tirkiyê de li ser şandina leşkerên Tirk bo Başîka û karvedanên wê. Tirkye ji Bexda daxwaz dike ku li Mûsil jî wek li Efganîstan formula ISAF bikar bê ango hêza NATO li wir bi cî bibe. Bexda hê jî bi israr dixwaze vê kêşeyê weke gilîkirin bişîne Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekgirtî. Tirkiye li pêşberî Cerablûsê li aliyê xwe hêzên leşkerî zêde kir. Dorpêça li ser navçeya Sûrê li Diyarbekir ku rabû û wêrankariya li pey mayî û reva ji navçeyê jî mijareke din a manşetan e.

STAR

-Me rojavayê Ferad girt…
Li Sûrî pêngava yekem hat avêtin ji bo herêma tampon. Li Entabê li Karkamişê li dergehê sînorî ji bo 15 rojan tedbîrên ewlehiya awarte hatin wergirtin. Erdogan; bala me lê ye ka bê çi dibe. Erdogan herwiha, ev herêmeke hessase û ji bo me girîng e ji hêla Tirkmanên ku lê dijîn. Li gor rewşê hin biryar dibe ku ji nû ve bên wergirtin eger pêwist be biguherin.

– Serokê Federasyona Karsazên li Rojhilatê başûrê Tirkiyê Şahîsmail Bedirhanoglû, kire gilî û gazin ji ber xendekan: Ewên ku di koşk û serayan de rûdinên bila werin sibehekê ji Sûrê li jiyanê binêrin. Li ber devê deriyan xendek, li aliyekî bombe li aliyê din mayîn. Bi tenê li Sûrê ji 7ê mehê ve 361 dikan top avêtin. 56 jê bar kirin, otela min ya bi 8 milyon dolaran me derê wê girt û karmend şandin malên wan..

YENİ ŞAFAK

Erdogan; eger Iraq tedbîr wernegire ji ber gefa terorî ku ji hêla wan ve bi ser me de were, hingê emê bi xwe wergirin. Halêhazir jî leşkerên ku derbas bûn dê venegerin.

– Ji bo rojavayê Ferad li nav Sûrî, leşkerên Tirk amade ne ku pêwist be dê êrîş bikin.

– Ji bo Başîka rêçareya ISAFê tê gotûbêjkirin ku li Efganistan pêk hatibû. Şêwirdarê Wezareta Derve Ferîdûn Sînirlîoglû û yê MÎTê Hakan Fîdan li Bexdayê bi hikûmetê re li ser vê planê gotûbêj kirin. Ji biliî Tirkiyê dê Almanya û Amerîka jî perwerdahiyê bidin hêzên şervan.

– Muqteda El Sedr gef li Tirkiyê xwar ku amade ne ew jî li dij leşkerên hatin şandin, şer bikin. Besra malê ku ji Tirkiyê tê, boykot dike. Sibe jî dê meşekê li dar bixin li hember Tirkiyê.

MILLIYET

-Ebû Zeyneb e ku ji Sûrî biryara palnên êrîşên DAIŞê dide ji bo Tirkiyê.
Ji du operasyonên berfireh ku pêk hatin li Entabê, diyar bû ku ew pêwendiyên çalakiyên xwekuj çawa ji Sûrî ve hatine birêvebirin. Ebû Zeyneb berpirsê îstîxbarî ye ji bo Begdadî û ji bo çalakiyên ku li Tirkiyê bi rê ve herin, kar dike. Êlegên bi bombe ku li xwekujan belav dikin, li ber wan êlegên ku di rêzefîlma Homland de tên bikaranîn, çêdikin.

– Sûra li Diyarbekir hilşiya. 9 roj pişt re duh qedexetiya derketina derva dawî lê hat. Welatiyên ku tê de asê mabûn jê reviyan û yên ku vegeriyan jî bi girî û gazin kelûpelên xwe bi lez dan hev û jê bar kirin.

SABAH

Dor hat ser giregiran…
Di operasyona li dij hêza paralel de niha jî kesên sereke ku di rêveberiya dem û dezgehan de cî digirtin, dê bên girtin. Ji 73 gumanbaran 5 hatin girtin , 43 revîne berev welatên din ve. Sûcê wan; avakirina rêxistineke terorî ya çekdar, binpêkirina destüra bingehîn ü hewldana hilweşandina hikûmetê.

Rudaw