Archiv der Kategorie: Iraq

Parlamentoya Iraqê li dijî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê biryar da

Parlamentoya Iraqê li dijî encamdana giştpirsiya Başûrê Kurdistanê dend da û red kir, ku giştpirsî were kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Akam Fehmî ji Bexdayê ragihand, Parlamentoya Iraqê di rûniştinekê de li dijî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê biryar da û qebûl nekir, ku giştpirsî were kirin.
Peyamnêrê me da zanîn, ku li ser daxwaza 80 parlamenteran mijara giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ji aliyê parlamentoyê ve hate nirxandin. Parlamentoyê biryara giştpirsiyê qebûl nekir.
Parlamentera kurd Eşwaq Caf ji Rûdawê re ragihand: “Mijara giştpirsiya Başûrê Kurdistanê xistina nava bernameya kar li dijî rêziknameya navxwe ya parlamentoyê ye. Biryara parlamentoyê heta ber deriyê parlamentoyê jî naçe.”
Caf got: Dînamoya redkirina mijara giştpirsiyê parlamenterên tirkmen in. Parlamenterên kurd jî rûniştina parlamentoyê botkot kirin.”
Hevdem bi vê biryarê Parlamentoya Iraqê li hember tedbîrên li dijî encamdana giştpirsiyê destê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî vala kir.
Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî got: “Beşdarbûna navçeyên nakok bo referandûmê pirsgirêkan kûrtir dike.”

Rudaw

Ji Perlamentoya Iraqê derbarê Roja Enfalê de biryareke nû

Parlamentoya Iraqê biryar da ku roja 14ê Nîsanê, ku ji aliyê kurdan ve weke Roja Enfalê tê naskirin, weke Roja Nîştîmanî ya Iraqê were naskirin.

Parlamenterê Iraqê Mesûd Heyder ji Rûdawê re ragihand; “Parlamentoya Iraqê di rûniştina roja Pênşemê de 13-4-2017, li ser projebiryareke 5 xalî deng da. Xalek jî li ser wê yekê bû, ku Roja Enfalê weke Roja Nîştîmanî ya Iraqê were pejirandin.”

Mesûd Heyder diyar kir, ku xaleke din jî ew e ku biryar hatiye dayîn sindûqeke taybetî yê qerebûkirina kesûkarên enfalkiriyan were avakirin û ji aliyê madî û manewî ve werin qerebûkirin.

Heyder got; “Biryar hate dayîn navendeke lêkolînê were avakirin da ku hemû belgeytên derbarê enfalê bên komkirin, li ser astê Iraqê û navdewletî bibin dokûmanter.”

Mesûd Heyder ku di heman demê de endamê Komîsyona Yasayî ya parlamentoyê ye da zanîn; “Biryar hate dayîn li Bexdayê hêmayek were danîn da ku lêkolîna derbarê enfal û neheqiyên biserê kurdan de hatine, bike. Pêwîste hikûmeta Iraqê li ser astê navdewletî dosyeya enfalê çalak bike daku were zanîn li hember gelê kurd komkujî hatiye kirin.”

Li Başûrê Kurdistanê, komkujiyên ku rejîma Beesê li hemberî kurdan kiribûn, bi bêjeya “Enfalê” bi nav dikirin. Enfal navê sûreyekê Qur’ana pîroz e.

Ev komkujî, ji sala 1986an heta 1989an berdewam bû. Di Enfalê de herî kêm 183 hezar kes hatin qetilkirin, zêdetirî 4 hezar gundên kurdan hatin wêrankirin û herî kêm milyonek welatiyên kurd koçber bûn. Li Kurdistanê her sal 14ê Nîsanê weke bîranîna qurbaniyên Enfalê tê bibîranîn.

Di 16ê Adara 1988an de jî êrîşeke din li dijî Helebce û derdora wê hate pêkanîn. Firokeyên rejîma Bees bi çekên kîmyayî êrîşî Helebceyê kir. Di vê êrîşê de herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku ji vê komkujiyê xilasbûn, bi awayekî neasayî nexweş dikevin.

Komkujiya Helebceyê  ji nav komkujiyên Enfalê, ya herî piçûk bû.

 

 

rudaw

Zarokên Mûsilê ji birçibûnê dimrin!

Roj bi roj rewşa jiyana nîştecihên rojavayê Bajarê Mûsilê têk diçe. Bi taybet rewşa zarokan ji ber şer û pevçûnan xirab e û li gorî agahiyan di çend rojên dawiyê de ji ber nebûna xwarin û şîr nêzîkî 20 zarokan jiyana xwe ji dest daye.

 

Tê pêşbînîkirin, ku 700 heta 750 hezar kes li rojavayê Mûsilê dijîn. Nîvê vê şêniyê zarok in û di nav şert û merxên giran de dijîn. ji aliyekê ve dorpêça DAIŞê, ji aliyê din ve bombebarana giran a hêzên iraqî û hevpeymaniya navdewletî ew neçarê bê xwarinbûnê, birçîtiyeke dijwar kirine.

 

Zêdetirî 3 meh û nîv in şer û operasyon gihiştiye navenda bajarê Mûsilê. Ji bilî agirê çekan û bombeyan, nebûna dermanan, ava paqij a vexwarinê û nebûna pêwîstiyên xwarinê, rojane zarokan bi mirinê re tîne hemberê hev.

 

Tê gotin her roj zarok ji ber vê sedemê dimrin. Li gorî zanyariyan tenê di çend rojên derbasûyî de 18 zarok ji ber nebûna şîr û ji birçîbûnê hişk bûne. Tenê di Çileya 2017ê de li rojhilatê Mûsilê 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan, ku temenê wan yek mehî heta 3 salî bûn.

 

Li gorî amarên rêxistina ne hikûmî ya Brîtanyayê ya bi navê “Zarokan Rizgar Bikin”, li rojavayê Mûsilê nêzîkî 350 hezar zarok hene.

 

Nebûna  xorek û birçîbûnê wehe kiriye, ku nîştecihên Mûsilê giyayên di nav baxçeyên xwe de bixwin.

 

Ji ber bombebaranê û ziyana gihiştiye torên avê, herwiha nebûna av û elektrîkê, mûsilî neçar in ava pîs bikar bînin û lewma jî gelek zarok, pîr û kalên Mûsilê nexweş ketine.

 

Ji ber nebûna dermanan piraniya birîndarên ketine ber pevçûnan, dimrin û cenazeyê gelekan jî di hewşa malan de tê veşartin.

 

Herwiha, pêwîstiya wan kesên di bin kontrola DAIŞê de mane û di nav agirê şer de dijîn bi çareseriya derûnî heye.

 

Rudaw

Trump Ebadî vexwende Amerîkayê

Hate gotin, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî vexwendiye Amerîkayê.

Nivîsîngeha Serokwezîrtiya Iraqê ragihand, ku Donalt Trump di pêwendiyeke telefonî de li gel heyder Ebadî axiviye û behsa pêwendiyên her du welatan û pêşxistina hemahengiyê kiriye.

Di axaftina xwe de Donald Trump amaje bi şerê dijî terorê kiriye û diyar kiriye, ku ji bo têkbirina terorê dê ligel rêveberiya Bexdayê kar bikin.

Li gorî daxuyaniyê Trump Ebadî vexwendiye Amerîkayê.

Serokwezîrê Iraqê jî gotiye, ku DAIŞ serdemên xwe yên dawiyê dijî, beşek mezin ji Mûsilê hatiye rizgarkirin û bi biryar in ku heta dawiyê vê operasyonê berdewam bikin.

Ebadî behsa biryara derbarê vîzeyên 7 welatên misliman de jî destnîşan kir, ku ew kêfxweş in biryara li hember Iraqê haiye betalkirin.

Donald Trump bi biryarekê vîzeyên Îran, Iraq, Sûriye, Sûdan, Yemen, Lîbya û Somaliyê dabû sekinandin lê paşî dadgehê ev biryar betal kiribû.

Bexda- Xwepêşandan li dijî hatina hêza Tirk

Bexda, diji tirki

 

Li paytexta Iraqê-Bexdayê, xwepêşandan li dijî hatina hêzên Tirk bo devera Başîkê ya Mûsilê hat lidarxistin, xwepêşanderan ala Tirkiyê şewitandin.
Nerazîbûnên li dijî hatina hêzên Tirk ên ku vê dawiyê derbasî devera Başîkê ya Mûsilê bûne, didomin.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, li paytexta Iraqê-Bexdayê, bi sedan kes li meydana Tehrîrê ya bajêr kom bûn û li dijî Tirkiyê xwepêşandan kirin.
Di xwepêşandanê de serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî û fermandeyê milîsên şîe Hadî Amirî jî beşdar bûne.
Peyamnêrê Rûdawê her wiha got, xwepêşanderan ala Tirkiyê şewitandin û daxwaz ji Tirkiyê kirin hêzên xwe ji Iraqê derxîne.