Archiv der Kategorie: Îran

Îranê bi 5 firoke û 4 keştiyan alîkarî ji Qeterê re şand

Piştî derbasbûna çend rojan bi ser dorpêçên Erebistana Siûdiyê û welatên hevpeymanên wê, Îranê bi rêya 5 firokeyan û 4 keştiyên barhilgir 550 ton alîkarî ji welatê Qeterê re sand.

Piştî ku di encama krîza navbera Qeterê û Erebistana Siûdî û welatên hevpeymanên wê de krîz derket û welatên Erebistana Siûdî, Îmarat û Behrêynê hemû rêyên bejayî, deryayî û esmanî li ser Qeterê daxistin, li wî welatî krîza kêmbûna xurakê çê bû.

Li hember wê yekê, Îranê îro ragihand, ku bi rêya 5 firokeyên barhilgir û 4 keştiyan alîkariyên pêwîst ji Qeterê re şandiye.

Li gorî berpirsên Îranê, wan 90 ton xurak û kelûpelên xwarinê bi rêya 5 firokeyan û 460 ton jî bi rêya 4 keştiyan ber bi Qeterê ve şandine.

Berdevkê Saziya Firokevaniya Netewî ya Îranê, Şahrux Nûş Abadî îro di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku Îranê 5 firoke alîkarî ji Qeterê re şandiye û tekez kiriye, ku bo gihandina alîkariyên pêwîst bi Qeterê û bi tyabet xurakê, firokeya şeşemîn jî di rê de ye.

Nûş Abadî tekez kiriye, heta wê dema ku xwastek ji bo alîkariyê ji aliyê Qeterê ve hebe, dê şandina alîkariyan bo wî welatî berdewam be.

Ji aliyekê dun ve ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê, IRNAyê di nûçeyekê de ragihand, ku Tehranê bi rêya 4 keştiyên barhilgir kelûpelên xwarinê û fêkî û sewze ber bi Qeterê ve şandiye.

Serpireştê Gumruka Bendera Deyir li parêzgeha Bûşêhr a Îranê, Elborz Kişawerzî ragihandiye, ku îro yekemîn bare alîkariyên xurakî ji Îranê ve ber bi Qeterê ve hat şandin.

Elborz Kişawerzî got: “Barê îro yê keştiyan, kedo, xiyar, petate (kirtop), badimcanê sor, kelem, kahû, zebeş û gindor li xwe girtibû û bazirgaan bi buhayê 113 hezar û 416 dolarî ew bar şandin Qeterê.”

 

 

rudaw

Ji Îranê peyama li hember referandûma Kurdistanê

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî hewlesta welatê xwe ya derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de eşkere kir û got: “Helwesta Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya piştevaniya yekparçebûna xaka Iraqê de ye. Biryarên yekalî dê bibin sedema êşên nû.”

Behram Qasimî ragihand: “Helwesta bingehîn û ya zelal a Komara Îslamî ya Îranê, piştevniya xak û yekparçebûna Iraqê ye. Herêma Kurdistanê parçeyeke Iraqê ye. Biryarên yekalî û yên derveyî destûr û yasayên Iraqê, tenê rê ji pirsgirêk û serêşiyên nû re vedike.”

Qasimî herwiha got: “Iraqekî yekparçe, aram û demokratîk garantiya berjewendiyên hemû pêkhateyên neteweyî û mezhebî ye. Îro ji hemû deman zêdetir pêwîstiya Iraqê bi aramî, yekîtiya nîştîmanî heye.”

Behram Qasimî diyar kir, ku pêwîste pirsgirêk û nakokiyên Hewlêr û Baxdayê di çarçoveya guftûgo, destûr û lihevfêmkirina nîştîmanî de werin çareserkirin.

Roja 7ê Hezîrana 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de biryar hate wergirtin, ku roja 25ê Îlona 2017ê, ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin.

Piştî vê civînê Serok Barzanî bi nivîsîneke fermî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan raspart da ku amadekariyên yasayî yên referandûmê bike.

 

rudaw

Piştî 13 salan Îranê sansûra li ser romana nivîskarê kurd rakir

“Hesar û Segên Bavê Min” yek ji romana herî diyar a nivîskarê kurd Şêrzad Hesen e. Piştî 13 salan, Îranê sansûra liser wergera bi farisî ya vê pirtûkê rakir û destûra çapkirinê qebûl kir. Biryara ev roman di demekê nêzîk de bi zimanê farisî were çapkirin.

Nivîskar û Werger Merîwan Helebceyî ji Rûdawê re ragihand: “Piştî hewldan û pêdaçûneke zêde, sansûra liser romana Hesar û Segên Bavê Min” rabû, me karî destûra çapkirinê werbigrin. Roman bi zimanê farisî, di dawiya meha Hezîranê de dê ji aliyê Navenda Çeşme ya Îranê ve were çapkirin û belavkirin.”

Derbarê qedexe û sansûra li ser pirtûkê jî Helebceyî got: “Di sala 1998ê romana Hesar û Segên Bavê Min ji bo farisî hate wergerendin. Lê Dezgeha Sansûrê ya Îranê zêdetirî 15 rûpelên wê sansûr kirin. Ez ji vê biryarê razî nebûm. Lê niha kêfxweş im, ku bêyî sansûr destûra çapkirina pirtûkê derketiye.”

Merîwan Helebceyî derbarê nivîskarê romana Hesar û Segên Bavê Min de diyar kir: “Şêrzad Hesen yek ji nivîskarê herî serkeftî yê kurd e. Ew yek nji wan nivîskaran e, ku wêjeya kurdî ji dubarebûnê, ji şibyana hev rizgar kiriye. Herwiha wî çîroka kurdî ji bê rohbûnê rizgarkiriye.”

Nivîskarê kurd Şêrzad Hesen di sala 1952ê li Hewlêrê ji dayik bûye û di sala 1975ê li Zanîngeha Bexdayê beşa ziman û wêjeya îngilîzî xilas kiriye.

Şêrzad Hesen xwediyê 10 pirtûkan e û nêvê pirtûkên wî; Gula Reş, Hesar û Segên Bavê Min, Şeva Dawîn a Daketina Îsa, Pîrepepûleyên Êvaran, Tenêbûn, Taxa Deholan, Temî Serxerend, Jinek li Ser Mînareyê, Xewna Calcalokan, Jinekê Mingin û Pêdeştî Karmamzeyên Kuştî.

 

Rudaw

HILBIJARTIN ÎRAN – Li gorî encamên destpêkê Ruhanî biser ketiye

Hilbijartinên serokatiyê li Îranê hatin sazkirin û li gorî encamên destpêkê Hesen Ruhanî 21.6 milyon û Îbrahîm Reyîsî 14 milyon deng bidest xistine.

Dengdan bo hilbijartina serokomariya Îranê heya 12ê şevê hate dirêjkirin û Wezareta Navxwe ya Îranê ragihandiye ku 40 milyon kesan di dengdanê de beşdarî kirin ku dike rêjeya %70 ya dengderan.

Li gorî amarên destpêkê destpêkê Hesen Ruhanî 21.6 milyon û Îbrahîm Reyîsî 14 milyon deng bidest xistine lê ev dane hê jî aliyê encamên saziyên fermî yên Îranê ve nehatiye piştrastkirin.

Serokê Komîsyona Bilind a hilbijartinên Îranê jî ragihand ku nêzîkî 40 milyon kes beşdarî hilbijartinan bûne û piştî temambûna cudakirina dengan, wê encamên dawiyê yên hilbijartinên serokomar û civata bajar û gundan bêne ragihandin.

 

rudaw

Parlamenterên Îranê: Em li dijî serxwebûna Kurdistanê ne

Hejmareke parlamenterên Îranê ragihandin, ku ew li dijî referendum û serxwebûna Başûrê Kurdistanê ne.

Parlamenterê bajarokê Memesenî ya parêzgeha Fars Mesûd Gûderzî ji medya welatê xwe re ragihand; “Pêkanîna vê daxwaziyê dibe cihêxwazî û serxwebûna Kurdistanê jî dê bibe sedema parçebûna xaka Iraqê. Komara Îslamî ya Îranê parçebûna Iraqê qebûl nake. Yekîtiya xaka Iraqê ji bo me xeta sor e.”

Hevdem parlamenterê navçeya Fîrdews a parêzgeha Xorasana Başûr Mihemed Reza Emîr Hesenxanî jî ragihand; “Daxuyaniyên berpirsên Îranê ne destwerdan in. Îran xema paşeroja Iraqê dixwe lewma parçebûna Iraqê qebûl nake.”

Di destpêka vê mehê de jî Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê de helwesta welatê xwe eşkere kiribû û ragihandibû ku “ev kar ne destûrî ye.”

Cigîrê Wezîrê Derve yê Îranê Sadiq Husên Caberî Ensarî jî heman awayî dijberiya xwe ya li hember giştpirsî û serxwebûna Başûrê Kurdistanê anîbû ziman û ev yek weke “krîzeke nû li Rojhilata Navîn” binav kiribû.

Roja 2ê Nîsanê polîtbûroya YNKê û PDKê di bin serokatiya Mesûd Barzanî de civiya bûn û biryar dabûn, ku îsal referendum were kirin.

 

 

Rudaw

Di hilbijartinên Îranê de Rûhanî bi ser ket

Ji lîsteya Serokomerê berê yê Îranê Haşimî Refsencanî û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî 13 berendam derbasî Encumena Şarezayên Rêberî dibin.

Li gor encamên nefermî yên Hilbijartinên Parlamento û Encumena Şarezayên Rêberî yên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji lîsteya 16 kesî ya alîgirên Serokomerê berê yê Îranê Haşimî Refsencanî û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî 13 kes dê derbasî Encumena Şarezayên Rêberî bibin.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 161 namzed li 31 navendên hilbijartinê rikeberiyê bo 88 kursiyên Encumena Şarezayên Rêberiyê dikin.

Herwiha bo hilbijartinên Parlamentoya Îranê jî, 4 hezar û 844 kes bo bidestxistina 290 kursiyên parlamentoyê rikeberiyê dikin.

Di Hilbijartinên Îranê de alîgirên “çaksaz” (reformîst) ên Serokomarê berê Haşîmî Refsencanî û alîgirên “mulayim” ên Serokomarê niha yê Îranê Hesen Ruhanî bi lîsteyeke 16 kesî beşdarî hilbijartinan bûn.

Li gorî encamên nefermî yên destpêkê, li Tehranê 1,5 milyon hilbijêr dengên xwe bikar anîne û Refsencanî bi 692 hezar dengan ve yekemîn e Ruhanî jî bi 652 dengan ve duyemîn e.

Serlîsteyê muhafezekaran Sekreterê giştî yê Konseya Parastina Destûrê Ayetullah Cennetî bi 476 hezar dengan rêza 10emîn bi dest xistiye.

Tê pêşbînîkirin ku rêjeya dengên heya niha nehatine hilbijartina dê bandoreke berbiçav li encamên hilbijartinan neke.

rudaw

Rêberê Îranê tê guhertin?

Ali Ekber Hasimi Refsencani Ayetullah Eli Xamineyi

Elî Ekber Haşimî Refsencanî                               Ayetullah Elî Xaminêyî

 

Serokê Civata Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê Elî Ekber Haşimî Refsencanî ragihand, komîteyek bo lêkolînkirin derbarê diyarkirina kesekî li şûna Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî hatiye avakirin.
Haşimî Refsencanî ku endamê Encumena Pisporên Diyarkirina Rêberiyê li Îranê jî ye, di hevpeyvînekê de ji ajansa Îlna ya Îranê re ragihandiye, Encûmena Pisporên Diyarkirina Rêberiyê niha mijûlî lêkolînkirin û amadekariyan bo wê demê ye ku Rêberê Îranê were guhertin an jî nemîne.

Refsencanî got, niha komîteyek hatiye avakirin ku endamên wê li ser hinek kesatiyan lêkolînê dikin daku eger hat û bûyerek qewimî û Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî nema, ew bikarin wan kesan namzed bikin û bixin dengdanê.

Refsencanî jibilî ku Serokê Civata Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Endamê Encumena Pisporên Diyarkirina Rêberiyê li Îranê ye, du xûlan Serokomarê Îranê jî bûye û yek ji siyasetvan û berpirsên sereke yê Hikûmeta Îranê ye.

Daxuyaniya Haşimî Refsencanî û hewldanên Encûmena Pisporên Diyarkirina Rêberiyê li Îranê bo diyarkirina kesekî li şûna Elî Xaminêyî di demekê de ne, ku pirsa nexweşbûna Xaminêyî di rojeva wî welatî de ye.

Xaminêyî nexweşiya cansera protestatê heye û heya niha çend caran li nexweşxaneyê hatiye razandin û emeliyat jê re hatiye kirin.

Bi derbasbûna demê, behsa hilbijartina kesekî li dewsa Rêberê Îranê bi awayeke ciddîtir tê gotûbêjkirin.

 

Rudaw