Archiv der Kategorie: Rojhilata Navîn

Parlamentoya Iraqê li dijî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê biryar da

Parlamentoya Iraqê li dijî encamdana giştpirsiya Başûrê Kurdistanê dend da û red kir, ku giştpirsî were kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Akam Fehmî ji Bexdayê ragihand, Parlamentoya Iraqê di rûniştinekê de li dijî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê biryar da û qebûl nekir, ku giştpirsî were kirin.
Peyamnêrê me da zanîn, ku li ser daxwaza 80 parlamenteran mijara giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ji aliyê parlamentoyê ve hate nirxandin. Parlamentoyê biryara giştpirsiyê qebûl nekir.
Parlamentera kurd Eşwaq Caf ji Rûdawê re ragihand: “Mijara giştpirsiya Başûrê Kurdistanê xistina nava bernameya kar li dijî rêziknameya navxwe ya parlamentoyê ye. Biryara parlamentoyê heta ber deriyê parlamentoyê jî naçe.”
Caf got: Dînamoya redkirina mijara giştpirsiyê parlamenterên tirkmen in. Parlamenterên kurd jî rûniştina parlamentoyê botkot kirin.”
Hevdem bi vê biryarê Parlamentoya Iraqê li hember tedbîrên li dijî encamdana giştpirsiyê destê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî vala kir.
Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî got: “Beşdarbûna navçeyên nakok bo referandûmê pirsgirêkan kûrtir dike.”

Rudaw

Brett McGurk li Rojavayê Kurdistanê ye

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brett McGurk serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Encûmena Sivîl a Reqayê hevdîtinek pêk anî.

Li gor agahiyan Şanderê serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê de Brett McGurk bi seredanekê gihaye Rojavayê Kurdistanê û li gel Encûmena Sivîl a Reqayê civiya.

Brett McGurk piştî civîna li gel Encûmena Sivîl a Reqayê, li gel fermandarên leşkerî yên HSD ên ku di operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê de beşdar in, civiya.

Encûmena sivîl a Reqayê ji nûnerên pêkhateyên parêzgeha Reqayê pêk tê û biryar e piştî ku bajarê Reqayê were kontrolkirin, Rêveberiya bajêr radestî wê encûmenê bibe.

 

rudaw

Îranê bi 5 firoke û 4 keştiyan alîkarî ji Qeterê re şand

Piştî derbasbûna çend rojan bi ser dorpêçên Erebistana Siûdiyê û welatên hevpeymanên wê, Îranê bi rêya 5 firokeyan û 4 keştiyên barhilgir 550 ton alîkarî ji welatê Qeterê re sand.

Piştî ku di encama krîza navbera Qeterê û Erebistana Siûdî û welatên hevpeymanên wê de krîz derket û welatên Erebistana Siûdî, Îmarat û Behrêynê hemû rêyên bejayî, deryayî û esmanî li ser Qeterê daxistin, li wî welatî krîza kêmbûna xurakê çê bû.

Li hember wê yekê, Îranê îro ragihand, ku bi rêya 5 firokeyên barhilgir û 4 keştiyan alîkariyên pêwîst ji Qeterê re şandiye.

Li gorî berpirsên Îranê, wan 90 ton xurak û kelûpelên xwarinê bi rêya 5 firokeyan û 460 ton jî bi rêya 4 keştiyan ber bi Qeterê ve şandine.

Berdevkê Saziya Firokevaniya Netewî ya Îranê, Şahrux Nûş Abadî îro di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku Îranê 5 firoke alîkarî ji Qeterê re şandiye û tekez kiriye, ku bo gihandina alîkariyên pêwîst bi Qeterê û bi tyabet xurakê, firokeya şeşemîn jî di rê de ye.

Nûş Abadî tekez kiriye, heta wê dema ku xwastek ji bo alîkariyê ji aliyê Qeterê ve hebe, dê şandina alîkariyan bo wî welatî berdewam be.

Ji aliyekê dun ve ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê, IRNAyê di nûçeyekê de ragihand, ku Tehranê bi rêya 4 keştiyên barhilgir kelûpelên xwarinê û fêkî û sewze ber bi Qeterê ve şandiye.

Serpireştê Gumruka Bendera Deyir li parêzgeha Bûşêhr a Îranê, Elborz Kişawerzî ragihandiye, ku îro yekemîn bare alîkariyên xurakî ji Îranê ve ber bi Qeterê ve hat şandin.

Elborz Kişawerzî got: “Barê îro yê keştiyan, kedo, xiyar, petate (kirtop), badimcanê sor, kelem, kahû, zebeş û gindor li xwe girtibû û bazirgaan bi buhayê 113 hezar û 416 dolarî ew bar şandin Qeterê.”

 

 

rudaw

Ji Îranê peyama li hember referandûma Kurdistanê

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî hewlesta welatê xwe ya derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de eşkere kir û got: “Helwesta Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya piştevaniya yekparçebûna xaka Iraqê de ye. Biryarên yekalî dê bibin sedema êşên nû.”

Behram Qasimî ragihand: “Helwesta bingehîn û ya zelal a Komara Îslamî ya Îranê, piştevniya xak û yekparçebûna Iraqê ye. Herêma Kurdistanê parçeyeke Iraqê ye. Biryarên yekalî û yên derveyî destûr û yasayên Iraqê, tenê rê ji pirsgirêk û serêşiyên nû re vedike.”

Qasimî herwiha got: “Iraqekî yekparçe, aram û demokratîk garantiya berjewendiyên hemû pêkhateyên neteweyî û mezhebî ye. Îro ji hemû deman zêdetir pêwîstiya Iraqê bi aramî, yekîtiya nîştîmanî heye.”

Behram Qasimî diyar kir, ku pêwîste pirsgirêk û nakokiyên Hewlêr û Baxdayê di çarçoveya guftûgo, destûr û lihevfêmkirina nîştîmanî de werin çareserkirin.

Roja 7ê Hezîrana 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de biryar hate wergirtin, ku roja 25ê Îlona 2017ê, ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin.

Piştî vê civînê Serok Barzanî bi nivîsîneke fermî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan raspart da ku amadekariyên yasayî yên referandûmê bike.

 

rudaw

Li welatên erebî piştgiriya ji bo serxwebûna Kurdistanê mezin dibe

Piştî ku Herêma Kurdistanê roja referandûmê diyar kir, vê biryarê li medya cîhanî û bi taybet jî ya erebî deng veda. Herwiha li ser torên civakî jî bi armanca piştevaniya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dehan haştagên hatine çêkirin.

Welatiyên Erebîstana Siûdî, haştagek bi navê “Ez siûdî me û piştgiriyê didim serxwebûna Kurdistanê” (#SaudiWithKurdistan) çêkirine. Li ser torên civakî, di serî de li Erebîstanê, li gelek welatên erebî gelek kesan ev haştak parvekirine û piştgirî dane serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

Di haştagan de wêneyên serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Erebîstanê, ligel wêneyê nexşeya Kurdistanê û pêşmerge hatiye amadekirin. Herwiha gelek siyasetmedarên vî welatî jî di vê mijarê de twîtt nivîsîne.

Roja 7ê Hezîrana 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de biryar hate wergirtin, ku roja 25ê Îlona 2017ê, ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin.

Piştî vê civînê Serok Barzanî bi nivîsîneke fermî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan raspart da ku amadekariyên yasayî yên referandûmê bike.

 

rudaw

Serokwezîrê Tirkiyê: Em yekîtiya Iraqê dixwazin

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî  Yildirim biryara referandûmê ya Herêma Kurdistanê weke biryareke “bê berpirsiyarî” nirxand û got, ku ew naxwazin Iraq perçe bibe.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî  Yildirim piştî nimêja Înê ya li Enqerê, bersiv da pirsên rojnamevanan û behsa referandûma Başûrê Kurdistanê kir, ku biryare roja 25ê Îlona 2017ê were encamdan.

Yildirim derbarê pirseke liser biryara referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, got: “Nêrîna me zelal e. Em yekîtiya axa Iraqê dixwazin. Em dixwazin hemû welatiyên Iraqê li ser dewletekê û bi hevre bijîn. Jixwe li herêma me bi gelek pirsgirêk hene. Nêrîna me ew e, ku pêwîst nake pirsgirêkên nû derbikevin. Ev biryar bi bê berpirsiyarî hatiye girtin.”

Hêjayê gotinê ye, ku Wezareta Derve ya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de gotibû: “Li gorî me ev dê bibe xeletiyeke mezin. Siyaseta Tirkiyê ya derbarê Iraqê de ew e, ku axa Iraqê parçe nebe û yekîtiya siyasî were parastin.”

 

rudaw

Piştî 13 salan Îranê sansûra li ser romana nivîskarê kurd rakir

“Hesar û Segên Bavê Min” yek ji romana herî diyar a nivîskarê kurd Şêrzad Hesen e. Piştî 13 salan, Îranê sansûra liser wergera bi farisî ya vê pirtûkê rakir û destûra çapkirinê qebûl kir. Biryara ev roman di demekê nêzîk de bi zimanê farisî were çapkirin.

Nivîskar û Werger Merîwan Helebceyî ji Rûdawê re ragihand: “Piştî hewldan û pêdaçûneke zêde, sansûra liser romana Hesar û Segên Bavê Min” rabû, me karî destûra çapkirinê werbigrin. Roman bi zimanê farisî, di dawiya meha Hezîranê de dê ji aliyê Navenda Çeşme ya Îranê ve were çapkirin û belavkirin.”

Derbarê qedexe û sansûra li ser pirtûkê jî Helebceyî got: “Di sala 1998ê romana Hesar û Segên Bavê Min ji bo farisî hate wergerendin. Lê Dezgeha Sansûrê ya Îranê zêdetirî 15 rûpelên wê sansûr kirin. Ez ji vê biryarê razî nebûm. Lê niha kêfxweş im, ku bêyî sansûr destûra çapkirina pirtûkê derketiye.”

Merîwan Helebceyî derbarê nivîskarê romana Hesar û Segên Bavê Min de diyar kir: “Şêrzad Hesen yek ji nivîskarê herî serkeftî yê kurd e. Ew yek nji wan nivîskaran e, ku wêjeya kurdî ji dubarebûnê, ji şibyana hev rizgar kiriye. Herwiha wî çîroka kurdî ji bê rohbûnê rizgarkiriye.”

Nivîskarê kurd Şêrzad Hesen di sala 1952ê li Hewlêrê ji dayik bûye û di sala 1975ê li Zanîngeha Bexdayê beşa ziman û wêjeya îngilîzî xilas kiriye.

Şêrzad Hesen xwediyê 10 pirtûkan e û nêvê pirtûkên wî; Gula Reş, Hesar û Segên Bavê Min, Şeva Dawîn a Daketina Îsa, Pîrepepûleyên Êvaran, Tenêbûn, Taxa Deholan, Temî Serxerend, Jinek li Ser Mînareyê, Xewna Calcalokan, Jinekê Mingin û Pêdeştî Karmamzeyên Kuştî.

 

Rudaw

HILBIJARTIN ÎRAN – Li gorî encamên destpêkê Ruhanî biser ketiye

Hilbijartinên serokatiyê li Îranê hatin sazkirin û li gorî encamên destpêkê Hesen Ruhanî 21.6 milyon û Îbrahîm Reyîsî 14 milyon deng bidest xistine.

Dengdan bo hilbijartina serokomariya Îranê heya 12ê şevê hate dirêjkirin û Wezareta Navxwe ya Îranê ragihandiye ku 40 milyon kesan di dengdanê de beşdarî kirin ku dike rêjeya %70 ya dengderan.

Li gorî amarên destpêkê destpêkê Hesen Ruhanî 21.6 milyon û Îbrahîm Reyîsî 14 milyon deng bidest xistine lê ev dane hê jî aliyê encamên saziyên fermî yên Îranê ve nehatiye piştrastkirin.

Serokê Komîsyona Bilind a hilbijartinên Îranê jî ragihand ku nêzîkî 40 milyon kes beşdarî hilbijartinan bûne û piştî temambûna cudakirina dengan, wê encamên dawiyê yên hilbijartinên serokomar û civata bajar û gundan bêne ragihandin.

 

rudaw

Ji Perlamentoya Iraqê derbarê Roja Enfalê de biryareke nû

Parlamentoya Iraqê biryar da ku roja 14ê Nîsanê, ku ji aliyê kurdan ve weke Roja Enfalê tê naskirin, weke Roja Nîştîmanî ya Iraqê were naskirin.

Parlamenterê Iraqê Mesûd Heyder ji Rûdawê re ragihand; “Parlamentoya Iraqê di rûniştina roja Pênşemê de 13-4-2017, li ser projebiryareke 5 xalî deng da. Xalek jî li ser wê yekê bû, ku Roja Enfalê weke Roja Nîştîmanî ya Iraqê were pejirandin.”

Mesûd Heyder diyar kir, ku xaleke din jî ew e ku biryar hatiye dayîn sindûqeke taybetî yê qerebûkirina kesûkarên enfalkiriyan were avakirin û ji aliyê madî û manewî ve werin qerebûkirin.

Heyder got; “Biryar hate dayîn navendeke lêkolînê were avakirin da ku hemû belgeytên derbarê enfalê bên komkirin, li ser astê Iraqê û navdewletî bibin dokûmanter.”

Mesûd Heyder ku di heman demê de endamê Komîsyona Yasayî ya parlamentoyê ye da zanîn; “Biryar hate dayîn li Bexdayê hêmayek were danîn da ku lêkolîna derbarê enfal û neheqiyên biserê kurdan de hatine, bike. Pêwîste hikûmeta Iraqê li ser astê navdewletî dosyeya enfalê çalak bike daku were zanîn li hember gelê kurd komkujî hatiye kirin.”

Li Başûrê Kurdistanê, komkujiyên ku rejîma Beesê li hemberî kurdan kiribûn, bi bêjeya “Enfalê” bi nav dikirin. Enfal navê sûreyekê Qur’ana pîroz e.

Ev komkujî, ji sala 1986an heta 1989an berdewam bû. Di Enfalê de herî kêm 183 hezar kes hatin qetilkirin, zêdetirî 4 hezar gundên kurdan hatin wêrankirin û herî kêm milyonek welatiyên kurd koçber bûn. Li Kurdistanê her sal 14ê Nîsanê weke bîranîna qurbaniyên Enfalê tê bibîranîn.

Di 16ê Adara 1988an de jî êrîşeke din li dijî Helebce û derdora wê hate pêkanîn. Firokeyên rejîma Bees bi çekên kîmyayî êrîşî Helebceyê kir. Di vê êrîşê de herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku ji vê komkujiyê xilasbûn, bi awayekî neasayî nexweş dikevin.

Komkujiya Helebceyê  ji nav komkujiyên Enfalê, ya herî piçûk bû.

 

 

rudaw

Ji Îmaratê bo serxwebûna Kurdistanê piştgirî

Cîgirê Fermandeyê Polîsê Emîrnişîna Dubayê li Mirnişînên Yekgirtiyên Erebî (Îmarat) Zahî Xelfan Temîm piştgiriya xwe bo serxwebûna Herêma Kurdistanê aşkere kir û diyar kir, damezrandina dewleta serbixwe ya Kurd pêwîstiyeke dîrokî ye.

Cîgirê Fermandeyê Polîsê Dubayê, Zahî Xelfan Temîm îro li ser hesaba xwe ya Twitterê çend nivîs ji bo piştgirîkirina damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê belav kir.

Xelfan Temîm ragihandiye: “Avakirina dewleta serbixwe ya Kurdî pêwîstiyeke tarîxî ye ku rewşa mirovî ya Kurdan wê yekê dixwaze”.

Xelfan Temîm amaje bi zulm û zordariya derheqên gelê Kurd de kiriye û gotiye: “Gelê Kurdistanê ji reftara xirab a deweltên cîran, Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê hêjatir û qedirbilindtir e”.

Temîm di twîteke din de dibêje: “Serxwebûna Kurdistanê hêz û quweteke din dibexşe deverê. Ew gel hêjayê serxwebûnê ji wan dewletan e ku bi demekê dirêj zulm lê kirine”.

Cîgirê Fermandeyê Polîsê Dubayê di berdewamiya nivîsên xwe yên li ser twitterê de weke amajedan bi rola Fermandeyê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Silêmanî li Iraqê û destwerdanên wî ragihandiye, pêwîst e Silêmanî ji Kurdistanê were dûrxistin.

Zahî Xelfan Temîm dibêje: “Serxwebûna Kurdistanê ji vîna (îradeya) gelê Kurdistanê ye û Silêmanî nikare li hermberî wê bisekine, dema ku gel ji serxwebûnê re bêje, Erê”.

Xelfan Temîm tekez dike, yên ku li pêşiya damezrandina dewleta Kurrdistanê asteng û pirsgirêkan derdixin, gunehkar in (mucrim in).

Temîm bang li gelê Kurdistanê jî dike û wan weke nivşên Selahedîn Eyûbî bi nav dike û dibêje: “Ey nivşên Selahedîn Eyûbî, niha dema we ye ji bo ragihandina dewleta serbixwe…Ji ummeta Mihemed, ez yekem kes dibim, ku we nas bikim”.

 

Rduaw

Parlamenterên Îranê: Em li dijî serxwebûna Kurdistanê ne

Hejmareke parlamenterên Îranê ragihandin, ku ew li dijî referendum û serxwebûna Başûrê Kurdistanê ne.

Parlamenterê bajarokê Memesenî ya parêzgeha Fars Mesûd Gûderzî ji medya welatê xwe re ragihand; “Pêkanîna vê daxwaziyê dibe cihêxwazî û serxwebûna Kurdistanê jî dê bibe sedema parçebûna xaka Iraqê. Komara Îslamî ya Îranê parçebûna Iraqê qebûl nake. Yekîtiya xaka Iraqê ji bo me xeta sor e.”

Hevdem parlamenterê navçeya Fîrdews a parêzgeha Xorasana Başûr Mihemed Reza Emîr Hesenxanî jî ragihand; “Daxuyaniyên berpirsên Îranê ne destwerdan in. Îran xema paşeroja Iraqê dixwe lewma parçebûna Iraqê qebûl nake.”

Di destpêka vê mehê de jî Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê de helwesta welatê xwe eşkere kiribû û ragihandibû ku “ev kar ne destûrî ye.”

Cigîrê Wezîrê Derve yê Îranê Sadiq Husên Caberî Ensarî jî heman awayî dijberiya xwe ya li hember giştpirsî û serxwebûna Başûrê Kurdistanê anîbû ziman û ev yek weke “krîzeke nû li Rojhilata Navîn” binav kiribû.

Roja 2ê Nîsanê polîtbûroya YNKê û PDKê di bin serokatiya Mesûd Barzanî de civiya bûn û biryar dabûn, ku îsal referendum were kirin.

 

 

Rudaw

Mîtînga Taner Yildiz hat betalkirin

Almanya civîna Wezîrê Berê yê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz betal kir.

 

Biryar bû îro duşemî, Wezîrê Berê yê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz li navçeya Kelsterbach a eyaleta Hessen a Almanyayê kombûneke cemawerî li dar bixitibiba, lê belê hikûmeta Almanyayê rê bi lidarxistina wê kombûnê neda.

 

Li gorî agahiyan, biryar bû ew civîna Taner Yildiz a bi tirkên li Almanyayê re li salona Conference & Event Centerê û di saet 19:30î de bihatiba lidarxistin.

 

Ji ber betalkirina girêbesta kirêya salonê, civîna Yildiz birêve neçû.

 

Navenda Hemahengiya Hilbijartinan a AK Partiyê ya li Derveyî Welat aşkera kir, ew ji bo dîtina saloneke din dixebitin.

 

Hefteya borî  Almanyayê civînên Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag û Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê Nihat Zeybekci jî betal kiribû

Zarokên Mûsilê ji birçibûnê dimrin!

Roj bi roj rewşa jiyana nîştecihên rojavayê Bajarê Mûsilê têk diçe. Bi taybet rewşa zarokan ji ber şer û pevçûnan xirab e û li gorî agahiyan di çend rojên dawiyê de ji ber nebûna xwarin û şîr nêzîkî 20 zarokan jiyana xwe ji dest daye.

 

Tê pêşbînîkirin, ku 700 heta 750 hezar kes li rojavayê Mûsilê dijîn. Nîvê vê şêniyê zarok in û di nav şert û merxên giran de dijîn. ji aliyekê ve dorpêça DAIŞê, ji aliyê din ve bombebarana giran a hêzên iraqî û hevpeymaniya navdewletî ew neçarê bê xwarinbûnê, birçîtiyeke dijwar kirine.

 

Zêdetirî 3 meh û nîv in şer û operasyon gihiştiye navenda bajarê Mûsilê. Ji bilî agirê çekan û bombeyan, nebûna dermanan, ava paqij a vexwarinê û nebûna pêwîstiyên xwarinê, rojane zarokan bi mirinê re tîne hemberê hev.

 

Tê gotin her roj zarok ji ber vê sedemê dimrin. Li gorî zanyariyan tenê di çend rojên derbasûyî de 18 zarok ji ber nebûna şîr û ji birçîbûnê hişk bûne. Tenê di Çileya 2017ê de li rojhilatê Mûsilê 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan, ku temenê wan yek mehî heta 3 salî bûn.

 

Li gorî amarên rêxistina ne hikûmî ya Brîtanyayê ya bi navê “Zarokan Rizgar Bikin”, li rojavayê Mûsilê nêzîkî 350 hezar zarok hene.

 

Nebûna  xorek û birçîbûnê wehe kiriye, ku nîştecihên Mûsilê giyayên di nav baxçeyên xwe de bixwin.

 

Ji ber bombebaranê û ziyana gihiştiye torên avê, herwiha nebûna av û elektrîkê, mûsilî neçar in ava pîs bikar bînin û lewma jî gelek zarok, pîr û kalên Mûsilê nexweş ketine.

 

Ji ber nebûna dermanan piraniya birîndarên ketine ber pevçûnan, dimrin û cenazeyê gelekan jî di hewşa malan de tê veşartin.

 

Herwiha, pêwîstiya wan kesên di bin kontrola DAIŞê de mane û di nav agirê şer de dijîn bi çareseriya derûnî heye.

 

Rudaw

Şandeke Amerîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Senatorê amerîkî John McCain beriya ku roja Duşemê here Enqerê serdana bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Li gorî agahiyan Senatorê amerîkî John McCain beriya serdana Tirkiyê bike çûye Rojavayê Kurdistanê. Hat ragihandin ku McCain li bajarê Kobanî derbarê operasyona Reqayê de hevdîtin bi rayedarên leşkerî yên amerîkî re pêk aniye.

Berdevkê McCain anî ziman ku serdana senatorê amerîkî ji bo nirxandina rewşa Iraqê û Sûriyê derfeteke girîng bû.

Li gorî nûçeya yek ji rojnameyên Amerîkayê Wall Street Journalê jî John McCain li Rojavayê Kurdistanê ji bilî rayedarên leşkerî yên amerîkî hevdîtin bi berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re jî pêk aniye.

Ji bo rahênana şervanên bi ser Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ve ku pêşengiya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike nêzîkî 500 leşkerên Hêza Taybet a Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê hene.

 

Dadgehê Demirtaş bi cezayê zîndanê mehkûm kir

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji aliyê Dadgeha 2yemîn a Asilye ya navçeya Bazîd a ser bi parêzgeha Agiriyê, bi 5 meh cezayê zîndanê hat mehkûmkirin.

 

Li gorî agahiyan, îro sêşemî 21ê Sibata 2017ê, ji Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş re bi hinceta “Bêrêzî li neteweya Tirk, li dewleta Komara Tirkiyê û saziyên dewletê kiriye” 5 meh cezaya girtîgehê hate dayîn.

 

Dadgeha 2yemîn a Asliyeyê ya Bazîdê, di derheqê  Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de bi hinceta ““Bêrêzî li neteweya Tirk, li dewleta Komara Tirkiyê û saziyên dewletê kiriye” 5 meh cezaya girtîgehê da.

 

Rudaw

Li Stenbolê operasyon: 58 kes hatin girtin

Li navçeyên bajarê Stenbolê polîsan bi ser gelek navşînan de girtin û hat ragihandin ku herî kêm 10 rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatine desteserkirin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê li 74 navnîşanên cuda yên bajarê Stenbolê operasyonek ji bo girtina 75 kesan li dar xistin.

Li gora ragihandineke birêveberatiya ewlekariya Stenbolê, di çarçoveya lêkolînan û eşkerekirina “şaneyên nihênî yên PKKê” di nava bajar de, Serdozgeriya Giştî ya Komara Tirkiyê li Stenbolê fermana girtinê ji bo 75 gumanbaran derxist.

Hêzên ewlekariyê jî operasyoneke berfereh li 74 navnîşanên cuda yên wî bajarî lidar xist û têde 58 kes hatine girtin û hîna ew operasyon berdewam e.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê piştî encamdana pişkinînan, li gorî medya tirkî dest danîn ser 4 embarên fîşekên klaşnîkofan û herwiha 2 demançe, 100 kîlogramên kokaînê û 3 kompûteran û hejmareke zêde ya belgeyan.

Polîsan ew kesên ku desteser kirin, birin Şaxa Têkoşîna Dijterorê ya Miduriyeta Ewlehî ya Stenbolê.

Erdogan biryara ‘referandûmê’ erê kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, pêşnûmeya guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyê erê kir.

Li gore vê yekê, têpayîn 60 roj piştî ku yasa di Rojnameya Fermî de bê ragihandin dê sindoqên dengdanê bên danîn.

Tê gotin, ku dê roja 16ê Nîsanê referandûm bê kirin lê biryara dawî dê ji aliyê Saziya Bilind a hilbijartinan ve bê dayîn.

Piştî ku Serokomarê Tirkiyê ev pêşnûme erê kir, li ser navê hikûmeta Enqerê Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş axivî û got; “Em bawer dikin, ku dê gelê me jî ji bo derbasbûna sîstema hikûmeta bi serokomariyê re bêje erê.”

Kurtulmuş daxuyand, ku dê ev modela rêveberiyê bibe sedema seqamgiriyê û got; “Ev hilbijartin ne li ser rejîmê ye. Divê mirov têgehiştinên xelet ji holê rake. Roja 16ê Nîdanê jî dê gelê me bibe xwediyê sîstemeke nû.”

Wezîrê Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyê Omer Çelîk jî got, ku ew bawer dike di sindoqan de jî biryara erêkirina vê yasayê derbikeve.

Enqerê derbarê Beşar Esed de helwesta xwe guhert

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ti roleke Serokê Sûriyê Beşar Esed di pêşeroja wî welatî de nabe.

Mevlut Çavuşoglu ku bi serdanekê li Spanyayê ye, derbarê rewşa Sûriyê û rola Beşar Esed di pêşeroja wî welatî de cardin tekezî li ser helwesta berê ya Enqerê kir.

Çavuşoglu di axavtinekê de li Enstîtûya Real Elcano ragihand, helwesta Tirkiyê derbarê Sûriyê de neguheriye û tekez kir, ku ti roleke Beşar Esed di pêşeroja Sûriyê de nîne.

Çavuşoglu got: “Qebûlkirina rejîmekê ku 600 hezar kes ji gelê xwe kuştiye û li dijî wan çekên kîmyayî bi kar aniye, wê rewşê rewa dike û dibe mînakek pir metirsîdar”.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê destnîşan kir, divê gelê Sûriyê bi xwe biryarê li ser pêşeroja xwe bide û tekez kir: “Ji bo wê çendê em kar dikin, ku rejîm û aliyên dijbereyê bînin ser maseya danûstaninê”.

Mevlut Çavuşoglu herwiha diyar kir, ku ji bo pêşerojê ew bi hêvî ne.

Ev daxuyaniya Çavuşoglu, guhertinekê nû di helwesta Tirkiyê derbarê çarenivîsa Beşar Esed de tê hesibandin, ji ber ku piştî nêzîkbûna Rûsya û Tirkiyê û hemahengî û hevkariya hevbeş a navbera her du welatan ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, Enqerê çend caran ragihandibû, ku bo çareseriya krîza Sûriyê, Esed dikare di qonaxa veguhêz de xwedî rol be.

Herwiha berpirsên Enqerê piştî nêzîkbûna ji Rûsya û birêveçûna civînên Astanayê, daxuyaniyên li dijî hikûmeta Sûriyê û Beşar Esed nedidan û çavdêran ew yek bi qebûklkirina rewşa defakto ya li Sûriyê ji aliyê Tirkiyê didan zanîn.

Çekdaran navenda bajêr dane ber top û rokêtan: 3 kuştî

Çekdarên hevpeymaniya Ceyş El-Fetih, ya ser bi Dijbereya Sûriyê ve, Taxa Hemdaniyê li başûrê Helebê, bi rokêt û Hawinan topbaran kirin.

Li gorî Heyva Sor a Sûriyê, topên çekdarên Dijbereyê bi ser navendeke dabeşkirina alîkariyên mirovî ya li taxa Hemdaniyê ketine.

Di encama wê topbaranê de, 3 kesên sivîl hatine kuştin, ku yek ji wan karmendê rêxistina Heyva Sor e û 2 kes jî sivîl in, ku ji bo wergirtina alîkariyê hatibûn wê navendê.

Hikûmeta Sûriyê, piştî şikandine çekdarên Dijbereyê li taxên rojhilatê bajarê Helebê û kontrolkirina tevahiya wî bajarî, Akademiya Leşkerî ya li taxa Hemdaniyê kiriye navenda belavkirina alîkariyên mirovî.

Li gorî çavkaniyên ser bi Dijbereya Sûriyê ve, çekdarên Ceyiş El-Fetih milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê ve kirine armanca topbarana xwe.

Lê belê medyaya ser bi hikûmeta Sûriyê ve jî dibêje, ku di êrişê de kesên sivîl bûne qurbanî.

Trump Ebadî vexwende Amerîkayê

Hate gotin, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî vexwendiye Amerîkayê.

Nivîsîngeha Serokwezîrtiya Iraqê ragihand, ku Donalt Trump di pêwendiyeke telefonî de li gel heyder Ebadî axiviye û behsa pêwendiyên her du welatan û pêşxistina hemahengiyê kiriye.

Di axaftina xwe de Donald Trump amaje bi şerê dijî terorê kiriye û diyar kiriye, ku ji bo têkbirina terorê dê ligel rêveberiya Bexdayê kar bikin.

Li gorî daxuyaniyê Trump Ebadî vexwendiye Amerîkayê.

Serokwezîrê Iraqê jî gotiye, ku DAIŞ serdemên xwe yên dawiyê dijî, beşek mezin ji Mûsilê hatiye rizgarkirin û bi biryar in ku heta dawiyê vê operasyonê berdewam bikin.

Ebadî behsa biryara derbarê vîzeyên 7 welatên misliman de jî destnîşan kir, ku ew kêfxweş in biryara li hember Iraqê haiye betalkirin.

Donald Trump bi biryarekê vîzeyên Îran, Iraq, Sûriye, Sûdan, Yemen, Lîbya û Somaliyê dabû sekinandin lê paşî dadgehê ev biryar betal kiribû.