Archiv der Kategorie: Kurdistan

Celal Talebanî koça dawî kir

Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî tê YNKê Celal Talebanî li Almanya koça dawî kir.

Peyamnêrê Rûdawê li Almanya ragihand, ku Celal Talebanî demek berî niha piştî têkçûna rewşa tendirutiya wî li Almanyayê koça dawî kir.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, îro rewşa tendirustiya Celal Talebanî xirab bibû û di rewşa komayê de bû û ji ber wê di bin çavdêriya hûr a pizîşkan de bû.

Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî ji bo çareseriya pizîşkî roja 11-09-2017ê çûbû Almanyayê.

Her îro piştî nîvro hin zanyarî û nûçe derbarê koça dawî ya Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî hatibûn belavkirin, lê paşê ev agahî ji aliyê çavkaniyekê ji mala Talebanî ve hatibû redkirin.

Çavkaniyê ji mala Celal Talebanî pêştir agahiya koça dawî ta Talebanî derewand û ji Rûdawê re gotibû, ku tendurustiya Mam Celal xirab bûye. lê canê xwe ji dest nedaye.

Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, roja 17ê Kanûna 2012ê li Bexdayê krîza mejî derbas kir û rewşa wî ya tendurustiyê têk çû, paşê ji bo çareseriyê bo nexweşxaneyeke Almanyayê hat şandin.

Piştî çareseriyê Talebanî roja 19-07-2014 vegeriya Silêmaniyê. Piştre careke din bi mebesta çavdêriya pizîşkî Celal Talebanî bo Almanyayê û paşê jî bo Nemsayê hat şandin û di Îlona 2016ê de jî vegeriya Silêmaniyê.

Ji wê demê ve rewşa tendirustiya Talebanî baştir bû û car bi car serkirde û kesatiyên siyasî yên Kurdistanî, Iraqî, herêmî û cîhanî li Silêmaniyê serdana wî dikirin.

Herwiha di meha Tebaxa îsal de li ser vexwandina fermî ya Komara Îslamiya Îranê serdana Tehranê kir.

Celal Hisamedîn Nûrellah Talebanî, kurê Xedîce û naskirî bi Mam Celal, di sala 1933 de li gundê Kelkan li bintarê Çiyayê Kosret ji dayik bûye.

Sala 1959 fakulteya Yasayê li Zanîngeha Bexdayê timam kiriye û li ser karê siyasî jî berdewam bûye.

Di destpêka Şoreşa Kurdistanê de, di sala 1961 de ku paşê weke Şoreşa Îlonê hat naskirin, roleke sereke dîtiye.

Di salên paşê de rojnamevan û siyasetmedar û pêşmerge bûye, herwiha kesekî nêzîkî Mela Mistefa Barzanî bûye.

Di nîveya duyem a salên 60î ya sedsala bihorî de nakokî li gel serkirdatiya Şoreşa Îlonê de hebûye û ewên ku li gel wî hevnêrîn bûn, di dîroka hevçerx a Kurdistanê de bi baskê Celalî tên naskirin.

Piştî rêkevtinnameya 11ê Adara 1971, Mam Celal bo nûneratîkirina Şoreşa Kurdistanê bo heyamekê çûye Beyrûtê.

Sala 1975 li gel çend hevalên xwe yên li bajarê Şam a paytexta Sûriyê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê damezrand û bû sekreterê giştî yê vê partiyê.

Bi dirêjiya salên dawiyê yên dehsalên 70 û 80 yên sedsala bihorî roleke serke di şoreşa Kurdistanê de dîtiye.

Di nîveya yekem a salên 80î de di çarçoveya danûstandina li gel hikûmeta wê demê ya Iraqê de, hevdîtin bi serokomarê wê demê yê Iraqê Sedam Hisên re kiriye, lê belê danûstandin bê encam bûn.

Sala 1986 li gel Idrîs Barzanî roleke sereke di damezrandina Eniya Kurdistanî de hebûye û li bajarê Tehranê rêkevtinek bo vê mebestê îmza kiriye.

Piştî Raperîna sala 1991 a Başûrê Kurdistanê, careke din di çarçoveya şanda Eniya Kurdistanî de diçe Bexdayê û hevdîtinê bi Sedam Hisên re dike û wê carê jî danûstandinên Kurd li gel hikûmeta wê demê ya Iraqê bê encam dibin.

YNKê bi dirêjahiya damezrandina xwe 3 caran kongreya xwe encam daye û di her sê kongreyan de jî weke Sekreterê Giştî yê YNKê hatiye hilbijartin.

Di yekemîn hilbijartina Herêma Kurdistanê de ku sala 1992 birêve çû, bo rêberîtiya Tevgera Rizgarîxwaziya Kurdistanê bû kandîd.

Di nîveya duyem a salên 90î yên sedsala bihorî de li rêveberiya Silêmaniyê bû Serokê Herêma Kurdistanê.

Sala 1998 li gel serokê niha yê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi nevbeynkariya Amerîkayê rêkevtinnameya Waşingtonê îmza kir û bi wê rêkevtinê dawî bi şerê birakujî hat, ku 4 sal bû di navbera YNKê û PDKê şerekî dijwar hebû.

Piştî rûxana rejîma Sedam di sala 2003 de, Endamê Civata Desthilatdariya Iraqê bû û bo gerekê jî bû serokê wê civatê. Herwiha di dariştin û nivîsandina Desûta Iraqê de roleke sereke dît.

Roja 6ê Nîsana 2006ê bo yekemîn car di dîroka Iraqê de kurdek bû Serokomarê Iraqê, ku ew jî Mam Celal Talebanî bû.
Roja 22ê Nîsana 2006ê careke din bp gereke din bû Serokomarê Iraqê.

Ji ber ku posta Serokomarê Iraqê li ser bingeha lihevkirinê bo Kurdistanê bû, sala 2010ê jî cardin Mam Celal bû Serokomarê Iraqê.

Roja 18-12-2012 Mam Celal li bexdayê tûşî celteya (krîza) mejî bû û piştî 2 roj mana li nexweşxaneyeke Bexdayê bo Almanyayê hat şandin.

Talebanî li gel Hêro Îbrahîm Ehmed keça Îbrahîm Ehmed jiyana hevbeş pêk aniye û du kurê wan bi anvê Qubad û Pavil hene.

rudaw

Baydemir: Naxwazin dengê Kurdan di parlamentoyê de hebe

HDPê li bajarê Amedê daxuyaniyeke rojnmevanî saz kir û da xuyakirin ku ew dê berdewam bin li ser “Nobeta Vîjdan û Dadmendiyê”.

Di wê daxuyaniyê de, Berdevkê HDPê Osman Baydemir rexne li siyaseta AK Partiyê girt û da xuyakirin, ku dadgeh dixwazin dosyeya Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş berfireh bikin.

Di beşeke din a axavtina xwe de, Baydemir da xuyakirin, hikûmet naxwaze ku di nava parlamentoya Tirkiyê de dengê Kurdan hebe.

Baydemir ku di çaremîn roja çalakiya HDPê ya bi navê Nobeta Vîjdan û Dadmediyê de diaxivt, destnîşan kir, ku 18 roj berî niha Demirtaş ji zîndanê ve daxwaz ji Erdogan kir, ku terorîstbûna wî biselimîne (isbat bike), eger na derewîn e.

Berdevkê HDPê herwiha got: “Pêwîst e çawan ku bangeşe ji bo teorîstbûna Demirtaş kir, bi heman şêweyê jî daxwaza lêborînê li wî bike.”

Osman Baydemir derbarê biryara standina mafê parlamenteriyê ji du parlamenterên HDPê, Tugba Hezer Ozturk û Feysel Sariyildiz de jî tekez kir: “Her kesek ku bi dengdanê bihê, divê tenê bi dengdanê biçe. Ev mercê sereke û bingeha demokrasiyê ye. Derkirina Ozturk û Sariyildiz bi xwe kudeta ye.”

Barzanî bang li gel kir: Biçin ser sindoqên referandumê

Barzanî di daxuyaniyekê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir, ku ji bo referanduma serxwebûnê biçin li ser sindogan û dengê xwe bidin.

Civîna Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya bi serpireştiya Mesûd Barzanî serokê wê partiyê û bi amadebûna cîgirê serokê wê partiyê Nêçîrvan Barzanî, berî demekê li bajarokê Pîrmamê yê ser bi bajarê Hewlêrê ve bi dawî hat.

Piştî bi dawî hatina civîna serkirdatiya PDKê, Mesûd Barzanî daxwazek ji gelê Başûrê Kurdistanê kir.

Barzanî piştî civînê, ji Rûdawê re axivî û bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir, ku di referanduma serxwebûna Kurdistanê de beşdar bibin.

Barzanî got: “Ez daxwaz ji xelkê Başûrê Kurdistanê dikim ku roja 25ê Îlona 2017ê biçine ser sindoqên referandumê.”

Serkirdatiya PDKê îro yekşembî 11ê Hezîranê bi serpireştiya Mesûd Barzanî civînek li dar xisti, ku mijara sereke ya civînê gotûbêjkirina derbarê biryara partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo sazdana referandumê li Başûrê Kurdistanê de bû.

Roja çarşembiya heftiya bihorî 7ê Hezîrana 2017ê, di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de, biryar li ser lidarxistina referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê hat dan û roja 25ê Îlona îsal weke roja sazdana referandumê hat diyarkirin.

 

rudaw

KURDISTAN – 25ê Îlonê roja referanduma serxwebûnê ye

Di civîna Barzanî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de biryar li ser roja referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat dayîn û li gorî daxuyaniya piştî civînê, roja 25ê Îlona îsal weke roja pêkanîna referandumê hatiye diyarkirin.

Îro çarşembî 7ê Hezîrana 2017ê Mesûd Barzanî bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê civiya. Mijara sereke ya civîna îro gotûbêjkirina pêkanîna referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ye.

Civîna navbera Barzanî û nûnerên aliyên siyasî di demjimêr 15:00ê piştî nîvro de dest pê kir û berî demekî civîn bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî dawî pê hat.

Li gorî daxuyaniyê ku Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, di civîna îro de derbarê lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê de biryar hat dayîn û roja 25ê Îlona 2017 (îsal) wele roja birêveçûna referandumê hat diyarkirin.

Di destpêka daxuyaniyê de tê gotin: “Roja çarşembiyê 7ê meha 6 a 2017ê li Selahedînê nûnerên pilebilindên partiyên siyasî yên nava parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr û Serok û Cîgirê Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî civiyan.”

Derbarê naveroka civînê de jî hatiye gotin: “Di civînê de bi berfirehî mijara referandum û hilbijarina Parlamentoya Kurdistanê û arîşeyên siyasî yên navxweî yên Herêma Kurdistanê û rewşa herêmî û cîhanê hatin gengeşkirin û amadebûyên civînê nêrînên xwe li ser pêwsîtiya referandumê û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên herêmê û rewşa zatî û babetî ya Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, di vê civînê de amadebûyên civînê bi koma dengan li ser van çend xalan li hev kirin:

Yekem: Roja 25ê Îlona 2017ê weke roja sazkirina referandumê li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya herêmê hat diyarkirin.

Duyem: Her ji roja dawîhatina civînê heta dema birêveçûna referandumê, hemû alî xebatê ji bo ji bo çalakkiirna parlamentoyê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikin, ew yek jî bi armanca bi dest xistina komdengiya niştimanî.

Sêyem: Tekezî li ser başkirina debar û rewşa jiyana xelkê û awirdan li arîşeyên aborî yên hevwelatiyên Kurdistanê û mûçewergir û çîn û tijwêj û xelkê kêmdahat hat kirin.

Çarem: Biryar hat dayîn ji bo pêkanîna Encumena Bilind a Referandumê bi serokatiya birêz Mesûd Barzanî. Herwiha biryar hat dayîn, ku heta roja 12ê Îlona 2017ê partiyên siyasî nûnerên xwe bo beşdarbûn di çend komîteyên taybet bi referandum û piştî referandumê de diyar bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de navê alî û partiyên siyasî yên beşdar di civînê de bi vî awayî hatiye rêzkirin:

“Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Bizava Îslamiya Kurdistanê, Partiya Komonîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Karkeran û Kedkarên Kurdistanê, Partiya Çaksaziya Pêşkevtî ya Kurdistanê, Lîsta Hewlêr a Tirkmenî, Eniya Tirkmenî ya Iraqê, Partiya Geşepêdana Tirkmenî, Lîsta Ermen di Parlamentoya Kurdistanê de, Bizava Demokrata Aşûrî, Encumena Gel a Kildanî-Aşûrî.”

Pêştir peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ku ji bo şopandina civîna Barzanî û aliyên siyasî li Pîrmamê ye, ragihandibû: “Di civînê de biryar hatiye dan, ku 25ê Îlona 2017ê referandum birêve biçe.”

Senger Ebdurehman herwiha gotibû: “Di civînê de herwiha biryar hatiye dan, ku 6ê meha 11 a îsal hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û serokatiya Herêma Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de werin sazkirin.”

Peyamnêrê me herwiha dabû xuyakirin: “Di civînê de herwiha biryar hat dayîn ku çend komîteyên bilind bi serokatiya Barzanî bo referandumê werin pêkanîn, ji bo ku serdana welatên deverê û welatên erebî bikin û herwiha ji bo ku gotûbêjê li gel Bexdayê jî bikin.

 

 

rudaw

Newşîrwan Mistefa koça dawî kir

Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa îro koça dawî kir.

Newşîrwan Mistefa ji sala 2009 ve heta dema wefata xwe di 19ê Gulana 2017ê de Serokê Giştî yê Goranê bû.

Berdevkê Fermî yê Tevgera Goranê Şoriş Hacî di daxuyaniyekê ku ji televizyona fermî ya vê tevgerê ve hat belavkirin, ku Newşîrwan Mistefa îro înê 19ê Gulanê di saet 08:00ê serê sibê koça dawî kir.

Şoriş Hacî di daxuyaniya fermî ya bi navê Tevgera Goranê ve, hevxemiya xwe û Tevgera Goranê li gel malbat û kesûkarên Newşîrwan Mistefa anî ziman.

Hacî herwiha destnîşan kir, ku Goran dê li ser rêbaza wê serkirdeyê mezin ji bo xizmeta neteweya Kurd berdewam be.

 

Rudaw

Navên Hin Bajarên Kurdistanê (Kurdî-Tirkî)

Navên Hin Bajarên Kurdistanê (Kurdî-Tirkî)

 

Fermana Tanzîmatê û Serhildana Mîrê Botan-1

Di destpêkê de heke em bi pirsekê dest bi gotara xwe bikin, wê demê ev mijara me yê fikr û ramanan de bêtir zelal be. Pirsa me jî; gelo Gelê Kurd gelekî bindest e an gelekî têkoşer e?

Bêguman bersîv ne hêsan e. Lê heke em bixwazin cevabekî jê hildin, dibê em di perspektîfeke tek û yek de gelê din ên ser rûyê erdê û kurda bînin li ba hev û ka binhêrin çi ferq heye an jî çi ferq hene. Ev sedsala dawîn û heta îro, waxta ku em Edebîyata Kurdî dimêzînin, bi zêdeyî hêstên bindestî, hêsirî, bêkesî, neçarî tên xûya û bandora xwe ser xwendevanan de dihêlin. Lê belê bêdewletî û bindestî ne wek hev e, cûdatîyeke tenik navbera wan de cîyê xwe digire.

Birastî ez bixwe çend welatê Efrîkayê mam, pişt re bo kerê perwerdehîyê min fersend dît ku jîyana gelên Asîyayê, nêzîk ve bibînim û bibim şirîkên heyata wan. Gelên Efrîkayê û henek welatên Asîyayê bin zor û zilma dagirkera gelek kişandine û hê jî dikişînin. Pêşyê eger em Efrîkayê bînin ber çavan, hemû gelên wir azadîya xwe dest xistine û bindestîya Îngiliz û Fransizan xilasbûne. Belam tesîra serdestan tesîreke wisa mezin e ku îro jî bi tev reng û denge xwe ve ber çavan e. Her wekî îro gorî qanûnan tu cûdatî nava reş û spîyan de nîn e. Lê çerm reşên Efrîkî cem yekî spî nikarin ku derheq tiştekî de fikrê xwe bîne ziman, em dikarin bêjin mixabin ewna xwe piçûk dibînin. Hê îro jî çayxane û xaringehên reş û spî ya cûda ye. Welatîyên Efrîkî qedera bindestîyê didomînin û wisa texmîn dikim ku ew ne tîştekî asan e bi carekî de wê nexweşiyê xilasbin.

Hîndistan ji Efrîkayê xirabtir e. Îro Hîndistan dewleteke mezin û serbixwe ye lê belê zimanê wana gelek bin bandora Îngilizî de maye û 3 peyvan yek Îngilizî ye. Dema tu welatîyên Hîndistanê re civîna pêk tînî û fikrê wan derheq mijarê de dipirsî, yek peyva wan heye û ew jî “yes sir”e, yanî hûn zanin, hûn çawa dibêjin wilo ye. Wisa xwîna wan mêtinê ku daxûyandina fikr û ramanên xwe bêparin. Ez li vir dixwazim bêjim ku erê em nebûn xwedî împerator an dewletên mezin lê dîrokê de Kurda stûyê xwe ber tu kesî xwar nekirine, mineta xwe kesî negirtine. Dem û dewra Siltan Mehmûdê duyemîn de jî waha bû, dewsa bi payîtext ve girêdanê, Kurda serhildan hilbijartin.

Dewleta Alî Osmanî di dawîya demsala 18mîn û destpêka 19mîn de rewşeke xirab de bû. Bûyerên li Balkana, hilperînên Sirp û Yewnanan, êrîşên Rûs, Fransî û Îngilizan, hicûma Walîyê Misirê nedihîştin Osmanî sere xwe rakin. Mehmûdê duyemîn, padişahê wê dema dijwar bû. Siltan Mehmûd rêzik û zagonên nû dianî ku dewletê wê weziyetê xilas bike, lê ew fikr û zagonên nû rewşê dijwartir dike, serhildanên teze derdixe meydanê.

                         Berîya Mehmûdê Duyemîn Sîstema Mîrekîya

Dewleta Osmanî de walîyên wîlayeta ji aliyê payîtext ve kifşdibûn û bi destûr û îzna padişah dest bi kar dikirin. Lê mîrekîyên Kurdan ji bilî vê qaîdên bûn. Em dikarin bêjin heya wê demê Mîrên Kurda li cî û ware xwe de xwedîyê nîv-serbixwetîyên bûn û mîrtî ji bav derbasî kuran dibû. Heke em ser grafiîka jorê bisekinin yê were dîtin ku tu têkilîyn siltan ji serokên eşîreta û mîran re yekser tune ye. Dema soz, peymanek hebe an rewşeke xerab an jî hewcetîya tiştekî de mîrê mîran navbeyna wan de têkilîya datîne. Padişahê Osmanîyan rasterast tevî karê Kurdan nabe, Kurd bi xwe karê rêvebirîyê dimeşînin, anegorê xwe biryara hildidin, jîyana xwe didomînin. Serbixwetî û azadîya Kurdan eşkere ye, ber çavan e.

Xilasbûyîna salên 1700î de Osmanîyan xwastin kû wan mîran bi otorîteya navendî/merkezî ve girêdin. Ev biryara payîtext bû sedema bûyerên nû. Dema Siltan Mehmûd de, Sekban-i Cedîd (artêşa leşkerîya nû) hat damezrandin. Bo Kurdan şert û mercên nû anîn holê. Leşkerî boy Kurda jî bû mecbûrî, heta wê demê mîrekîya waxtê şer de payîtext re esker dişandin lê bi zagonên nû ew şandina leşker û serbazan bû daîmî. Hin mîrekî bi payîtext ve hatin girêdan û nîv-serbixwetî ji destê wan girtin, ew baca mîra dida dewletê, ew jî zêde kirin.

                      Dema Mehmûdê Duyemîn de Sîstema Mîrekîyê

 

Sîstem guherîbû, erka ji bava derbasbûna kura hatibû sekinandin, walîyan erk û wezîfên xwe ji payîtext hildidan. Bi wê dem û dewrana nû de berpirsîyarîyên mîrê mîran gelek kêm bibûn, ewqas hewcetî nemabû ji ber kû sîstema navendî ava bibû û kar û barên eşîr û xanan ji aliyê payîtext ve dihat control kirin. Paşayên Osmanî û wezîrên wan diketen nava karê fermî û tevî rêvebirîyê dibûn, ew serok û rêberên gura wan nedikirin, rêya wan nedişopandin bi hêsanî ve dihatin guherandin. Birastî bo wan guherandin asan bû lê dijberî wan Kurd hebûn û Kurda wisa zû dev jê bernedidan. Serê demsala 19mîn û pê ve serhildanan destpê kirin, boy her du aliyan jî rojên giran û xedar dîrokê de cîhê xwe digirtin.

1806an de Mîrekîya Babanan serî hildan, ev şer nêzîkê sê sala kişand û encamê de Babanzaden têk çûn. Berxwedana Bababanzadeyan ji serhildanên din re bû nimûne.

Pişt raperîna Babanan, 1818an de Kurden Zaza serîhildan. Ev hilperîn li Dêrsîm û dorhêla wê çêbû, nêzîkê du sala kişand û encamê de Zaza binketin. Pey wan re jî 1830î de serhildana Kurdên Ezdî destpêkir, ev şer li aliyê Colemêrg û Şengalê sê sal dewam kir. Dû Ezdîya re 1833an de Mihemedê Kor û Serhildana Mehmûd Xan, Serhildana Xerzan hate hole. Ev serhildanên bi Babanan re destpê kirin, bandoreke mezin ser demsalên nozdeh, bîst û bîstûyekan hîştin. Hê îro jî têkoşîn çar perçê Kurdistanê didome. Wisa tê xûyanê ku evê hê jî bidome.

Welat Agirî-Riataza

Partiyên Îslamî yên Kurdistanê peyama yekîtiyê dan

Partiyên Başûrê Kurdistanê yên weke Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Yekgirtuya Îslamî û Komela Îslamî ya Kurdistanê biryar dan ku li ser geşedanên herêmê, bi hev re tevbigerin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Yekgirtuya Îslamî Selahedîn Behaedîn, Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr û Sekreterê Giştî yê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz îro li Silêmaniyê hatin ba hev. Herwiha Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilmanên Cîhanê Dr. Elî Muhyîdîn El-Qeredaxî jî di civînê de amade bû.

Piştî civînê konferanseke rojnamevaniyê hate lidarxistin û Selahedîn Behaedîn di derbarê vê civînê de  axivî û diyar kir, qonaxa ku gihîştine, ji bo partiyên Îslamî pêngaveke dîrokî ye.

Behaedîn destnîşan kir, 3 babetên ku divê partiyên Îslamî yên herêmê li ser bixebitin hene û got: “Em weke partiyên Îslamî, biryarên me yên hevpar ev in: têkoşîna li dijî gendelî û bêdadiyê, bi çarçoveyeke serbixwe û neteweyî çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û herwiha dabînkirina yekîtiya partiyên Îslamî yên Kurdistanê.”

Selahedîn Behaedîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser vê mijarê, emê hêj gelek caran ramanên xwe bi hev re parve bikin. Emê ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe bi biryar bin. Li ser xebata hevpar, emê paşve gav neavêjin. Emê hewldanên xwe bidomînin. Ez hêvî dikim ku em her dem bi hev re bin. Eger em bi hev re gav neavêjin, em hemû dê zirarê bikin.”

Sekreterê Giştî yê Yekgirtuyê Behaedîn herwiha eşkere kir: “Emê bi ti awayî li gel tevgerên ku bibine sedema birakujiyê nebin. Em ji qonaxeke hesas derbas dibin.”

 

Weke din partiyên Îslamî yên Kurdistanê li ser nexşerêyeke 10 xalî rêkeftin kirin û amaje bi wê yekê kirin ku ew 10 xal di demeke kin de dê werin pêkanîn

Ji pênûsa nivîskarên Rojavayê Kurdistanê Helebce

Roja 16.03.1988ê li hemû aliyên Kurdistanê û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê rojeke herî reş û tehl bû di dîroka gelê kurd de. Di wê rojê de, neyarên gelê Kurd bihara Kurdan xeniqandin û bi çekên kîmyayî 5 hezar kurd qirr kirin û xaleke tarî li ser eniya mirovatiyê mohr kirin.

Komkujiya Helebçe cihê xwe di helbesta Rojavayê Kurdistanê de jî digire. Helbestvan û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê bi vê komkujiyê pir êşiyan.

Bêtara Helebçe ku nayê binavkirin û ziman têra nîşandana êşa wê nake, bandoreke mezin li helbestvanên Rojavayê Kurdistanê jî kir ku wan jî êş û bîranîna Helebçe di berhemên xwe de zindî hiştin.

Seydayê Keleş navê dîwana xwe ya şeşan ku di sala 2007an de derket kir “Helebçe”.

Keleş bi komukjiya Helebçeyê dinale û diqîre û bi dilekî tije êş, keser û kovana xwe wiha vedihûne û wiha dibêje:

“Ji kêre bêjim çilo bêjim.

Ji kû bêjim li ser te ey Helebçeya jar û birîndar.

Li kolanan, li ser bênderan, li ser riyan.

Xelkên Helebçe raketî û bêdeng in.

Zarokên biçûk di hembêza dê û bavên xwe de bêdeng in û nalebitin.

Li vê gosirmetê, li vê êşê, li vê janê.

Gelî miletên cîhanê hûn li ku mane?

Werin binêrin li Kurdistanê.

Bi hezaran ji bîna xerdelê hatine raxistin, li çarçî û meydanên Helebçeya jar û bêçar.

Bi hezaran keleşên miriyan li dora Helebçeyê kom in.

Bi xem û kul tevde razan. Em ê çi bêjin gelî mirovan.

Emê li kê bikin hawar û gazî.

Li çol û çiyan bê xwedî diman.

Teyr û tilûr kom dibûn û dixwarin goştên wan.

Bê gor û goristan diman xelkên Helebçe.

Hişk dibûn ev dar û buhar, miçiqîn kanî, ev çem û rûbar.

Ey Helebçeya dilsoz ka ew kêf û şahî, ka ew keç û xort li ku mane?”

Helbestvan û nivîskarê Kurd yê erebînivîs Îbrahîm Yûsiv jî di helbesta “Helebçe Bixêrhatina We Dike” ku Selah Mihemed ew kiriye kurdî, dibêje:

“Rondik li ser Helebçeyê dibarin.

Bênder tozê ji ser xwe vedimalin.

Bombe berî balafirê hat.

Bahor, mirin, sînor.

Darên xwe avêtin cîhokê.

Helebçe li ser ekrana televizyonan tê nîşandan.

Bi cilên xwe yên çiyayî.

Balafir wê dialêsin.

Ji pişt berçavkan helbestvan bi ser rojnamê de radibe.

Di rengê qehweyê de bû xwîna wê.

Lê balafirê dîdar bi dawî anî.

Helebçe bi ser rûyê xwe de hat.

Di ser rûyê me re Helebçe çû.

Helebçe bê me vegeriya.

Bayê gund Helebçe bi xwe ve daleqand.

Bûne wêne di arşîva me de.

Bûne ximav di pênûsa me de.

Êdî bes e Helebçeyê.

Em ê te bi nav bikin û em ê rûyê te ji komkujiyê bidin hev.

Helebçeyê tu mîna duh î, va em hatin.”

 

Rudaw

Komandoyên nû yên Amerîkayê gihîştin Rojava

Hevpeymaniya li dijî DAIŞê ya ku bi pêşengiya Amerîkayê hatiye pêkanîn, aşkere kir, ku ji bo operasyona Reqayê, hêzeke din a komandoyên taybet ên Amerîkayê, li bakurê Sûriyê hatine bicihkirin.

Berdevkê Hevpeymaniyê John Dorrian bi daxuyaniyekê diyar kir, hêza ku hatiye Sûriyê, li gel şirêkên Amerîkayê yên weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hevpeymana Ereb a Sûriyê dê tevbigerin.

Dorrian destnîşan kir, leşkerên Amerîkayê yên ku li Sûriyê hatine bicihkirin, dê li bereyên pêş şer nekin.

Herwiha John Dorrian got: “Em qala 400 leşkerên nû dikin. Ew dê bi awayekî demkî li wir bimînin.”

Pêştir jî li Sûriyê 500 leşkerên Amerîkayê hebûn û di şerê li dijî DAIŞê alîkarî didan hêzên kurdî yên li Bakurê Sûriyê.

Îro hin zanyarî ketibûn destê medyaya Amerîkayê ku îdia dikirin, komandoyên Amerîkayê li kampeke bi dûriya 25 kîlometreyan ji bakurê Reqayê bi cih bûne.

 

Rudaw

Barzanî: Kurd dibin xwediyê dewleta xwe

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke li gel rojnmaeya La Stampa ya Îtalyayê de ragihand, “rewşa niha ya Rojhilata Navîn dişibihe rewşa Cokoslovya û Yugoslavyayê” û tekez kir, her “weke ku çawan gelên rojhilatê Ewropayê bûne xwediyê dewleta xwe, Kurdan jî mafê wê heye ku bibin xwdiyê dewleta xwe”.

 

Rêveberê Giştî yê Weşanê yê rojnameta La Stampa ya îtalyayî, Maurizio Molinari li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê hevpeyvînek bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re saz kiriye.

 

Mesûd Barzanî di wê hevpeyvînê de, li ser rewşa dawîn a Iraqê, Sûriyê, Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û deverê bi giştî bersiva pirsyarên rojnmaeya La Stampa daye.

 

Rojnameya La Stampa hevpeyvîna bi Barzanî re, bi sernava, “Barzanî: Iraq bi dawî hat, em kurd dê bibin xwediyê dewleta xwe, weşandiye”.

 

Rêveberê Giştî yê Weşanê yê rojnameya îtalyayî amaje bi rewşa Iraqê û berdewambûna pevçûnan û şerê DAIŞê kiriye û ji Barzanî pirsiye, “Iraq dê weke dewleteke yekgirtî bimîne yan dê ji bo çend dewletên netewî parçe bibe?”

 

Serokê Herêma Kurdistanê di bersivê de dibêje: “Daxwaziya ji bo parastina yekparçeyiya Iraqê heye, lê belê bi rastî di dema niha de, ji ber pirsgirêkên ku îmkana çareserkirina wan nîne, weke dabeşkirî tê xuyakirin. Sunnî û Şîe, 1400 sal in ku şerê hev dikin û em Kurd qurbaniyê wî şerî ne. Ji bo pêkvejiyaneke nû pêwîstî bi formuleke nû heye”.

 

Herwiha li ser pirsyara, eger Kurdistana Iraqê bibe dewleteke serbixwe, ew yek dê bandoreke çawan li ser aloziyên navbera Îran, Tirkiye û Erebistana Siûdiyê bike, Mesûd Barzanî wiha bersiv dide:

 

“Serxwebûna Kurdistanê ji bo îstîqrara wê herêmê dê bibe derfet. Em têra xwe xwînrijandin û bê edaletî dît. Civaka me, girêdayî serweriya hiqûqê, rêzgirtina bingehên demokratîk, pêkvejiyana nasnameyên cuda û piraniya partiyan e. Em dikarin bibin alîkarê kêmbûna krîzan û pevçûnên li Rojhilata Navîn. Ew yek bi qazanca her kesî ye”.

 

Di beşeke din a hevpeyvînê de, rojnameya La Stampa derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de ji Barzanî dipirse.

 

Li ser pirsyara, “gelo Herêma Rojava ya li Sûriyê di kontrola şervanên YPGê de ye, xweseriya we dikare ji bo wan rê li ber modêleke wisa li Kurdistana Sûriyê veke?” Serokê Herêma Kurdistanê radigihîne: Ew yek dikarî pêkhatibam lê belê mixabin ew derfet ji dest çû.

 

Mesûd Barzanî amaje bi sedemên wê yekê dike û wiha dibêje:

 

“Çimku YPG, alîkariya PKKê ku li gelek welatan weke rêxistineke terorîstî tê naskirin, qebûl kir. YPGê herwiha alîkariya ji rejîma Beşar Esed jî qebûl kir. Ewan bijardeyan, em û ew ji hev dûr xistin. Hêj ez hêvî dikim ku ew hizrên xwe biguherînin, lê belê ew siyasetên şaş paşeroja kurdên Sûriyê dixin metirsiyê, tenê bi kêrî PKKê tên”.

 

Rudaw

38emîn salvegera koça dawî ya Barzanî yê nemir

Îro 38emîn salvegera koça dawî ya general û rêberê mezin ê kurd Mele Mistefa Barzanî yê nemir e. Wî jiyanake pir bi tekoşîn borand û di dirêjahiya sedsalekî de mohra xwe li tekoşîna azadiya gelê kurd xist.

Mela Mistefa Barzanî di 14ê Adara sala 1903ê de ji dayikbû û roja 1ê Adara 1979ê li Amerîkayê di encama nexweşiya pençeşêrê çû ser dilovaniya xwe.

Mele Mistefa Barzanî di dirêjahiya jiyana xwe de ji serhildana kurdên Başûrê Kurdistanê re fermandarî kir û bû generalê pêşmergeyên Komara Mahabadê, pêşengê şoreşa kurdan û rêberê rêya serxwebûn û azadiya Kurdistanê.

 

Jiyana Mele Mistefa Barzanî:

 

Mele Mistefa Barzanî di 14ê Adara sala 1903ê de ji dayik dibe. Bavê wî Şêx Mihemed di heman salê de wefat dike. Mele Mistefa Barzanî yê nemir birayê biçûk ê Ebduselam, Ehmed, Mihemed Sidîq, Mihemed Babo ye.

 

Mele Mistefa Barzanî, di zarokatiya xwe de di nav tevgera rizgarîxwaz a gelê kurd de mezin dibe. Ew di sê saliya xwe de ligel dayika xwe li Mûsilê di zîndana Osmaniyan de dimîne.

 

Malbata Mele Mistefa Barzanî, di destpêka sedsala 20an de dikeve nav tevgera neteweyî ya kurd. Birayê wî yê mezin Şêx Abdulselam Barzanî ji tevgera gelê kurd re serokatî dike.

 

Dema di salên 1913ê de tevgera Şêx Abdûlselam Barzanî şikest dixe û ew neçar dibe ku derbasî Rojhelata Kurdistanê be.

 

Lê desthilatdarên Îranê wî radestê Osmaniyan dikin û Şêx Abdulselam Barzanî tînin Musilê, bi awayekî nehiqûqî darizandinê dikin û biryara darvekirinê didin. Şêx Abdûlselam Barzanî li ber çavên malbata wî û Mele Mistefa Barzanî tê dardakirin.

 

Dema Komeleya Tealî ya Kurd di bin serokatiya neviyê Şêx Ûbeydûllah Nehrî Seîd Ebdilkadir de ava dibe, Mele Mistefa Barzanî 15 salî ye. Dema Kurdistan encama Peymana Lozanê beş dibe ew 20 salî ye. Dema serîhildana 1925-an di bin serokatiya Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî de dest pê dike, 22 salî ye.

 

Ew di cîwantiya xwe de û birayê wî yê mezin Şêx Ehmed Barzanî ve bi çekdarî piştgiriya Tevgera Şêx Mehmud Berzencî dikin.

 

Dîsa malbata Barzaniyan û Mele Mistefa Barzanî bi Şêx Seîd Efendî re dikevin nav pêwendiyan.

 

Malbata Barzaniyan û Mele Mistefa Barzanî di sala 1932ê de bi tevgera Agriyê re dikevin nav danûstandina lê beriya wê jî bi Rêxistina Xoybunê re di nav pêwendiyan de ne.

 

Di 1932ê de pêşmergeyên di bin fermandariya Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî de li hember hêzên hikûmeta Iraqê û îngilîzan şer dikin û wan dişkînin. Hêzan Barzaniyan serkeftî dibin û di encamê de bombebarana belafirên îngîlîzan radiweste. Pişt re jî di navbeyna herdu terefan de encama danûstandinan dest pê dike.

 

Li piştî demek kurt dîsa şer dest pê dike Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî û serokatiya şer, dibînin ku serkeftina wan zehmet e, lewma stratejiya xweparastinê dipejirînin. Di wê navberê de jî bi hikûmeta Iraqê re jî danûsatandin dikin.

 

Di Hezîrana 1932an de 400 malbat derbasî Bakûrê Kurdistanê dibin û li Erziromê bicîh dibin lê paşî vedigerin Şemzînana Colemêrgê.

 

Dewleta Tirkiyê di sala 1933an de Şêx Ehmed Barzanî radestê Iraqê dike. Wê demê Mele Mistefa Barzanî û birayên xwe, serok eşîran biryar didin ku vegerin Başûrê Kurdistanê.

 

Mele Mistefa Barzanî hêzên xwe yên çekdar li çend herêma belav dike. Biryar didin ku şer nekin. Lê ev biryar hikûmeta Iraqê ditirsîne lewma ji Şêx Ehmed Barzanî daxwaz dikin ku Barzanî bên li gundên xwe bi cîh bibin. Şêx Ehmed Barzanî jî, ji birayên xwe daxwaz dike ku tu car teslîm nebin. Di encamê de hikûmet neçar dibe ku Şêx Ehmed Barzanî bişîne Barzanê.

 

Di sala 1936ê de hikûmeta Iraqê malbata wan dibe Mûsilê, ji wir jî dişîne Bexdayê. Şêx Mehmûd Berzencî jî li Baxdaê mişextî ye. Loma jî di navbeyna Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî û Şêx Mehmûd Berzencî de gelek hevûdîtin çê dibûn. Hikûmet ji vê yekê gelek eciz dibe. Ji bona vê yekê hikûmet Barzaniyan dişîne Nasiriyeyê dikin.

 

Lê li herêma Barzan serhildan dom dike lê bi komkujiyekê tê şikandin. Di sala 1939an de Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî û hemû malbata wan mişextê Altinkopruyê û Kîfrî û paşî Sileymaniyê dikin.

 

Heta sala 1943ê li Sileymaniyeyê jiyana xwe didomînin. Di vê navberê de Mele Mistefa Barzanî bi rêxistina Hêvî yê re pêwendî çêdike. Di Gulana 1943ê de Mele Mistefa Barzanî bi alîkariya rêxistina Hêvî ji Sileymaniyeyê direve û diçe Rojhilatê Kurdistanê. Lê belê ew zêde li wir namîne, bi hevalên xwe ve vedigere herêma Barzan. Dema ku ew vedigerin herêmê di nav gel kelecaniyek pêk tê.

 

Ew xwediyê biryar e ku li hemberî hikûmeta Iraqê şer bike. Herwiha di demek kurt de hêzêkî pêşmergeyan ava dike. Dema ku hikûmeta merkezî dibîne, ku Mele Mistefa Barzanî di nav amadekariyan de ye şandan dişînin danûstandinê û soz didin, ku Şêx Ehmed Barzanî û hemû mişextiyên kurd vegerînin cih û warên xwe.

 

Ev serkeftina li hemberî hikûmetê, ji bo tevgera neteweyî ya Barzanî dibe gavek mezin, gelê kurd hîn zêdetir eleqeyek ji Mele Mistefa Barzanî re nîşan dide, herêma Barzan jî dibe navendek neteweyî û azadî ya gelê kurd.

 

Li hember şersekinanadina Mele Mistefa Barzanî, hikûmeta Nûrî Seîd jî van pêşniyar û daxwazên kurdan yên girîng dipejirîne:

 

1-Ew kesên karmendên dewletên yên îşkence dana gel ji kar werin girtin.

 

2-Divê Eyalata Kurdistanê ava bibe,

 

3-Zimanê kurdî dê wek zimanê fermî bê pejirandin,

 

4-Ji her wezîrekî re cîgirekî kurd bê pejirandin.

 

5-Ji bona Eyalata Kurdistanê wezîrekî kurd bê pejirandin,

 

6-Avakirina dibistan û nexweşxaneyan, vekirina rêyan, avakirinba herêmê,

 

7-Tazmîna zeraran kesên zerarditî,

 

8-Berpirsiyariyên leşkerî, malî, karên devre dê di uhdeya dewleta merkezî de be.

 

Hikumeta Nûrî Seîd piştî demek kurt îstifa dike, nikare vê peymanê cî bi cî bike. Hikûmeta nû jî peymana di navbera hikûmeta Nûrî Seîd û kurdan nas nake.

 

Serdema Komara Mahabadê

 

Mele Mistefa Barzanî di sala 1943ê de tê Sileymaniyê û ji wir derbasî Rojhelata Kurdistanê bajarê Mahabadê dibe. Mele Mistefa Barzanî li Rojhelata Kurdistanê bi serokeşîrên kurd re danûstandinan dike û ev serdana wî hemû kurdan kêfxweş dike.

 

Mele Mistefa Barzanî di Tîrmeha 1945ê de vedigere Başûrê Kurdistanê, li gundan bi serokeşîran re danûstandin dike û di civînê de biryar te girtin ku li hemberî dewletê şerê pêşmergetî bimeşînin.

 

Heman salê Mele Mistafe Barzanî û pêşmergeyên wî vedigerin Rojhelata Kurdistanê tevlî desthilatdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê  dibin. Ew di sala 1946-an de di avakirina Komara Kurdistanê ya Mahabadê de rolek gelek girîng dilîzin. Mele Mistefa Barzanî, di Komara Kurdiatanê de dibe serleşker.

 

Dema ku desthilata Îranê êrişî Kurdistanê dikin, ew ji Qazî Mihamed daxwaz dike ku li berxwe bidin lê Qadi Mihemed biryara şer qebûl nake. Dema Qazî Mihemed biryara mayînê dide, Ala Kurdistanê jî wek emanetekê teslîmî Mele Mistefa Barzanî dike.

 

Mele Mistefa Barzanî bi 500 hevalên xwe ve derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe. Li Sovyetê jî bo mafên xwe û hevalên xwe dikeve nav çalakiyan. Di sala 1946ê de li Yekîtiya Sovyetan, Partiya Demokrata Kurdistan a Iraqê tê damezrandin û Mele Mistefa Barzanî, dibe serokê partiyê.

 

Mele Mistefa Barzanî, di sala 1958ê de dema ku desthilatdarî li Iraqê tê guhertin, bi ser rêya Misirê re vedigere Iraqê..Vegere Mele Mistefa Barzanî li ser tevgera neteweyî ya hemû parçeyên Kurdistanê bandor dike.

 

Li Iraqê piştî ku desthilatdarî hat gûhertin, Qanûna Bingehîn (Makezaga) ya nû hat pejirandin. Di makezagonê hat qebûl kirin ku Iraq ji du miletan, miletê kurd û ereb pêk tê. Kurd dê welatê xwe birêvebibin. Herwiha PDK li Iraqê dibe partiyek yasayî.

 

Lê desthilatdariya Iraqê, piştî ku xwe xûrt kir û lingên xwe da erdê, êrişî kurdan kir û Mele Mistefa Barzanî jî, di Îlona 1961ê de dest bi şoreşê kir. Şoreşa Kurdistanê gelek serkeftî bû. Lê di nav kurdan de perçebûn (1964) pêk hat.

 

Lê dîsa jî ev şoreşa kurdan ya di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de heta sala 1970ê berdewam kir.. Desthilatdariya Iraqê û rejîma Baasê mecbûr bûn ku li Kurdistanê Otonomî/Hûkmî Zatî qebûl bikin. Ev têkoşîna neteweya kurd di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de di 11ê Adara 1970ê de bi Otonomiya Kurdistanê gihişt encamê.

 

Neteweya kurd pêşî de facto û pişt re jî bi hiqûq û bi pejirandina mekezagoneke nû, bi Peymana 11ê Adara 1970yê bû desthilatdar. Otonomiya Kurdistanê bi desthilatdarî û hêza xwe ya pêşmergeyan nîv dewletek serbixwe bû.

 

Peymana Cezayîrê û Şerê 1974an…

 

Bi Peymana 11ê Adara 1971ê, pirsgirêka Kerkûkê nehat çareser kirin, biryar hat girtin ku referandum çêbibe lê hikûmeta navendî ev yek red kir.

 

Helwesta xerabtir jî hikumeta navendî ya Iraqê ji bo Referandûma Kerkûkê encam nede, dest bi provakasyonan kir û çend caran xwest ku serok Barzanî bikuje, lê bi serneket.

 

Di encamê de girêdayî pirsa Kerkûkê di sala 1974-an de di navbera Otonomiya Kurdistanê û Hikumeta Nevandî ya Iraqê de şer dest pê kir. Heman salê bi Peymana Cezayîrê, Îran, Iraq û Amerîkayê kurdan şer wenda kir.

 

Mele Mistefa Barzanî neçar bû ku here Rojhilatê Kurdistanê. Mele Mistefa Barzanî li vir bi nexweşiya penceşêrê ket û çû Amerîkayê.

 

Serokê tevgera gelê kurd Mele Mistefa Barzanî, di 1ê Adara 1979ê li Amerîkayê koça dawî kir.

 

Ji ber desthilata rejîma Baasî li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê derfet nebû ku li Başûrê Kurdistanê bê veşartin. Lewma li Rojhelata Kurdistanê hat veşartin. Piştî ku Başûrê Kurdistanê azad bû mezelê wî û kurê wî îdrîs Barzanî veguhestine Başûrê Kurdistanê û devera Barzanê.

Rudaw

BAKURÊ KURDISTANÊ – Di salekê de 63 zarok hatine kuştin

Komeleya Mafê Mirovan (İHD) ragihand, ku di sala 2016ê de 22 zarokan di dema pevçûnana de û 41 zarokan jî di encama teqînan de jiyana xwe ji dest dane.

Şaxê Amedê yê Komeleya Mafê Mirovan (İHD) rapora xwe ya derbarê “Binpêkirinên Li Hember Mafên Zarokan” eşkere kir. Li gorî raporê li bajarên Bakurê Kurdistanê, di navan pevçûnan de 5 zarok ji destê hêzên ewlekariyê hatine kuştin û 6 zarok jî birîndar bûne.

Di raporê de hate gotin, ku 12 zarokan di nav pevçûnan de û 3 zarok jî di encama teqînan de birîndar bûne.

Li gorî raporê di sala 2016ê de 150 zarok hatine binçavkirin, ji van 40 zarok hatine girtin û 6 zarok jî rastê êşkencê hatine.

Rêveberê Komîsyona Zarokan parêzer Ercan Yilmaz jî eşkere kir; “Li gorî lêkolînên me, di encama pevçûnan, êrîşên kiryar nediyar û teqînan de 40 zarokan jiyana xwe ji dest daye û 46 zarok jî birîndar bûne.”

Yilmaz diyar kir, ku di dema qedexeya derketina derve û bûyerên tundiyê de zarok jî rastî reftarên xirap hatine.

Ercan Yilmaz got; “Berpirs û hêzên ewlekariyê yên li hember zarokan tawanan dikin nayên sizxakirin. Ev yek jî dibe sedem bûyerên wiha zêdetir bibin.”

Li gorî rapora İHDê di seranserê salê de 10 zarok bûne qurbanê tundûtijiya nav malbatê, 2 zarok birîndar bûne. Herwiha destdirêjî li ser 114 zarokan hatiye kirin.

Moskow navbeynkariya kurdên Sûriyê û Esed dike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ku ji bo arambûna rewşa Rojhilata Navîn pirsa kurd xwedî girîngiyekeyê taybet e û weke kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Rûsya hewil dide hikûmeta Sûriyê û Kurdan li hev bîne.

Roja Pênçşemê (09-02-2017) Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji rojnamevanan re ragihand: “Divê yekîtîya xaka Sûriyê were parastin. Ev yek ji bo seqamgeriya tevahiya Rojhilata Navîn pir girîng e. Pirsa kurd xwedî girîngiyeke taybet e û kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Destwerdana me nava karê Sûriyê ji bo aştî û bihevre jiyana hemû mezheb û komên etnîkî yên welat bû.”

Sergey Lavrov herwiha got: “Rûsya ji bo diyaloga lihevkirina hikûmeta Sûriyê û kurdên Sûriyê alîkariyê dike û di navbera mehên Hezîran û Berfanbara sala berbasbûyî de 4 hevdîtin hatine kirin.”

Lavrov amaje bi wê yekê kir, ku pirsigirêka kurd stûnê parastina yekîtiya dewleta Sûriyê ye û di dema pêş de ji bo aramîya Rojhilata Navîn dê kurd roleke sereke bilîzin.

Warê Mem û Zinê /CIZÎR – Piştî şer bajarekê wêran ma

Li Cizîra Botan qedexeya derketina derve piştî 80 rojan rabû. Lê qedexe, şer û pevçûnan li pişt xwe bajareke wêran hişt. Bi hezaran xanî bi tang û topan hatin xirakirin. Di şer û pevçûnan de kesên sivîl jî tê de 300 kes ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin kuştin. Fikar ew e ku hêj di bin kavilan de cenaze hebin.

Qedexe, şer û pevçûnên li Cizîrê li pey xwe bajarekî wêran hişt. Bi gotineke din kevir li ser kevir nemaye. Hemû dîwarên xaniyan bi tang û topan hatine hilweşandin û li ser dîwarê mayî jî dirûşma potînên leşkeran.

Li taxên Sûr, Yafes û Nûrê ji bin kavilan bêhna laşên mirovan û bêhna şewatê tê. Dergûşêk ji bin kavilan xwe xilas kiriye lê em nizanin ka aqûbeta bebeka di vê dergûşê de çi ye.

Li bajarê mîran, warê Mem û Zînê mizgeft jî hatine xirakirin. Li ser kavilan alên tirkan hatine daliqandin. Hûn li Cizîrê mîkrofonê dirêjî kî dikin agir ji devan dibare û navnîşana van nerazîbûnan jî dewlet bi xwe ye.

Li Cizîra Botan qedexeya derketina derve piştî 80 rojan rabû. Li 3 taxan hezar xanî bi temamî hatine hilweşandin. Piraniya xelkê bi fikar e ku di bin van kavilan de hêj gelek cenaze hebin.

Rudaw

Pisporên Amerîkî dest bi perwerdekirina 5 hezar Pêşmerge kirin!

Bi serperiştya pisporên leşkerî yên Amerîka, perwerdeya du tabûrên Pêşmerge dest pê kir.

Rêveberê giştî yê ragihandina Wezareta Pêşmerge, Helgord Hîkmet ji Rûdawê re ragihand ku perwerdeya 2 tabûrên herî kevin yên Pêşmerge, dê îro ji aliyê pisporên amerîkî ve dest pê bike û got, ew hêz dê li sînorê Kerkûkê bên bicîkirin.

Helgord Hîkmet her wiha eşkere kir ku ev rahênan dê 10 hefteyan berdewam bike û piştî ku perwerde xilas bû ew du tabûr dê ji aliyê Amerîka ve bên çekdarkirin.

Hejmara her tabûreke Pêşmerge nêzîkî 2500 pêşmergeyan dibe, bi vî rengî hejmara wan pêşmergeyên ku îro dest bi perwerdeyê kirin, derdora 5 hezarî ye.

rudaw

Qamişlo – Di navbera Asayişê û Sotoro de şer: kuştî û birîndar hene

Duh piştî nîvê şevê, di navbera hêzên Asayişa Qamişlo û hêzên Sotoro yên ser bi milîsên Hikûmeta Sûrriyê ve şer û pevçûn derketin. Di encama wî şerî de, çekdarekî Sotoro hat kuştin û çekdarekî Sotoro û 2 endamên Asayişê birîndar bûn. Di heman bûyerê de, çekdarên Sotoro gulle li sivîlan barandibûn û di encamê de endamekî şaxê Hilêliyê yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye PDK-S, bi navê Sîracedîn Ehmed Berazî jiyana xwe ji dest da.

Roja duşemê derengî şevê, şer û pevşûn di navbera hêzên Nivîsgiha Parastina Siryanî (Sotoro) û hêzên Asayişa ser bi Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo desrketin û di encamê de çekdarekî Sotoro hat kuştin û çend endamên Sotoro û Asayişê birîndar bûn.

Çavkaniyeke taybet ji bajarê Qamişlo ji Rûdawê re da zanîn, ku hêzên Sotoro tevahiya çadeyên ku diçin Taxa el-Wista li navenda bajarê Qamişlo bi barîkatan girtibûn û xalên kontrolê danîbûn daku tu kes bêyî destûra wan derbasî taxa ku pirraniya nişteciyên wê xiristyan in nebe.

Çavkaniyê diyar kir ku dema hêzên Asayişê destêwerdan kirin daku rêyan vekin, hêzên Sotoro bi gulleyan bersiva Asayişê dabûn û di encamê de pevçûn di navbera herdû aliyan derketibûn.

Çavkaniyê taybet bi Rûdawê aşkere kir ku di encama wan pevçûnan de, çekdarekî hêzên Sotoro bi navê Gabî Henrî Dawûd hatiye kuştin û çekdarekî din bi navê Gabî Corc Bersûm birîndar bûye.

Derbarê ziyanên Asayişê, çavkaniyê da zanîn ku tenê du endamên Asayişê birîndar bûne û diyar kir ku birîndarên herdû aliyan li nexweşxaneyên Qamişlo tên dermankirin.

Ji bilî kuştî û birîndarên pevşûnên herdu aliyan, bi gotina çavkaniyê, hêzên Sotoro çend hemwelatiyên kurd li Navenda bajarê Qamişlo gullebaran kirine û di encamê de hemwelatiyekî kurd şehîd bûye û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) û Serokê şaxê rojhilatê Qamişlo yê Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS), Şemdîn Nebî da zanîn ku endamê şaxê Hilêliyê yê partiya wan Siracedîn Ehmed Berazî, li ser destê çekdarên Sotoro hatiye kuştin.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Aşûrî bo Mafê Mirovan ragihand ku hêzên Sotoro, ku bi gotina rewangehê ser bi Artêşa Berevaniya Niştimanî ya girêdayî Hikûmeta Sûriyê ve ne, roja duşemê tevahiya cadeyên ku diçin taxa Elwista bi rêbend û barîkatan girtibûn.

Li gorî Rewangehê, hêzên Sotoro bi hinceta parastina taxa Elwista ya Qamişloyê ji êrişên terorîstî û teqînên xwekujî ku pirraniya rûniştvanên wê mesîhî ne, tenê du dergeh di bin kontrola xwe de vekirî hiştibûn.

Di 30ê Befranbar a 2015ê de li bajarê Qamişlo çend teqîn qewimîbûn û di encamê de 17 kes hatibûn kuştin ku pirraniya wan mesîhî ne.

hêjayî gotinê ye ku du komên Siryanî bi navê Sotoro hene, yek ser bi Hikûmeta Sûriyê ve ye û yek jî ser bi Yekîtiya Siryanan ve ye ku beşdarî di nav Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de kiriye û hevpeymanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tê hejmarkirin.

Bajarê Qamişlo ku weke paytexta Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, di warê ewlekarî de, di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê, hêzên ser bi Rêveberiya Xweser, hêzên Sotoro û milîsên Artêşa Berevaniya Niştimanî ya girêdayî Hikûmeta Sûriyê de dabeşkirî ye.

Tevî ku çavdêr û şopîner li Qamişlo tekez dikin ku hemahengî û lihevkirin di navbera tevahiya van hêzan de heye, lê carcaran, pevçûnên sînordar di navbera asayişê û milîsan de derdikevin berya ku careke din li hev bikin.

 

Rudaw

ÇIYAYÊ KURDAN – Çekdaran bajarokek kontrol kirin

ciyayen kurda

Çekdarên ser bi Dijbereya Sûriyê ve bajarokê Qeseb a girêdayî Herêma Çiyayê Kurdan kontrol kirin.

Li gor agahiyên Rûdawê li Çiyayê Kurdan, li Herêma Çiyayê Kurdan a li parêzgeha Laziqiyeyê duh çarşemî şerekî dijwar di navbera çekdarên Dijbereya Sûriyê û Artêşa Sûriyê de derket û di encamê de hêzên ser bi Dijbereya Sûriyê ve karîn bajarokê Qeseb a girêdayî Herêma Çiyayê Kurdan kontrol bikin.

Herwiha çekdarên dijbereyê hejmarek ji hêzên Artêşa Sûriyê êxsîr girtin û dest danîn ser çek û teqemeniyên wan.

Berî çend rojan Artêşa Sûriyê bajarok û bûrca Qeseb ji destê çekdarên dijbereyê derxistibû ku bi ji cihên stratejîk ên gundewarên Lazqiyê tê zanîn.

 

Rudaw

DAIŞ: Me teqînên Qamişlo pêk anîn

Qamislo 30.12.2015

Rêxistina DAIŞê teqînên îşev ên li bajarê Qamişlo girte stuyê xwe.

Rêxistina DAIŞê demek kurt piştî teqînên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, berpirsatiya wan teqînan qebûl kir.

DAIŞê di hesabên xwe yên li ser torên civakî de ragihand, wan her 3 teqînên îşev ên li bajarê Qamişlo pêk anîne.

Îşev 3 teqîn li bajarê Qamişlo qewimîn, ku di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmareke zêde ya welatiyan birîndar bûn.

Du teqînên li Kafeteriya Meyamî ya li taxa Wusta û ya li Kafeteriya Gabriyêl teqînên xwekujî bûn û ya sêyem jî di encama teqîna bombeyeke dengî de bûye.

Piştî teqînan Asayişa Qamişlo daxuyaniyek belav kir û têde hemû ahengên sersalê betal kir.

Asayişê herwiha bang li xelkê kir, ku ahengan lidar nexin û li malên xwe dernekevin.

 

Rudaw

QAMIŞLO – Asayişê bang li gel kir!

Asayişa Qamişlo derbarê teqînên îşev de daxuyaniyek belav kir.

Piştî her 3 teqînên şîev ên li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Asayişa Qamişlo daxuyaniyek belav kir û têde hemû ahengên sersala nû betal kir.

Di daxuyaniyê de, Asayişê daxwaz ji xelkê Qamişlo kir, ku ahengên sersalê lidar nexin.

Herwiha daxwaz ji welatiyan kir, ku ji malên xwe dernekevin.

Ji aliyekê din ve Desteya Tendirustiyê ya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bang li xelkê kir, ku xwe bigihînin nexweşxane û navendên tendirustiyê û ji birîndaran re xwînê pêşkêş bikin.

 

Rudaw