Archiv der Kategorie: Bîyografî

Mele Mistefa Barzanî

Jiyana Mele Mistefa Barzanî:

Mele Mistefa Barzanî di 14ê Adara sala 1903ê de ji dayik dibe. Bavê wî Şêx Mihemed di heman salê de wefat dike. Mele Mistefa Barzanî yê nemir birayê biçûk ê Ebduselam, Ehmed, Mihemed Sidîq, Mihemed Babo ye.

Mele Mistefa Barzanî, di zarokatiya xwe de di nav tevgera rizgarîxwaz a gelê kurd de mezin dibe. Ew di sê saliya xwe de ligel dayika xwe li Mûsilê di zîndana Osmaniyan de dimîne.

Malbata Mele Mistefa Barzanî, di destpêka sedsala 20an de dikeve nav tevgera neteweyî ya kurd. Birayê wî yê mezin Şêx Abdulselam Barzanî ji tevgera gelê kurd re serokatî dike.

Dema di salên 1913ê de tevgera Şêx Abdûlselam Barzanî şikest dixe û ew neçar dibe ku derbasî Rojhelata Kurdistanê be.

Lê desthilatdarên Îranê wî radestê Osmaniyan dikin û Şêx Abdulselam Barzanî tînin Musilê, bi awayekî nehiqûqî darizandinê dikin û biryara darvekirinê didin. Şêx Abdûlselam Barzanî li ber çavên malbata wî û Mele Mistefa Barzanî tê dardakirin.

Dema Komeleya Tealî ya Kurd di bin serokatiya neviyê Şêx Ûbeydûllah Nehrî Seîd Ebdilkadir de ava dibe, Mele Mistefa Barzanî 15 salî ye. Dema Kurdistan encama Peymana Lozanê beş dibe ew 20 salî ye. Dema serîhildana 1925-an di bin serokatiya Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî de dest pê dike, 22 salî ye.

Ew di cîwantiya xwe de û birayê wî yê mezin Şêx Ehmed Barzanî ve bi çekdarî piştgiriya Tevgera Şêx Mehmud Berzencî dikin.

Dîsa malbata Barzaniyan û Mele Mistefa Barzanî bi Şêx Seîd Efendî re dikevin nav pêwendiyan.

Malbata Barzaniyan û Mele Mistefa Barzanî di sala 1932ê de bi tevgera Agriyê re dikevin nav danûstandina lê beriya wê jî bi Rêxistina Xoybunê re di nav pêwendiyan de ne.

Di 1932ê de pêşmergeyên di bin fermandariya Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî de li hember hêzên hikûmeta Iraqê û îngilîzan şer dikin û wan dişkînin. Hêzan Barzaniyan serkeftî dibin û di encamê de bombebarana belafirên îngîlîzan radiweste. Pişt re jî di navbeyna herdu terefan de encama danûstandinan dest pê dike.

Li piştî demek kurt dîsa şer dest pê dike Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî û serokatiya şer, dibînin ku serkeftina wan zehmet e, lewma stratejiya xweparastinê dipejirînin. Di wê navberê de jî bi hikûmeta Iraqê re jî danûsatandin dikin.

Di Hezîrana 1932an de 400 malbat derbasî Bakûrê Kurdistanê dibin û li Erziromê bicîh dibin lê paşî vedigerin Şemzînana Colemêrgê.

Dewleta Tirkiyê di sala 1933an de Şêx Ehmed Barzanî radestê Iraqê dike. Wê demê Mele Mistefa Barzanî û birayên xwe, serok eşîran biryar didin ku vegerin Başûrê Kurdistanê.

Mele Mistefa Barzanî hêzên xwe yên çekdar li çend herêma belav dike. Biryar didin ku şer nekin. Lê ev biryar hikûmeta Iraqê ditirsîne lewma ji Şêx Ehmed Barzanî daxwaz dikin ku Barzanî bên li gundên xwe bi cîh bibin. Şêx Ehmed Barzanî jî, ji birayên xwe daxwaz dike ku tu car teslîm nebin. Di encamê de hikûmet neçar dibe ku Şêx Ehmed Barzanî bişîne Barzanê.

Di sala 1936ê de hikûmeta Iraqê malbata wan dibe Mûsilê, ji wir jî dişîne Bexdayê. Şêx Mehmûd Berzencî jî li Baxdaê mişextî ye. Loma jî di navbeyna Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî û Şêx Mehmûd Berzencî de gelek hevûdîtin çê dibûn. Hikûmet ji vê yekê gelek eciz dibe. Ji bona vê yekê hikûmet Barzaniyan dişîne Nasiriyeyê dikin.

Lê li herêma Barzan serhildan dom dike lê bi komkujiyekê tê şikandin. Di sala 1939an de Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî û hemû malbata wan mişextê Altinkopruyê û Kîfrî û paşî Sileymaniyê dikin.

Heta sala 1943ê li Sileymaniyeyê jiyana xwe didomînin. Di vê navberê de Mele Mistefa Barzanî bi rêxistina Hêvî yê re pêwendî çêdike. Di Gulana 1943ê de Mele Mistefa Barzanî bi alîkariya rêxistina Hêvî ji Sileymaniyeyê direve û diçe Rojhilatê Kurdistanê. Lê belê ew zêde li wir namîne, bi hevalên xwe ve vedigere herêma Barzan. Dema ku ew vedigerin herêmê di nav gel kelecaniyek pêk tê.

Ew xwediyê biryar e ku li hemberî hikûmeta Iraqê şer bike. Herwiha di demek kurt de hêzêkî pêşmergeyan ava dike. Dema ku hikûmeta merkezî dibîne, ku Mele Mistefa Barzanî di nav amadekariyan de ye şandan dişînin danûstandinê û soz didin, ku Şêx Ehmed Barzanî û hemû mişextiyên kurd vegerînin cih û warên xwe.

Ev serkeftina li hemberî hikûmetê, ji bo tevgera neteweyî ya Barzanî dibe gavek mezin, gelê kurd hîn zêdetir eleqeyek ji Mele Mistefa Barzanî re nîşan dide, herêma Barzan jî dibe navendek neteweyî û azadî ya gelê kurd.

Li hember şersekinanadina Mele Mistefa Barzanî, hikûmeta Nûrî Seîd jî van pêşniyar û daxwazên kurdan yên girîng dipejirîne:

1-Ew kesên karmendên dewletên yên îşkence dana gel ji kar werin girtin.

2-Divê Eyalata Kurdistanê ava bibe,

3-Zimanê kurdî dê wek zimanê fermî bê pejirandin,

4-Ji her wezîrekî re cîgirekî kurd bê pejirandin.

5-Ji bona Eyalata Kurdistanê wezîrekî kurd bê pejirandin,

6-Avakirina dibistan û nexweşxaneyan, vekirina rêyan, avakirinba herêmê,

7-Tazmîna zeraran kesên zerarditî,

8-Berpirsiyariyên leşkerî, malî, karên devre dê di uhdeya dewleta merkezî de be.

Hikumeta Nûrî Seîd piştî demek kurt îstifa dike, nikare vê peymanê cî bi cî bike. Hikûmeta nû jî peymana di navbera hikûmeta Nûrî Seîd û kurdan nas nake.

Serdema Komara Mahabadê

Mele Mistefa Barzanî di sala 1943ê de tê Sileymaniyê û ji wir derbasî Rojhelata Kurdistanê bajarê Mahabadê dibe. Mele Mistefa Barzanî li Rojhelata Kurdistanê bi serokeşîrên kurd re danûstandinan dike û ev serdana wî hemû kurdan kêfxweş dike.

Mele Mistefa Barzanî di Tîrmeha 1945ê de vedigere Başûrê Kurdistanê, li gundan bi serokeşîran re danûstandin dike û di civînê de biryar te girtin ku li hemberî dewletê şerê pêşmergetî bimeşînin.

Heman salê Mele Mistafe Barzanî û pêşmergeyên wî vedigerin Rojhelata Kurdistanê tevlî desthilatdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê  dibin. Ew di sala 1946-an de di avakirina Komara Kurdistanê ya Mahabadê de rolek gelek girîng dilîzin. Mele Mistefa Barzanî, di Komara Kurdiatanê de dibe serleşker.

Dema ku desthilata Îranê êrişî Kurdistanê dikin, ew ji Qazî Mihamed daxwaz dike ku li berxwe bidin lê Qadi Mihemed biryara şer qebûl nake. Dema Qazî Mihemed biryara mayînê dide, Ala Kurdistanê jî wek emanetekê teslîmî Mele Mistefa Barzanî dike.

Mele Mistefa Barzanî bi 500 hevalên xwe ve derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe. Li Sovyetê jî bo mafên xwe û hevalên xwe dikeve nav çalakiyan. Di sala 1946ê de li Yekîtiya Sovyetan, Partiya Demokrata Kurdistan a Iraqê tê damezrandin û Mele Mistefa Barzanî, dibe serokê partiyê.

Mele Mistefa Barzanî, di sala 1958ê de dema ku desthilatdarî li Iraqê tê guhertin, bi ser rêya Misirê re vedigere Iraqê..Vegere Mele Mistefa Barzanî li ser tevgera neteweyî ya hemû parçeyên Kurdistanê bandor dike.

Li Iraqê piştî ku desthilatdarî hat gûhertin, Qanûna Bingehîn (Makezaga) ya nû hat pejirandin. Di makezagonê hat qebûl kirin ku Iraq ji du miletan, miletê kurd û ereb pêk tê. Kurd dê welatê xwe birêvebibin. Herwiha PDK li Iraqê dibe partiyek yasayî.

Lê desthilatdariya Iraqê, piştî ku xwe xûrt kir û lingên xwe da erdê, êrişî kurdan kir û Mele Mistefa Barzanî jî, di Îlona 1961ê de dest bi şoreşê kir. Şoreşa Kurdistanê gelek serkeftî bû. Lê di nav kurdan de perçebûn (1964) pêk hat.

Lê dîsa jî ev şoreşa kurdan ya di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de heta sala 1970ê berdewam kir.. Desthilatdariya Iraqê û rejîma Baasê mecbûr bûn ku li Kurdistanê Otonomî/Hûkmî Zatî qebûl bikin. Ev têkoşîna neteweya kurd di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de di 11ê Adara 1970ê de bi Otonomiya Kurdistanê gihişt encamê.

Neteweya kurd pêşî de facto û pişt re jî bi hiqûq û bi pejirandina mekezagoneke nû, bi Peymana 11ê Adara 1970yê bû desthilatdar. Otonomiya Kurdistanê bi desthilatdarî û hêza xwe ya pêşmergeyan nîv dewletek serbixwe bû.

Peymana Cezayîrê û Şerê 1974an…

Bi Peymana 11ê Adara 1971ê, pirsgirêka Kerkûkê nehat çareser kirin, biryar hat girtin ku referandum çêbibe lê hikûmeta navendî ev yek red kir.

Helwesta xerabtir jî hikumeta navendî ya Iraqê ji bo Referandûma Kerkûkê encam nede, dest bi provakasyonan kir û çend caran xwest ku serok Barzanî bikuje, lê bi serneket.

Di encamê de girêdayî pirsa Kerkûkê di sala 1974-an de di navbera Otonomiya Kurdistanê û Hikumeta Nevandî ya Iraqê de şer dest pê kir. Heman salê bi Peymana Cezayîrê, Îran, Iraq û Amerîkayê kurdan şer wenda kir.

Mele Mistefa Barzanî neçar bû ku here Rojhilatê Kurdistanê. Mele Mistefa Barzanî li vir bi nexweşiya penceşêrê ket û çû Amerîkayê.

Serokê tevgera gelê kurd Mele Mistefa Barzanî, di 1ê Adara 1979ê li Amerîkayê koça dawî kir.

Ji ber desthilata rejîma Baasî li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê derfet nebû ku li Başûrê Kurdistanê bê veşartin. Lewma li Rojhelata Kurdistanê hat veşartin. Piştî ku Başûrê Kurdistanê azad bû mezelê wî û kurê wî îdrîs Barzanî veguhestine Başûrê Kurdistanê û devera Barzanê.