Tirkiyê ji bo Efrînê bang li Amerîka û Fransayê kir

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo Efrînê bang li Amerîka û Fransayê kir û daxwaz li wan kir, ku li Efrînê bi hev re tevbigerin. Çavuşoglu heriwha careke din YNK bi alîkarîkirin û piştgiriya PKKê tohmetbar kir û got: “Partiya Talebanî alîkarî da PKKê û PKKê dakete nav bajaran”.

Mevlut Çavuşoglu ku ji bo beşdarîkirin di kongreya ciwanan a AK Partiyê de serdana bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kiriye, di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û li ser çend mijarên rojevê axivî.

 

Çavuşoglu di gotara xwe ya li Amedê de, careke din partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanî (YNK) ku wî weke partiya Talebanî bi nav kir, bi piştgirîkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tohmetbar kir.

 

Çavuşoglu ragihand, bi piştgiriya YNKê û çend partiyên din ên biçûk, PKKê karî ku dakeve nav bajaran.

 

Bi gotina Çavuşoglu, “çend partiyên di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de piştgirî dane PKK, ew yek bi (handana) teşwîqa hin dewletên herêmî kirin. Partiya Talebanî û çend partiyên din ên biçûk piştgirî dane PKKê û PKK dakete nava bajaran”.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha amaje bi mijara referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê jî kir û diyar kir, ku wan weke hikûmeta Tirkiyê çend caran ji rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bi zelalî got, ku dê referandum zirarê bide kurdan û destkevtên heyî jî ji wan bistîne.

 

Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin, piştî referanduma serxwebûnê, “çend dewletên cîran daxwaz ji Tirkiyê kirin, ku deriyên xwe yên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re bigre”, lê wan ew daxwaz pêk nehanî.

 

Di beşeke din a axavtinên xwe de, çavuşoglu amaje bi kontrolkirina deverên arîşedar ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û ragihand, “hêzên Heşda Şeibî piştî referandumê, deverên arîşedar û bîrên petrolê yên li wan navçeyan kontrol kirin, lê belê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi berpirsyarî tevgeriya û Heşda Şeibî sekinand û bîrên petrolê yên di kontrola wan de ji destê wan derxist”.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê berî ku beşdarî kongreya ciwanên partiya xwe, AK Partiyê bibe, serdana Parêzgariya Amedê kir.

 

Mevlut Çavuşoglu piştî bi dawî hatina civîna li gel Hasan Basri Guzeloglu, bersiva pirsên rojnamevanan da.

 

Di vê daxuyaniya ji bo çapemeniyê de, Çavuşoglu derbarê rewşa Sûriyê de bang li Amerîka û Fransayê kir, ku di mijara Efrînê de alîkariya Tirkiyê bikin û got: “Werin em bi hev re alîkariya Efrînê bikin”.

 

Derbarê nûçe û agahiyên ku dibêjin Fransa dê hêzên leşkerî bişîne Minbicê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê got, ku “hikûmeta Fransayê ew zanyarî derewand û piştre jî du sê caran zanyarî sererast kirin”. Bi gotina Çavuşoglu, Fransa ji biryara şandina leşkerên xwe bo Minbicê, poşman bûye.

Tirkiye ji kontrolkirina Minbicê bi destê YPGê û HSDê aciz e û çend caran daxwaz ji Amerîkayê kiriye, ku YPGê ji Minbicê derxîne û her du welat bi hev re bajêr birêve bibin. Tirkiye bi taybet piştî kontrolkirina Efrînê, gefên xwe bo êrişkirina ser Minbicê zêdetir kirine.

Mevlut Çavuşoglu da zanîn, ku Fransa yek ji wan welatan e ku bi başî agahdarî rewşa Sûriyê ye û wî welatî baş nas dike û “ji destpêka krîza Sûriyê ve heta niha li ser rêyeke dirist dimeşiya, lê di van çend mehên dawiyê de Fransa veguheriye welatekê ku rastiyan nabêje”.

 

Çavuşoglu derbarê cemidandina alîkariya 200 milyon dolarî ya Amerîkayê ya ji bo avedankirina bakurê Sûriyê de jî bersiva pirsa rojnamevanan da û ev biryara Waşingtonê bi pêngaveke erênî bi nav kir.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser geşedanên li herêma Efrînê jî axivî û amaje bi rewşa bajarê Til Rifetê kir û destnîşan kir, hêzên Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê hêj derbarî nav Til Rifetê nebûne, lê belê îdia kir, ku “xelkê Til Rifetê daxwaz dikin, ku ji detsê YPGê û PKKê werin rzigarkirin”

 

rudaw

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.