Tirkiyê ji Ezazê ve jî êrişî Efrînê kir

Hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyê ji devera Ezazê ku di bin desthilata Artêşa Azad a Sûriyê de ye, êrîşên bejahî yên ser Efrînê dest pê kiriye.

Li gor ajansa nûçeyan a AAyê, ji devera Ezazê ku di bin desthilata Artêşa Azad a Sûriyê de ye, êrîşên bejahî yên ser Efrînê dest pê kirine.

 

Herwiha hat ragihandin ku firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê çiyayê Burseyayê bombebaran kirine. Lê medyaya YPGê hêj ev zanyarî piştrast nekiriye.

 

Ezaz bajarekî parêzgeha Helebê ye û dikeve rojhilatê Efrînê û herwiha cihê herî nêzîkî navenda bajarê Efrînê ye.

 

Bû du roj hêzên artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê ji esman û bejahiyê derdora Efrînê bombebaran dikin.

 

Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû ku sedema rijdbûna wan a li ser operasyonê aşkere ye û diyar kiribû: “Li ser vê mijarê em li gel dostên me yên li Rûsyayê axivîn, em li gel Amerîkayê jî axivîn.”

 

Roja şemiyê (20-1-2018) firokeyên şer ên Tirkiyê dest bi bombarankirina Efrîn û derdora wê kirin.

 

Piştre Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê bi daxuyaniyek diyar kir ku operasyonê roja şemiyê 20ê Çileya 2018an di saet 17:00an de dest pê kiriye û navê „Operasyona Çiqlê Zeytûnê“ lê kirine.

 

rudaw

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.