Erdogan: Biryara Trump ji bo me di hikmê nebûnê de ye

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a Orşelîm (Quds) weke paytexta Îsraîlê naskirî de got, “Biryara Trump ji bo me di hikmê nebûnê de ye.”

Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan beşdarî 6emîn Kongreya Sêwazê ya partiya xwe xwe bû û têde gotarek pêşkêş kir û tê de got, hukmê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku Orşelîmê weke paytextê Îsraîlê naskir, tuneye.

Recep Tayyip Erdogan rexneyên tund li biryara Trump a Orşelîm weke paytexta Îsraîlê naskir girt û wiha axivî:

“Di wan rojên ku kesên mert û namert ji hev têne cudakirin de em dê ligel aliyê belengazan berdewam bin. Em bi vê helwestê di mijara Qudsê de tevahiya derfetên xwe heta dawiyê bikar bînin. Ji roja duşemê ve me bi rêya telefonê dîplomasiyeke baş birêve biriye. Me ji mixatabên xwe re got ev mijar bi têne ne bi misilmanan ve girêdayî ye herwiha bi vê biryarê hinek mafên Kiristiyan û mûsewiyan jî bi zorê ji wan tê standin.

Me anî ziman Amerîkayê li dijî hiquqa navnetewî û mirovahiyê ye. Roja çarûemê emê li Stenbolê Rêxistina Hevkariya Îslamî bi awayekî awarte kom bikin. Bi nexşerêya ku emê li vir diyar bikin va emê bidin nîşan ku bicihanîna wê biryarê ewqas jî ne hêsan e û biryara Trump ji bo me di hikmê nebûnê de ye. Tu qîmeteke vê tuneye. Ji bo me tu qîmet û girîngiyeke wê tuneye ku hûn wir wekî paytext ragihînin û avahiya balyozxaneya xwe bo wir veguhezînin. Hukmê wê tuneye.”

Herwiha Erdogan got: “Emê Qudsê ji wijdana welateke kujerê zarokan re bernadin.”

 

Roja Çarşemê 06-12-2017, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara li ser, weke paytexta Îsraîlê nasîna Orşelîm îmze kiribû.“

 

rudaw

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.