Xaminêyî: Amerîka û Îsraîl dê derbên giran bixwin

 

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî gef li Amerîka û Îsraîlê xwar û got: “Eger Amerîka û Îsraîl destê xwe bidin Qudsê û weke paytexta Îsraîlê binasin, dê derbeke ji ya berê girantir bixwin.”

Elî Xaminêyî di gotareke xwe de êrişî Îsraîl û Amerîkayê kir û ji herdû aliyan xwest ku li ser pêgeha Urşelîmê (Quds) guhertinan nekin. Xaminêyî Îsraîl û Amerîkayê weke dijminên dijwar ên Îranê bi nav kir û ragihand, ku ev herdû welat bi ti awayî nikarên li dijî misilmanan armancên xwe pêk bînin.

 

Biryar e îro 6ê Berfanbara 2017an Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser veguhestina balyozxaneya welatê xwe bo Urşelîmê (Quds) û nasîna wê weke paytexta Îsraîlê biryar bide. Ev pêngava Donald Trump ji aliyê piraniya welatan ve rastî nîgeraniyê hatiye, bi taybetî jî ji aliyê welatên erebî û îslamî ve.

 

Rêberê Elî Xaminêyî jî diyar dike: “Bi pêkanîna vî karî, Amerîka û Îsraîl dê derbeke ji ya berê girantir bixwin. Bêguman cîhana îslamî dê rûbirûyî vê yekê be. Dijmin ti car nikare armancên xwe yên li ser pirsgirêka Filistînê bi dest bixe. Filistîn dê were azadkirin.”

 

Li ser heman mijarê, Elî Xaminêyî li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand: “Îro dijmin û aliyên din li dijî umeta Îslamê û rêya pêxemberê Îslamê bûne yek.”

 

Xaminêyî herwiha diyar kir: “Ew ji bêhêzî û lawazî ve Quds weke paytexta Siyonîzmê radigihînin, lê nikarin bigihîjin vê armanca xwe. Filistin dê were azadkirin û gelê Filistînê dê bi ser bikeve.”

 

Îsraîl di şerê şeş rojên Hezîrana 1967an de rojhilatê Qudsê kontrol kir, ku di destê Urdinê de bû, di sala 1980î de yekparçebûna wî bajarî ragihand û paytextbûna Urşelîmê (Quds) li destûra Îsraîlê zêde kir.

 

Kongrêsa Amerîkayê di sala 1995an de bi pesendkirina yasayekê, fermana veguhestina balyozxaneya Amerîkayê bo Urşelîmê (Quds) derxist, lê ji ber berjewendiyên Amerîkayê û berteka tund a hevpeymanên Ereb û Ewropayê, ew yasa hêj nehatiye cîbicîkirin.

 

daw

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.