Karasû: PKK ji destpêkê ve li dijî Îsraîlê ye

Endamê serkirdetiya PKKê Mûstafa Karasû dibêje, Orşelîm ji bo 3 olan bajarekî pîroz e û ji ber vê yekê nayê qebûlkirin, ku Cihû bêjin „ev der paytexta me ye.“

Endamê serkirdetiya PKKê û desteya birêvebir a KCKê Mûstafa Karasû di gotarekê de, ku li rojnameyeke nêzîkê PKKê de hatiye weşandin, li ser biryara Serokê Amerîkayê ya derbarê bajarê Orşelîmê de dibêje, “Biryara Trump ne biryareke kesî ye” û îdîa dike, ku herî zêde Amerîka û Tirkiyê ji vê rojevê sûd û mifa wergirtine.

 

Mûstafa Karasû balê dikişe ser helwesta Îranê ya derbarê vê mijarê de diyar dike, ku Komara Îslamî ya Îranê bi tevdîr nêzîk dibe û naxwaze zêdetir tîrên Amerîkayê bikişe ser xwe.

 

Karasû îdîa dike, ku herî zêde Tirkiye û Amerîka dixwazin vê rojevê di berjewendiyên xwe de bikar bînin û wiha dinivîse:

 

“AKP ji aliyekê ve bi propagandaya Qudsê pirsgirêkên xwe vedişêre û ji aliyekê din ve jî li ser dijberiya Amerîka û Îsraîlê van welatan tengav dike. Derdê Tayyip Erdogan û AKPê ne Filistînî ne. Eger ji bo desthilata wan kêr bihata, ji bo Quds bibe paytexta Îsraîlê dê hincetek peyda bikira.”

 

Di gotara xwe de Mûstafa Karasû hevkariya siyasî, aborî û leşkerî ya di navbera Tirkiye û Îsraîlê bi bîr dixe û dide xuyakirin, ku bi salan herdu dewletan weke hevpeymanên stratejîk kar kirine. Herwiha ew firokeyên ku li dijî PKKê hatine bikaranîn Îsraîlê dane Tirkiyê û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî bi piştgiriya Îsraîlê hatiye girtin.

 

Endamê serkirdetiya PKKê pirsgirêka Filistînê weke “pirsgirêka herî bi bingeh a Rojhilata Navîn” binav dike û destnîşan dike, ku herçend Orşelîm ji bo hersê olên Cihûtî, Krîstiyanî û Îslamê bajareke pîroz jî be lê li wir jiyaneke hevpar nehatiye avakirin.

 

Bi nêrîna Karasû Siyonîzma Cihûyan û nijadperestiya Ereban dibe sedema pevçûnan û herdu hizir û helwest jî nikarin pirsa Ereb-Îsraîlê çareser bikin.

 

Karasû dibêje: “Quds ji bo hersê olan bajarekî pîroz e. Lewma nayê qebûlkirin, ku Cihû bêjin ev der paytexta me ye. Teqez divê Quds xwedî statûyeke taybetî be. Rêya rast ew e, ku ev bajar bibe sembola pêkvejiyana Misliman û Cihûyan.  Ji ber vê yekê nabe Quds bibe bajarê ragêşî û pevçûnan, hemû kes di ber vê de berpirs e ku Qudsê bikin bajarê bi hevre jiyanê. Ji lewra jî Quds bajarê cîhan û mirovahiyê ye.”

 

Mûstafa Karasû destnîşan dike, ku PKK ji destpêkê ve dijberê Siyonîzmê bûye û herdem piştgirî daye gelê Filistînê û dide xuyakirin: “PKKê li hember Siyonîzmê li kêleka Filistîniyan tekoşîn kiriye û di sala 1982ê de, di şerê li dijî Îsraîlê de 13 kadroyên xwe şehîd daye.”

 

Di dawiya gotara xwe de dibêje, ku ew dê ti caran caran piştgiriya Filistîniyan a ji bo tevgera wan ji bîr nekin û ji ber vê dê li hember êrîşên Îsraîlê piştgiriyê bidin Filistînê.

 

rudaw

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.