Nêçîrvan Barzanî soza alîkariya ziyanpêkevtiyên erdhejê da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ji bo Silêmaniyê bûdceyeke taybet terxan kirine û ziyanpêkeftiyên erdhejê dê werin qerebûkirin.

Şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad talebanî, Wezîrê Tendrûstiyê Dr. Rêkewt Heme Reşîd, Wezîra Şaredarî û Geştiyariyê Newroz Mewlûd, Wezîrê Perwerdê Piştîwan Sadiq û Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Ebdulstar Mecîd, bi armanca zanîna ziyanên erdhejê, seredana Derbendîxan kirin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku dê kesên di erdhejê de ziyan dîtine werin qerebûkirin û ji bo vê armancê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê bûdceyek ji Silêmaniyê re terxan kiriye.

 

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaza sersaxiyê ji xizm û kesên qurbaniyên erdheja Derbendîxan û Kirmaşanê re xwest.

 

Derbarê bendava Derbendîxanê de Barzanî ragihand, ku li gel Yekîtiya Ewropayê rêkeftine da ku ji bo nûjenkirina bendavê lîjneyekê bişînin.

 

Di dema serdanê de Serokwezîr Barzanî ligel rêveberên bajar û welatiyan civiya û herweha serdana Bendava Derbendîxanê jî kirin ku ji ber erdhejê ziyan lê ketiye.

 

Demijêr 09.00 şeva 12-11-2017ê, li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê û Helebceya Başûrê Kurdistanê erdhejeke bi hêz çêbû.

 

Ji ber erdhejê li Derbendîxanê 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

 

Herwiha li gorî amarên dawî yên fermî, ji ber erdheja li Kirmaşan û parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê 423 kesan canê xwe ji dest dane û 7 hezar û 370 kes jî birîndar bûne. Herwiha bi hezaran xanî bi temamî hilweşiyane.

 

rudaw

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.