Barzanî peyam da

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrişên Heşda Şeibî û hêzên Artêşa Iraqê bo ser Kerkûkê û deverên Kurdistanî de peyamek belav kir.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Tişta ku li Kerkûkê û çend navçeyan rû da, encama tevger û rêkevtina çend kesan li gel hikûmeta Iraqê bû.”

 

Barzanî dibêje: “Bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê di bin gef û zulmê de bûye û mafên wê hatine binpêkirin. Di vê dîrokê de gelê Kurdistanê berevanî li nasnameya xwe kiriye  û tûşî cenosîd û komkujiyan hatiye ku ya herî dawîn êrişa dirindane (hovane) ya terorîstên DAIŞê bû bo ser Kurdistanê û cenosîda Kurdên Êzidî. Li gel wê jî gelê Kurdistanê herdem ji asoya çareseriya aştiyane ve pêngav avêtine û me ti deman şer nexwastiye, lê belê şer li ser me hatiye sepandin û me hemû hewlên xwe bo çareseriya aştiyane dane bo mana xwe û gihîştina bi armancên xwe. Armanca sereke ya me jî ewlehî û mafên gelê Kurdistanê bûye.”

 

Li ser rewşa Kerkûkê û ewa ku li vî bajarê Kurdistanê qewimî, Serokê Herêma Kurdistanê dibêje:

 

“Hevwelatiyên ezîz, ewa ku li bajarê Kerkûkê rû da, di encama biryara yekalî ya çend kesên di nava aliyeke siyasî yê navxwe yê Kurdistanê bû, ku herî dawî bûye sedema wê çendê ku hêzên pêşmerge bi wê awayê ku hat dîtin, paşve vekişin û di encama wê paşve vekişînê de, hêla temasê ya berî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ya 17-10-2016ê di navbera Bexda û Hewlêrê de bûye bingeh ji bo lihevkirina derbarê çawaniya belavkirina hêzên Iraqê û Herêma Kurdistanê.”

 

Mesûd Barzanî herwiha tekez dike: “Em cemawerê Kurdistanê piştrast dikin, yak u pêwîst e û tê kirin, em dê ji bo parastina destkevtên xwe û aramî û ewlehiya xelkê de bikin.”

 

Barzanî daxwaza parastina yekrêzî û berxwedêriya gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dike û destnîşan dike: “Niha jî eem pêdagiriyê li ser parastina yekrêzî û berxwedêriya gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dikin, û ez daxwaz ji dezgehên ragihandinê jî dikim ku bi giştî ji asoya hestkirin bi berpirsatiya netewî û niştimanî  ve serederiyê li gel rewşa hesas a Kurdistanê û Iraqê bikin.”

 

rudaw

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.