Rêberê Îranê Elî Xaminêyî li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.

Rêberê Îranê Elî Xaminêyî di nameyeke li dijî Başûrê Kurdistanê de, piştgiriya xwe ya temam bo Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand û daxwaz ji wî kir, her pêngavekê ku ew li hember înadiya Hewlêrê bi baş dizane, cîbicî bike.

Malpera Al Akhbar a nêzîk ji Hizbullah a Lubnanê di nûçeyekê de belav kiriye, ku niha Fermandeyê Hêza Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve Qasim Sulêymanî li Bexdayê ye û nameyeke Rêberê Îranê Elî Xaminêyî radestî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye.

Li gorî vê nûçeyê, di wê nameyê de Elî Xaminêyî piştgiriya xwe ya temam bo hemû pêngavên Bexdayê yên li dijî Hewlêrê ragihandiye.

Heman çavkaniyê daye xuyakirin, ku di nameya xwe de, Rêberê Îranê Elî Xaminêyî piştgiriya xwe bo hewlên Ebadî û Bexdayê yên bo destgirtina li ser bîrên petrolê yên Kerkûkê û dezgehên sereke yên vî bajarî aniye ziman.

Di nûçeya Al Akhbar de hatiye: “Qasim Sulêymanî di van demên dawî de gihîştiye Bexdayê û ew name radestî Ebadî kiriye, piştgiriya welatê xwe jî bo hikûmeta Iraqê nîşan daye. Herwiha Sulêymanî amaje bi bêhnfirehî û sebra Bexdayê di rêvebirina qeyranê de kiriye.”

Malpera Al Akhbar, nameya Xaminêyî bi “Nameya Germ” bi nav kiriye û têde derbarê krîza navbera Bexda û Hewlêrê amadebûna Tehranê bo pêşkêşkirina piştgiriyên pêwîst bo hikûmeta Ebadî nîşan daye. Herwiha bi hemahengiya li gel Tirkiyê, amadeyiya Tehranê bo dabînkirina piştgiriya siyasî bo her pêngaveke hikûmeta Federal a Iraqê li hember “înada Hewlêrê” ku Ebadî bi guncaw bizane, nîşan daye.

rudaw

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.