Heşda Şeibî: Divê pêşmerge vegere paş

Berdevkê Desteya Heşda Şeibî dibêje: „Divê hêzên pêşmerge vegerin bo wa navçeyên ku berî hatina DAIŞê li wan deran bûn.“

Ehmed Esedî şeva şemiyê 14ê Cotmeha 2017ê beşdarî bultena nûçeyan a Koroj a televîzyona Rûdawê bû û derbarê gefên Heşda Şeibî û egera êrişa wan bo ser bajarê Kerkûkê de axivî.

Ehmed Esedî got: Helwesta me û hikûmeta Iraqê zelal e, em naxwazin şer li dijî gelê xwe bikin û em naxwazin êriş bikin ser hevwelatiyên Kurd û wan rûbirûyê metirsiyan bikin.

Esedî herwiha da xuyakirin: „Mijar pêwendî bi dubare belavkirina hêzên çekdarên Iraqê û hêzên federal ve heye, li wan cihên ku berî hatina DAIŞê di 07-06-2014ê de di bin kontrola wan de bû, ji ber ku pêşmerge beşek e ji sîstema berevaniya Iraqê, pêwîst e bi biryarên Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî pabend bin û vegerin bo wan sînorên ku berî 07-06-2017 lê bûn û navçeyê radestî hêzên iraqî bikin.“

Berdevkê Desteya Heşda Şeibî derbarê Kerkûkê de jî destnîşan kir: „Kerkûk û navçeyên dinên Kerkûkê ji aliyê DAIŞê ve nehatibûn dagîrkirin, belkê hêzên ewlehiyê li Mûsilê, Selahedîn û navçeyên din têşî herifînê bibûn û hêzên pêşmerge bi spasî ve ew valahî tije kirin, ji ber ku beşek in ji sîstema berevaniya Iraqê, îro jî her çawan be, divê ew rewş vegere dema xwe ya asayî û Kerkûk û navçeyên arîşedar li gorî Destûrê werin çareserkirin.“

Li ser referaduma serxwebûnê jî, Ehmed Esedî got: „Em diyalogê red nakin, lê belê em daxwaz dikin ku encamên referandumê bihêne hilweşandin, daku rewş asayî bibe.“

rudaw

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.