Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî di sala 1650/51’î de li Colemêrgê hatîye dinyayê, Hevotina xwe a pêşîn li cem bavê xwe Şêx Îlyas digre, dûra xwendina xwe di medreseyên Bidlîs û Xelatê de didomîne, xwendina xwe li Bexdayê, Şam, Heleb û di medreseyên Îranê de jî pêşve dixe. Di medreseyên Îranê de Felsefeya Îslamê, astronomî û hevotina fîlolojîyê hîn dibe. Di medreseyên Sûrîyê de Felsefeya Yewnan hîn dibe û di vê pêvajoyê de berhemên Aristoteles, Hîpokrat, Platon, Farabî, Şihabedînê Suhrewerdî, Muhyedîn ibn Erebî, Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelekî fîlozofan hîn dibe û dixwîne û gellekî salan li van deran dimîne, Piştî demekî diçe Mekeyê û Misirê jî digere û bi fîlozofekî mezin ve dizivire Bazîdê.

Ehmedê Xanî ji bona perwerdehîya zarokên Kurdan medrese vekirîye û li wir ders daye zarokan. Di medresa Ehmedê Xanî da ne tenê dersên Olî , dersên zanyarî jî dihatin xwendin. Ehmedê Xanî di medresa xwe da dersên felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî û astronomî dida. Helbestvanên bi nav û deng Îsmaîlê Bazîdî (1654-1709) li medresa Ehmedê Xanî li ber Xanî xwendiye.

Ehmedê Xanî dixwest ku yekitiya kurdan çê bibe, Îxtîlafên di nav kurdan de ji bo wî pirsgirekeke mezin bû lewra di helbestên xwe de hertim qala yekitiya kurdan dike û dibeje;

Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadekRûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet

Li gorî Xanî ti kêmasîkî kurdan ji ereban, tirkan û farsan tineye tenê kêmasî bêrêzanî û bêyekitîbûna kurdan e.

Xanî hîna 14 salîbû dest bi nivîsandinê dike, Ew wêjevanê kurd ên herî girîng û herî mezin e piraniya pirtûgên xwe bi kurdî lehçeya kurmancî nivîsandîye, Xanî bi taybetî ji bo ku zarokên kurda baş dînê û zimanê xwe hîn bibin pirtûkeke bi navê Nûbihara biçûkan dinivîse û nîvê pirtûkê jî dike ferhenga kurdî-erebî. Ew pirtûga wî bi salan ve di Medreseyên kurdî de hate xwendin. Xanî tevê kurdî, çar ziman dizanîbû kurdî, tirkî, erebî û farsî.

Ehmedê Xanî heta dawîya ‚emrê xwe gelek pirtûg nivîsand pirtûgên wî yek a helbestan e, yek li ser astronomî û erdnîgarîyê ye, yek li ser eşqa Mem û Zînê ye, ên din jî pirtûgên Îslamîne. Lê tenê çar pirtûgê wî xwe gihandine destê me ên dinê wendakirîne.

Ehmedê Xanî sala 1707’an de li Bazîdî diçe ber rehma Xwedê. Tirba wî li Bazîdê ye.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.