Feqîyê Teyran

Feqiyê Teyran (1590 − 1660) yek ji fîlozof û helbestvanekî Kurd yên mezin û klasîk e.

Feqiyê Teyran li gundê Miksê yê ko girêdayiyê Colemêrg (Hekarî) ye ji dayîk bûye. Lê Mikis an jî Miks, nuha girêdayiyê Wanê ye. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotîye „Mihemed“ (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe „Mîr Mihê“ danîye. Ew bi xwe ji malbatek eşîrîye. Bavkalê wî ji Dewleta Osmaniyan fermana mîrî yê girtine. Di diroka wêjaya kurdi de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destan-nivîs û çîrok nivîskekî mezin e. Kurê mirekî kurd yê ku di salên 1590-1660’an de jiyaye. Berhemên nivîskar wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e. Her wiha di nav nivîskarên kurd de cara ewil pexşan nivîsiye (Ber Sîs)

Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê girtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebû ne. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên ziman û wêjeyê hatine dayîn. Bi navê “feqî” peyva ilm û şagirtiyê ya “teyrê” ji berhema bi navê mentiq et-teyrê têt in. Ev berhema ku pir tê zanin a Feridedîn Etar e. Wateya wê axafitina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîsê hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Feridedîn Atarî girtiye. Mewlana ji tesîr ji ferasate tesewufî ya Feridedîn Atarî girtiye. Feqî di wêjeya kurdî de helbestvaneki girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsiye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miski, Xoce, Mîr Mihê, Mim û hê ji bi kar aniye. Navê wî yê rastîn Muhammed e. Li gorî lêkolînan dibe ku Feqî ji malbateke mîran be. Tirbeya wî hê jî ji navçeya Miksê ya Wanê ye.

Celadet Alî Bedîrxan derheqê Feqiyê Teyran

Perçeyek ji meqele „Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin“ ya Celadet Alî Bedirxan:

Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye:

„Şahirê siyê Feqiyê Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê hekariyan e. Di tarîxa heft sed û diwê peyda bûye. »Hikayeta Şêxê Senhanî« û »Qiseya Bersîsayî« jî mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reş« jî wisanî mewzûn gotiye û zehf beyt û eşhar jî qewî mileme û rengîn gotine. Û navê wî jî di şihrê da »Mîm û Hey« e, û miqdarê heftê û pênc salan emir kiriye û di tarîxa heft sed û heftê û heft da merhûm bûye û li Miksê jî medfûn e „.
Gelo Feqehê Teyran kî bû? û navê wî, çi bû? Ji ber ko Feqehê Teyran leqeba şahir e û ne navê wî ye. Ji eserên wî »Wesfê şêxê senhanî« nik min heye.

Yê ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî gotiye: »Qesîda wesfê şêxê senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev mîr Mihemed bi navê Feqehê Teyran meşhûr e« . Li gora vê şerhê Feqehê Teyran mîr bû û navê wî Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî? Heye ko ji mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji eserên Feqeh min ji »Wesfê şêxê senhanî« pê ve tu jî ne dîtine. Ji xwe esera »Qiseya Bersîsayî« bi guhê min ve jî ne bûye. Min navê »Qewlê hespê reş« bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta hespê reş« jî dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine.

Dibêjin ko Feqiyê Teyran şagirtê Melayê Cizerî bû û li ber destên wî xwendiye. Feqeh di wefata Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa wefata Melê tê de bi ebcedê işaret kiriye. Ew mersiye bi destê min keti bû lê di dema nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye.

Lê qenc tête bîra min ko Feqeh di mersiya xwe de dibêje »Heft eyn û lam ji hev bûn cida, şîn û girî dîsa tê da« . Heke mirov ev pirsên ha bi hisabê ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê xuya bike. Dîsan ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê Hêşetê ye. Ji ber ko Feqeh dibeje:

Îro werin, lazim werin, cîran û xelkê Hêşetê.

Herçî »eyn û lam« Feqeh qala van her du tîpan di »Wesfê şêxê senhanî« de jî kiriye û gotiye:

Miksî ji wê meymestihê
Tewîl diket hîkayetê
Miksî ji eşqê sihtiye
Ev şihir vi şêx ve nihtiye
Halê xwe tê de guhtiye
ji »eyn û lam« a hicretê

— Feqiyê Teyran

Feqeh qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekî me got Feqeh ji welatê Miksê ye. Lê gelek li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye.

Gelo leqeba Feqiyê Teyran çawan bi vî şahirî ve bûye. Dibêjin ko Feqeh bi zimanê teyran dizanî bû ji lewre navê Feqiyê Teyran lê kirine. Di vê babetê de min ji Şêx Evdirehmanê Garisî çîroka jêrîn bihîstiye.

Feqiyê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî keşekî hat; pev re hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha darekê. Bihna xwe didan. Du çûk hatin û veniştin ser darê. Çûk pev re diştexilîn û Feqeh dikenî. Keşê ji Feqeh pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî?

Feqeh got: Ev adeta me ye, em feqeh holê dikenin.

Keşe: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene.

Feqeh: Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belakê bînî serê min.

Keşe soz da yê ko nabêje tukesî. Feqeh rabû mesela xwe jê re qise kir û got:

– Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî, yekî ji ê din re dibêje, ev feqehê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê serê wî dê bête êşandin.

Keşe deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin. Gava gehiştin Cizîrê Feqeh çû Medresa Sor, keşe çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk giha bûn hev û wek mirovine ko li tiştekî digerin diçûn, dihatin û li erdê fedikirîn û dipeyivîn. Keşê sehîtî kir û zanî ko remildarekî gotiye ko di erdê Westaniyê de xezîneyek heye, lê nikari bû cihê wê şanî bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê digere.

Vê carê, keşe kenî û çû nik mîr; mesela feqeh û çûkan jê re got. Mîr şande pey feqeh. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê derînim, lê para xwe jê dixwazin.

Mîr jî şertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqeh jî çû hinek zad anî û reşand nava Westaniyê, û xwe li paş kevirekî veşart. Teyr hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re ştexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî:

– Ma kê ev zad reşandiye vê derê?
– Feqehê Teyran ev zad reşandiye, seba xezînê.
– Ma tu nizanî xezîne li kû ye ?
– Belê dizanim, sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî lê didit xezîne di bin wî kevirî de ye.

Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piştî ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî:
Ezbenî min xezîne bi cih kir.
Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî zehf derket. Mîr ji feqeh pirsî: Para te çi ye bêje…

Feqeh got: Beramberê serê keşê bidin min.

Mîr got: Serê keşê bi laşê wî ve ye, em çawan beramberê wî bidin te. Feqeh got: Rahet e, serê keşê ji laşê wî vekin.

Anîn serê keşê jê vekirin û danîn ser şehînê û li milê din hêdî hêdî zêrên xezînê êxistin, hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê serê keşê ne hatin.

Mîr enirî û gote feqeh: Te zanî bû ko serê keşê hinde giran e, ji lewre te ev şert bi min re kir.

Feqeh deyn ne kir, zêr ji şehînê rakirin û çend kulm ax avêtine şûnê. Milê axê daket, serê keşê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got ê:

– Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvan î. Mexseda min ew bû ko ez şanî we bidim ji serê insên girantir ax heye, û insan bi tenê bi axê têr dibe.

Ev her sê şahirên ha yanî Elî Herîrî, Melayê cizirî û Feqiyê Teyran bivê nevê beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û dibêje:

Min dê elema kelami mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bînave riha Melê Cizêrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi ebed bimaye heyran
Çi bikim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qimaş re xerîdar

— Ehmedê Xanî

Ezê niha hin şihrên Feqehê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê şexê senhanî:

Van qisetan izhar bikim
Behsan kar û bar bikim
Yar û biran hişyar bikim
Da ez ji şêx dim wesfekî
Şêxek hebû çaxê ewil
Nûrha Xwedê hel bû di dil
Sed gumreh û dal û midil
Bi destê wî tên tobetê
Şêxek hebû sinhaniyan
Serdarê pansed sofiyan

— Feqiyê Teyran

Ji qesîdeke wî:

Bizan ko min yar ti wî
Dil ji birîndar ti wî
Ez kuştim yekcar ti wî
Çi bikim ko min yar ti wî
Bê dest û hem pa ti wî
Pir li min kubar ti wi
Ê b’xezeb xwendî ez im
Di qeyd û bendê ez im
Zencîr bi zendê ez im
Miştaqi rindî ez im
Aşiqê cindî ez im
Perwazi findê ez im
Xweş qed û ehla ti wî
Cama piyala ti wî
Şûx bejn û bala ti wî
Delala mala ti wî
Pir bext û tala ti wî
Nîmeta ala ti wî.
Dûr ji wisalê ez im
Yar di xeyalê ez im
Îsa li erdan ti wî
Bi girt û berdan ti wî.

— Feqiyê Teyran

Berhemên Feqiyê Teyran

  • Ey Avê Av: Ji 277 malikan pêk hatiye. Di sala 1989an de bi xebata Abdulreqîb Yûsiv li çapxana „El Hewadîs“ li Bexdayê hatiye çapkirin.
  • Şêxê Sen’an: Ji aliyê xanim Margirit Rodînko ve hatiye berhev kirin û di sala 1965an de, li Moskow çap kiriye. Berhem ji 313 çarînan pêk hatiye.
  • Bersîsê ‚A’bid: Li gorî Abdulreqîb Yûsiv ev helbest ji 422 malikan pêk hatiye.
  • Qewlê Hespê Reş
  • Sîseban
  • Xan Dimdim
  • Qiseya Bersivayî

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.